Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye

  • rojane
  • 09:09 23 Hezîran 2020
  • |
img

AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Çoban, bal kişand ser girtina Eylem Oyûnlû ya ku tevî keça xwe ya 10 rojî û 2 salî hat girtin û got, di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye. 

Li gorî daneyên sala 2019’an ên Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê, bi giştî 2 hezar û 500 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Ji vana 700 jê bi dayikên xwe re dimînin. Herî dawî Eylem Oyûnlû ya 27 salî di 18’ê Hezîranê de bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Çoban ji bo girtina Oyûnlûyê got, di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye. 
 
Çoban, diyar kir ku sûc çi dibe bila bibe girtina jineke di vê rewşê de di tu dewlet û qanûnan de nîne. Çoban, destnîşan kir ku a hatiye kirin bêhiqûqîtî ye û tu wijdan tiştekî wiha qebûl nake. Çoban, got: "Em îro bi serdozger re jî axivîn û em ê bişopînin. Sûc çi dibe bila bibe divê dayikak di vê rewşê d eneyê girtin. Zarok ne girtiye ne mehkûm e, bi dayika xwe re mecbûrî dimîne di girtîgehê de. Di vir de cudatiyek heye. Dema mesele zarokeke 10 rojî û yeke 2 salî be, lazim bû dadgehê ji derveyî girtinê tevdîrek din pêk bianiyana. Qanûnên heyî pêk bianiya wê binpêkirineke bi vî awayî çênebûna." 
 
‘TEVDÎRA HERÎ DAWÎ GIRTINE’
 
Çoban, anî ziman ku dadgehê ji xeynî girtinê dikaribû tevdîreke din bigirtana û got: "Kontrola edlî, hefsa malê, qedexeya derveyî welat, kontrola îmzeyê, gelek tedbîrên kontrola edlî hene. Mînakên vê yekê jî hene. Beriya 20 rojan zarokeke 3 salî bi dayika xwe ve hat girtin. Bi saya zextên raya giştî dayik serbest hat berdan. Di vê meseleyê de jî dikaribûn tiştekî wisa bikirana. Dadgehên Sulhê yên Navçeyan di vê mijarê de bêperwa tevdigerin, dibên ‘bila dosya ji destê me derkeve kî çi biryar dide bila bide.’ Ev biryara ku dayî bêhiqûqîtî ye. Ji aliyê tenduristiyê ve jî hê tiştek nehatiye serê dayikê û her du zarokên wê demildest divê bên berdan." 
 
‘KÎJAN WIJDAN DI VÊ REWŞÊ DE BIRYARA GIRTINÊ DIDE?’
 
Çoban, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba vîrusa coronayê de divê girtina dayikeke ku nû zarok aniye dinê nehata nîqaşkirin û got: “Di pêvajoya şewba coronayê de kesên ku dikevin girtîgehê 14 rojan di karantînayê de dimînin. Odeyên ku werdigirin karantînayê wek hucreyê ne. Tenê cihê razanê heye. Ew dayik bi zarokên xwe ve dê çawa li wê derê bimîne? Pêwistiyên zaroka 10 rojî dê çawa werin bidestxistin. Bin zaroka 2 salî jî tê girêdan, dê pêdiviyên zarokê peyda bike? Dê kî hesabê vê trawmayê bide? Diviya dadger ev yek bîrbirana û li gor wê biryar bidana. Kîjan wijdan di rewşeke wisa de dê biryara girtinê bigire?" 
 
‘LI GOR QANÛNÊN QEDEXE YE’
 
Çoban, da zanîn ku qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Bangokê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor Qanûnên Bangokê yên NY’yê girtin jinên ducanî û yên ku nû zarok anîne dinê qedexe ye. Werin girtin jî der barê şert û mercên wan de hinek rêgez û pîvan hene. Em nikarin biryareke derveyî van qanûnan hatî dayîn niqaş bikin. Daxwaza me ew e ku ev biryara bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Niha zarokeke 10 rojî û yeke 2 salî bi dayika xwe ve di hucreyê de dimînin. Di pêvajoya karantînayê de qelsbûna bunyeya zaroka 10 rojî û îhtîmala bi şewba vîrusa coronayê bikeve wê bibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. Ji bo jineke ku nû zarok anî dinê jî rewşeke pir birîsk e. Bi biryara girtina kesekê mafê jiyanê yê 3 mirovan di xetereyê de ye.”
 
DÊ RAPOREKÊ AMADE BIKIN
 
Çoban, bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo tu zarokan ne guncav in û got: “Dema em li şertên girtîgehê dinêrin xwedîkirina wan zaroka dê çawa pêk bê? Di pêvajoya karantîna û hucreyê de ji bo leyistina zaroka du salî dê çi bikin? Televîzyon jî tuneye li wir. Kesekî ku pê re biaxivin jî tuneye. Tu tişt nikare trawmaya wê dayikê ji holê rake. Ji ber wê berê dadger biryarê bide divê bi wijdan tev bigere." 
 
Çoban, bibîr xist ku li girtîgehan zêdetirî 700 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û got: “Divê çareseriyek ji jinên bi zarok û nû zarok anîn dinê were dîtin. Divê cihêkarî neyê kirin. Em ê tim li dijî van bêhiqûqiyan rabin. Daxwaza me ya ewil ew e ku tu zarok di girtîgehê de nemînin. Der barê dayika ku bi zarokên xwe yên 10 rojî û 2 salî ve hatî girtin de em ê raporeke berfireh amade bikin. Em ê hem ji NY’ê re hem ji meclîsê hem jî ji cihên ku em bikarin dengê xwe bigihînin re bişînin ku bêhiqûqiyên bi vî şiklî çênebin." 

Sernavên din

23/06/2020
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye