* Li Wanê ku ji ber krîza aborî her roj betalî zêdetir dibe, welatiyên betal xwestin di warê hilberîna çandiniyî de piştgirî bê kirin û gotin: "Çima em pîvaz, şebeş û patatên xwe naçînin?"
* Piştî ku bankeyên dewletê daxuyandin ku wê ji bo xaniyan krediyê bidin, li Amedê fiyetê xaniyan 100-150 hezar TL biha bû. Avahîsaz Arîf Îpek, anî ziman ku xwediyê xaniyan kêmbûna faîzê ji xwe re kirine firsend.
* Li Êlihê her roj zêdetirî 130 kes bi şewbê dikevin. Serokê Odeya Bijîşkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku piştî pêvajoya asayîbûnê dest pê kiriye hejmara pêketiyan hezar û 700 derbas kiriye.
* Li Ceyhanê firoşkarên ku li qeraxa rê dezgên xwe vedidan û zebze-fêkî difirotin, zabiteyan dezgên wan rakirin. Firoşkaran anîn ziman ku êdî nikarin nanekî jî bibin mala xwe û xwestin meseleya wan bê helkirin.
* Îsmaîl Ozden, hevjînê Eylem Oyûnlû ku tevî zaroka xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin, diyar kir ku a hatiye kirin bêedaletî ye û got: “Dadger, piştî ku bi endamên îstîxbaratê re hevdîtin pêk anî biryara girtina hevjîna min da.”
* Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ji bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê diyar kir ku êrîş li dijî yekîtiya neteweyî ne û got: “Bang li hikûmeta Başûr dikim ku li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.”
* Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Alî Şahîn diyar kir ku ew ê li dijî biryara waliyan ku meşa wan demokrasiyê qedexe kir dê gilî bikin.
* Parlementerê HDP'ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, diyar kir ku herêm li orta xeta fayê ye û got, divê li herêmê avahiyên qayîm bên çêkirin.
* Geşedanên têkildarî vîrûsa koronayê (Covîd-19) de dê werin şopandin.
* "Meşa demokrasiyêy a li dijî darbeyê" ya HDP'ê ku ji Colemêrgê û Edîrneyê da destpêkirin dê îro li Parka Meclîsê ya Enqereyê bi dawî bibe û daxuyanî were dayîn. (17:00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyan Re Azadî dê di hefteya 302'yemîn de ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar bixe. Çalakiya "Rûniştina F" a ji bo girtiyên nexweş li Stenbolê jî dê di hefteya 430'yemîn de bidome. (11.00-13.30)
* Dayikên Şemiyê di hefteya 795'emîn de dê li ser medya civakî li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî dê di hefteya 593'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" bi rêya vîdeoyê li dar bixe. (12.00)