ENQERE - Sekreterê Giştî yê Navenda Mafê Mirovan ê TBB’ê Parêzer Mûstafa Kemal, diyar kir ku serokên baroyan ji aliyê Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglû ve tên terorîzekirin û ji peywira xwe îstifa kir.
Sekreterê Giştî yê Navenda Mafê Mirovan ê TBB’ê Parêzer Mûstafa Kemal, bertek nîşanî Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglû ku di kêliya serokên baroyan ji aliyê polisan ve dihatinderpkirin, çûbû serdana Anitkabîrê û wêneyên xwe parve kiribû, da û ji peywira xwe sekreteriya giştî îstifa kir.