Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan

  • rojane
  • 09:03 23 Hezîran 2020
  • |
img

EDENE - Parêzerê malbata girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê piştî hat berdan û çend saet şûnde jiyana xwe ji dest da, Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku wan serlêdana sûc kir, lê heta niha tu encam negirtine. Ongor, destnîşan kir ku dema pêdivî bi dermankirina Kaya hebû bernedan û piştî bijîşkan gotin 'Êdî tiştekî em bikine' hêj nû serbest dan. 

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku li girtigeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê girtî bû û nexweşê giran bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan û çend saet şûnde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ji ber ku nehat berdan jiyana xwe ji dest da parêzerê malbata Kaya Îlhan Ongor, der barê rayedarên girtîgehê de li dozgeriyê serlêdana sûç kir. Lê heta niha der barê serlêdana sûc de tu gav nehatiye avêtin. Ongor, anî ziman ku Kaya 10  salan bi nexweşiyên dil, mîde, rovî û gelek nexwiyên din bû û li gel nexweşiyên giran nehat dermankirin û di wextê xwe de nehat berdan. Prz. Ongor, anî ziman ku ji ber sersarî û bê edaletiyê Kara ji yana xwe ji dest da û wiha got: "Ev ne mirinek xwezayî ye. Ji ber sersariyê Kaya jiyana xwe ji dest da. Li gel ku nexweşê giran bû û her kesî ev yek dizanibû jî bi zanebûn terkî mirinê kirin. Ji ber ku rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye di dema wê de derman nekirin û rapora berdanê nedan mixabin Kaya jiyana xwe ji dest da. Me der barê Îdareya Girtîgeha Osmaniyê û rayedarên din de serlêdana sûc kir û serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê da. Lê mixabin heta niha der barê serlêdana sûc de gav nehatiye avêtin. Dîsa me di heman demê ser serî li Wezereta Dadê û Wezareta Tenduristiyê da. Lê hêj tu encam pêş neketiye. " 
 
Prz. Ongor, da zanîn ku li gel dema Kaya li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bû, Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" dabû jî dîsa nehat berdan û wiha got: "Herî dawî dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê kirin, dermanê cuamadin ku ji bo wî pir girîng bû nedan wî. Ji ber bê eleqeya bijîşkên revîrê û helwesta Rayedarên Girtîgehê, dereng sewqa wî hat kirin. Beriya mirina wî 2 mehan êdî Kaya bi tena serê xwe nikarîbû bijiya. Li gel vê yekê jî nehat berdan. Ji bo ku Kaya bê berdan hem bi devkî û hem jî bi nivîskî ji bo Kaya bê berdan û dermankirin me gelek caran serî li Serdozgeriya Girtîgeha Osmaniyeyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê da. Me dîsa serî li Wezareta Tenduristiyê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan da. Lê me tu encam bi dest nexist. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Li gel hemû serlêdanên me, daxwazên me hatin redkirin. Hin mehan 20 caran rakirin nexweşxaneyê. Hin caran rojê 2 caran rakirin nexweşxaneyê."  
 
BIŞTÎ BIJÎŞKAN GOT 'ÊDÎ TEDAWÎ FÊDE NAKE' SERBEST BERDAN
 
Prz. Ongor, anî ziman ku wan ji ATK'ê rapor xwest û xwestin girtina wî taloq bikin û wiha lê zêde kir: "Lê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapora heyetê bi hinceta şewba vîrûsê taloq kir. Herî dawî Kaya 20'ê heyet kom bû û rapora "Kaya nikare di girtîgehê de bimîne" da. Di heman rojê de Kaya sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurova ya Balcali kirin. Roja ku Kaya sewqî nexweşxaneya Balcali kirin, bijîşkan qet mudaxale nekirin û diyar kirin ku êdî şensa Kaya bijî tune ye. Piştî bijîşkan anî ziman ku şensa Kaya bijî tune, Saed di 13.00'an de Dozgerê Girtîgeha Osmaniye biryar da ku înfaza Kaya taloq bikin. Piştî biryarê 5-6 saet şûnde, Bijîşkên Nexweşxaneya Tipê ya Balcali anîn ziman ku girtiyê nexweş Kaya jiyana xwe ji dest daye. Kaya bi zanebûn şandin ser mirinê. Li gel rewşa wî dizanîbûn mudaxale nekirin û serbest bernedan."  
 
 
Ongor, herî dawî bibîr xist ku wan niha jî ji ber mirina Sabri Kaya ya ji ber sersariyê der barê rayedaran de gilî kiriye û got: "Lê heta niha tu encam tune. Tu gav nehatine avêtin. Ji bo ku rayedar bên cezakirin hewldanên me dê bidomin." 
 
 

Sernavên din

23/06/2020
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye