Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû

  • rojane
  • 09:06 22 Hezîran 2020
  • |
img

AMED – Li gorî lêkolîneke dawîn, dengê AKP’ê daketina binî ji sedî 30’yî û ji sedî 15.8 hilbijêrên wê berê xwe dane partiyên nû. Di lêkolînê de hatiye tespîtkirin ku ji sedî 7.5 hilbijêr in CHP’ê jî berê xwe dane HDP’ê. Li gorê kesên ku tevlî lêkolînê bûne, pirsgirêka herî mezin Pirsgirêka Kurd û aborî ye. 

Navenda Lêkolînên Qadê yên Polîtîk û Civaikî, ji bo pîvana nêrîn û tevgera siyasî ya hilbijêran, di navbera 8-14’ê hezîranê de, bi rêya telefon û onlîneyê bi hezar û 248 kesî re rapirsînek kir. li gorî rapirsîna bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Edene, Enqere, Amed, Wan, Êlih, Antalya, Çewlik, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Konya, Mêrdîn, Mersîn, Samsûn, Şirnex û Dersimê dihewîne nav xwe, hemû partiyên ku li meclisê koma wan heye, degnê xwe winda dikin. 
 
HEMÛ PARTIYAN DEGN WINDA KIRIYE
 
Beşdarên rapirsînê, destpêkê pirsa “Vê yekşemê hilbijartin bûna weyê dengê xwe bida kîjan partiyê?” bersivandine. Ji sedî 30.9’ê beşdaran gotiye AKP, ji sedî 21.2’ê beşdaran gotiye CHP, ji sedî 10.4’ê beşdaran gotiye HDP, ji sedî 7.9’ê beşdaran gotiye MHP, ji sedî 7.2’ê beşdaran gotiye IYÎ Partî, ji sedî 5.3’ê beşdaran gotiye DEVA Partî, ji sedî 3.7’ê beşdaran gotiye Gelecek Partî, ji sedî 1.4’ê beşdaran gotiye Saadet Partî. Dîsa ji sedî 1.9’ê beşdaran jî gotiye wê deng bi kar neynin û ji sedî 10,1’ê beşdaran jî gotiye bê biryar in. 
 
Li gorî rapirsînê, di seriya ji sedî 11’an de dengê AKP’ê ku di Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîranê ya sala 2018’an de ji sedî 42.56 girtibû, kêm dibe. Di rapirsînê de dengê CHP û HDP’ê jî kêm bûne, lê partiya ku piştî AKP’ê herî zêde dengê wê kêm bûne MHP ye.
 
JI HER PARTIYÊ DENG DERBASÎ HEV DIBIN
 
Di beşa derbasbûna dengan a partiyan de daneyên balkêş derketine holê. Beşek hilbijêran, diyar kiriye ku wê di hilbijartinê de dengê xwe nedin partiya ku di 24’ê hezîranê de dengê xwe danê. Li gorî rapirsînê, hilbijêrên CHP’ê tenê berê xwe dane HDP’ê û hilbijêrên AKP’ê jî berê xwe dane DEVA û Partiya Pêşerojê.
 
Di rapirsînê de rûberîhevkirina guhertina dengê hilbijêran a li gorî 24’ê hezîranê hatiye kirin. Li gorî vê yekê ji sedî 83.3’yê AKP’iyan gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe; ji sedî 9.5’ê hilbêrên AKP’ê gotine ku wê dengê xwe bidin DEVA’yê û ji sedî 6.3’yê hilbijêrên AKP’ê jî gotine ku wê dengê xwe bidin Partiya Pêşerojê. Dîsa ji sedî 84.2’yê hilbêrên CHP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin CHP’ê. Ji sedî 7,3’yê hilbijêrên CHP’ê jî gotine ku wê dengê xwe bidin HDP’ê û ji sedî 4.8’ê hilbijêrên CHP’ê gotine ku hê bêbiryar in. 
 
WÊ JI SEDÎ 12.5’Ê MHP’IYAN DENGÊ XWE BI KAR NEYNIN
 
Ji sedî 78,8’ê hilbijêrên HDP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin HDP’ê û ji sedî 9.1 hilbijêrên wê jî gotine bê biryar in, ji sedî 4.5 hilbijêrên wê jî gotine wê dengê xwe bidin DEVA’yê û ji sedî 4.5’ê hilbijêrên wî jî gotine ku wê dengê xwe bidin AKP’ê. Ji sedî 48.1 hilbijêrên IYÎ Partiyê gotine ku bê biryar in û ji sedî 44.4 hilbijêrên wê jî gotine ku wê dengê xwe bidin IYÎ Partiyê û ji sedî 5.6 hilbijêrên wê jî gotine ku wê dengê xwe bidin Partiya Pêşerojê. Ji sedî 87.5’ê hilbijêrên MHP’ê gotine ku wê dîsa dengê xwe bidin MHP’ê, ji sedî 12.5’ê hilbijêrên wê gotine ku wê dengê xwe bi kar neynin. Ji sedî 36,2 hilbijêrên ku gotine wê dengê xwe bi kar neynin dengê xwe bidin IYÎ Partîyê, ji sedî 36.2 hilbijêran jî gotine ku bê biryar in û ji sedî 12,1’ê hilbijêran jî gotine ku wê dengê xwe bidin CHP’ê. 
 
PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN: PIRSGIRÊKA KURD Û ABORÎ
 
Ji beşdarên rapirsînê pirsa “Li gorî we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyhê çî ye?” jî hatiye kirin. Ji sedî 35.7’ê beşdaran gotiye aborî-bêkarî, ji sedî 20’ê beşdaran jî gotiye Pirsgirêka Kurd, ji sedî 14,7’ê beşdaran gotiye Pergala Serokkomariyê, ji sedî 10.6’ê beşdaran gotiye nebûna demokrasiyê, ji sedî 6.6’ê beşdaran gotiye pergala hiqûqê ya heyî, ji sedî 6.3’yê beşdaran gotiye Cemaeta Gulen-FETO, ji sedî 3.8’ê beşdaran gotiye hikûmet, ji sedî 1.6’ê beşdaran gotiye pevçûn û tundî û ji sedî 0.7’ê beşdaran jî gotiye nemuxalefetkirin. 
 
BAWERIYA JI AKP’Ê DAKETIYE JI SEDÎ 27.1’Ê
 
Di rapirsînê de pirsa “Kîjan partî nêzî çareserkirina pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê ye?” jî hatiye kirin. Ji sedî 27.1’ê beşdaran  gotiye AKP, ji sedî 21.2’yê beşdaran  gotiye CHP, ji sedî 10.3’yê beşdaran  gotiye HDP, ji sedî 7.9’ê beşdaran  gotiye MHP, ji sedî 7.2’yê beşdaran  gotiye IYÎ Partî. Dîsa ji sedî 15.1’ê beşdaran jî gotiye “ne tu partî”.
 
GIRSEYA AKP’Ê PIŞTGIRIYA QEYÛMAN NAKE
 
Beşdaran pirsa “Hûn polîtîkayên qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatine kirin çawa dibînin?” jî bersivandiye. Ji sedî 57.9’ê beşdaran gotine ku piştgiriya qeyûman nakin, ji sedî 26,1’ê beşdaran gotiye piştgiriya qeyûman dikin û ji sedî 16’ê beşdaran jî gotiye bê biryar in. Ji sedî 495’ê hilbijêrên AKP’ê jî gotine ku piştgiriya polîtîkayên qeyûman nakin. 
 
 

Sernavên din

23/06/2020
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye