Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin

  • rojane
  • 15:57 18 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê e-rojnameyê Zekî Erden têkildarî geşedanên li Rojnihata Navîn û çarenûsa Kurdan diyar kir ku gelek bûyer û geşedan di zik hev de rû didin û wiha got: "Pevçûn û nakokî di nava hev de ne. Taybetmendiyên vê serdemê wiha li rê diçin. A girîng ew e ku di nava vê tevlihevî û geremola vê sedsalê de kurd çarenûsa xwe diyar bikin û statuyekê mîsoger bikin." 
 
 
Nivîskarê rojnameya e-rojname Zekî Erden, vê hefteyê di quncikê xwe de cih da geşedanên li Rojhilata Navîn pêş dikevin û têkoşina Kurdan. Erden, anî ziman ku gelek nakokî di nava hevde pêş dikevin û ya girîng Kurd di nava van  nakokiyan de statuya xwe mîsoger bikin e. Nivîsa Zekî Erden a e-rojnameyê ku bi sernavê "Kurd ne berxikên ber dilê hêzên serdest in" wiha ye: 
 
 
Ev demekî dirêje hêzên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn li gorî perspektîf û berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin.
 
Ji bo vê yekê wisa diyar e ku Amerîka û Rûsyayê di çarçoveyeke giştî de li hev kirine. Îsraîl jî der barê vê çarçoveyê de dilxweş e û xwe serkeftî dibîne. Bêguman ji ber ku Îsraîl naxwaze Îranê di hînterlanda xwe de bibîne kêfxweş e. Bi qasî xuyaye Amerîka û Rûsyayê jî daxwazên Îsraîlê qebûl kirine, jixwe nikarin qebûl nekin, lewre Îsraîl di vê mijarê de diyarker e.
 
Civîna ku di 25’ê hezîranê li Tel Avîvê pêkhatibû, geşedanên îroyîn pişterast dikin. Di wê civînê de bi qasî ku tê zanîn, Îsraîlê ewlehiya xwe bi Amerîka û Rûsyayê daye qebûlkirin. Dîsa ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê, Amerîka û Rûsyayê di wê civîna navborî de li ser nexşerêyeke siyasî li hev kirine.
 
Wekî ku tê zanîn di sala 2021’ê de li Sûriyeyê hilbijartina serokdewletiyê heye. Daxistin û dûrxistina Esad a ji desthilatiya dewletê, bi şêweyekî ‘qanûnî’ hatiye plankirin. Yanî wê bi awayekî ‘legal û zagonî’ Esad bişînin malê! Heke Esad çok bide erdê û pêkoliyê bike, bêje ez qebûl nakim û naçim, dê ambargoyê li ser wî û derdora wî bişidînin. Dixwazin bi vî awayî li Sûriyeyê derbasî pêvajoya siyasî bibin.
 
Helbet Tirkiye jî ji van geşedanan agahdar e. Lê rewşeke balkêş heye. Gelo Erdogan û şirîkên xwe dê berî Esad biçin an dê Esad beriya wan biçe? Ev ne diyar e. Ji niha de mirov nikare şîroveyeke zelal bike. Lê teqez têkoşîn û berxwedana kurdan dê vê yekê diyar bike.
 
Wisa xuyaye ku Erdogan naxwaze kenê Esad û alemê bi xwe bîne û beriya wî biçe. Ji bo wê çendê êrîşên giran û dijwar ên dagirker û qirker li kurdan dike. Aliyeke êrîşên vê dema dawî yên li ser HDP’ê, Mexmur, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê lez û beza gavên tirsê ne, aliyê din jî mayîndekirina dagirkeriyê ye. Mîna ku patronan periyodek dabin tirkan; “An dê bi lezgînî hedefên xwe tesfiye bikin an jî dê tesfiye bibin.” Bawer kirine ku di tesfiyekirina kurdan de biserkevin, na heke ser nekevin jî dê Tirkiyeyê serobino bibe. Li gorî zîhniyeta Erdogan-Bahçelî divê wiha bibe. Di diyalektîka aqilê tirkîtiyê de ev qanûnek e. Dawiya dawî ev qanûn ku ya hevkuştin û xwekuştinê ye, dê li wan vegere.
 
Ew Tirkiyeya ku di pêşengiya Erdogan û Bahçelî de qirkirina kurdan esas digire, dixwaze yekitiya kurdan jî ku niha li rojavayê Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ji bo xwe bike amûrek a ji bo tesfiyekirina PKK’ê û hêzên azadîxwaz.
 
Dên û bala we jî lê bûye; Amerîka, Rûsya, Yekitiya Ewropa, sazî û dezgehên navdewletî, êrîşên tirkkolonyal û qirker ên li ser kurdan weke pirsgirêk nabînin. Di heman demê de PDK û YNK jî li hemberî êrîşên tirkan bêdeng in. Heke deng bikin jî dawiya dawî dengê xwe li PKK’ê bilind dikin û hew.
 
Helbet ev dinya ne heyran û sewdaliya bejn û bala kurdan e. Kurd ne berxik, ezîz û ezîzeyên ber dilê wan in. Lê kurd mecbûrî hev in. Kurd li Rojhilata Navîn hêz in, lê ev hêz (polîtîk dîplomatîk û leşkerî) hê ji hev perçe ye. Heke kurd di warê polîtîk, leşkerî û dîplomatîk de hêza heyî bêhîle û pîle bikin yek, li dijî dek û dolabên hêzên xêrnexwaz jî rawestin, ji Efrînê heta Kerkûk û Qendîlê alaya wan a polîtîk û leşkerî dê li ba bibe. Eger na Tirkiye amadeye destkeftiyên kurdan ên heyî jî bixe bin serweriya xwe. Hê ji bîr nebûye; Kerkûk, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û hwd. encamên vê perçepertiyê bûn.
 
Axirê gelek bûyer û geşedan di zik hev de rû didin. Pevçûn û nakokî di nava hev de ne. Taybetmendiyên vê serdemê wiha li rê diçin. A girîng ew e ku di nava vê tevlihevî û geremola vê sedsalê de kurd çarenûsa xwe diyar bikin û statuyekê mîsoger bikin.
 
Ji bo kurdan a girîng û bi qîmet ev e, ne hesabên hêzên hegemonîk, hevkar û xulamên wan in." 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/06/2020
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!