ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya dibin rêveberiya qeyûm de, têkildarî nûçeyên ne nûkirina nîşaneyên kurdî yên rêyan de daxuyanî da û got: “Ev operasyona têgihînê ye.”
Şaredariya Êlihê berî ku qeyûm bê tayînkirin, li ser reyên peya yên trafîkê, nîşaneyên bi kurdî û tirkî yên “Pêşî Peya” û “Once Yaya” nivîsandibû. Lê piştî qeyûm hat dayînkirin, nîşaneyên bi tirkî nû kirin û yên bi kurdî jî jê birin. Piştî nûçeya vê pêkanîna qeyûmê şaredariyê hat serwîskirin, Qeyûm Êlihê daxuyanî da.
Qeyûm di daxuyaniya da de, îdîa kir ku nûçeyên hatin çêkirin û parvekirinên hatine kirin, tu rastiya wan tuneye û serokê şaredariyê debarê vê mijarê de tu ferman nedaye.”
Lê di daxuyaniya hat dayîn de jî, qet behsa ne nûkirina nîşaneyên kurdî de, tu tiştek ne got.