'Parastin dimeşe'

  • rojane
  • 12:53 19 Hezîran 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa parêzer û hiqûqnasan a ji bo mafê xwe biparêzin ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Rêveberên Baroyan beriya derkevin rê daxuyanî dan û gotin: "Ji bo darazek serbixwe û bi hêz em dimeşin. Divê dest ji pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan berdin." Parêzerên ku ber bi Enqereyê ve derketin rê berdilkên "Parastin dimeşe" li xwe kirin. 

Baroyên Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Îzmir, Aydin û gelek bajarên din, bi boneya mafê xwe biparêzin li bajarên xwe daxuyanî dan û ketin rêya Enqereyê. Baroyên bajaran li dijî pêşnûmaya pergala hilbijartina baroyan, bi karwanan ketin rêya Enqereyê. 
 
WAN
 
Baroya Wanê, beriya ku li dijî pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan biçin Enqereyê, li pêş Edliyeya Wanê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên ku li pêş edliyê kom bûn tîşort û berdilkên "Parastin dimeşe" li xwe kirin û daxuyanî dan. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, anî ziman ku îro guhertinên der barê baro û odeyan detên kirin, bêyî nerîn, fikr, rexne û pêşnîyaran wan bigirin van guhertinan dikin û wiha got: "Divê nerîna baro, akademîsyen û odeyên pîşeyî bigirin û li gorî wê gavan bavêjin. Hêj endamê ÇHD'ê Ebru Timtik û Aytaç Unsal ji bo darizandinek bi edalet di çalakiyê de ne û li ber xwe didin. Dîsa hempîşeyên me Prz. Bekir Kaya, Prz. Selçuk Kozagaçli, Prz. Sevda Çelîk Ozbingol hêj girtî ne. Em dixwazin kujerên Prz. Tahir Elçi bên darizandin. Em wekî Baroya Wanê ji bo heq, hiqûq û edaletê dê bimeşin. Em ê ji bo darazek tam serbixwe û bi hêz bimeşin Enqereyê. "
 
Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Wanê Uçar û 4 parêzer ber bi Amedê ve derketin rê. 
 
MÊRDÎN 
 
Baroya Mêrdînê jî bi heman armancê beriya meşê li pêş avahiya Baroyê kom bûn û daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Mardinê Îsmail Elik û gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Elik, anî ziman ku îqtîdar dixwaze li gorî xwe baroyan terbiye bike û ew dê destûr nedin vê yekê. Heyetê piştî daxuyaniyê berê xwe da Amedê û dê ji wir biçe Enqereyê. 
 
EDENE, MÊRSÎN HATAY, ANTALYA
 
Baroyên Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalya jî bi heman armancê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin. Baroyan bi dirûşmeya “Parastin dimeşe" li pêş avahiyên xwe daxuyanî dan û meşiyan. 
 
AYDIN-ÎZMÎR 
 
Baroyên Aydin û Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin. Baroya Îzmirê li pêş Edliyeya Bayrakli ya Deriyê C kom bûn û daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, anî ziman ku ew amade ne ji bo mafê parastinê têbikoşin û wiha got: "Em tu carî vê projeya teslîmiyetê qebûl nakin. Em dê her tim bi biryar gavan bavêjin.  Em dê biçin bêjin Qral tazî ye." 
 
Baroya Aydinê jî bi heman armancê li pêş Edliyeya Aydinê kom bûn û daxuyanî dan. Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt jî anî ziman ku ew bi biryarin têkoşîna xwe berdewam bikin.
Li Îzmir û Aydinê piştî daxuyaniyan heyetên parêzer û hiqûqnasan ber bi Enqereyê ve derketin rê.
 
 
 

Sernavên din

20/06/2020
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!