ORDÛ - Li Ordûyê, Arîf Kaşik hevjîna xwe Çîlem Kaşik kuştin.
Li taxa Ahmetlî ya navçeya Golkoy a Ordûyê, zilamê 36 salî Arîf Kaşik hevjîna xwe ya 32 salî Çîlem Kaşik a dayika 4 zarokan bi demançeyê kuşt. Çilem Kaşik li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, diyar kirin ku Çîlem jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Golkoyê.
Bersûcê Çîlem Arîf Kaşik li cihê bûyer hat binçavkirin.