NAVENDA NÛÇEYAN - Redkarê Wîcdanî Halîl Savda, şevê din li Balafirgeha Zurîhê binçav kirin û dest danîn ser pasaporta wî ya penaberiyê.
Redkarê Wîcdanî û parazvanê mafê mirovan Halîl Savda ku berê koçî Kibrisê kir û piştre derbasî Ewropa bû, şevê din li Balafirgeha Zurîhê a Swêdê binçav kirin. Savda li ser hesabê xwe yê Twitterê agahî parve kir û diyar kir ku li balafirgehê dest danîne ser nasnameya wî û pasaporta wî ya penaberiyê.