* Serokê Giştî yê PDK-T'ê Mehmet Emîn Kardaş, xwest rêxistin û hêzên Kurdan berî her tiştî li dijî êrîşên Tirkiyê aşitiya navxweyî xurt bikin û bibin yek û got: "Eger Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statu."
* Ava ku Li Çiyayê Cudî diherike ji ber kanên komirê yên ku nayê tehliyekirin dibe sedemên zirara xwezayê.
* Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavûz, anî ziman ku bi qanûna notirvaniyê re çîneke bêperwerde ya ku dê azadiya kesan, qedexeya îşkenceyê û mafê jiyanê bin pê bike hatiye afirandin.
* Vokalê Kazim Koyûncû Harûn Topaloglû ji bo Koyûncû got: "Ji herêma me fikra em dikarin ji cîhanê re bistrên û muzîkê bikin niçiland."
* Şaredariya Qersê ji bo piştevaniya di nav civakê de xurt bike, bi rêya Mexazeya Piştevaniyê ya Civakiyî di nav mehekê de ji bo 150 kesî kinc peyda kirin.
* 303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vegerin ser karê xwe 3 caran ketibûn mulaqatê, lê belê her sê caran jî ji wan re gotibûn "hûn bi ser neketine." Piştî vê karkeran cara çaran serî li darazê da.
* Serokê Baroya Êlihê yê Berê Ahmet Sevîm, diyar kir ku ger pergala pir Baroyî bê avakirin û li her bajarekî gelek baro bê avakirin dê edalet bêtir lawaz bibe û hem baro û hem jî îqtîdar dê têk biçin.
* Jinên li Dersimê, di “Kooperatîfa Jinan a Zembul” de kom bûn, hem bi hilberîna dikin keda xwe dîtbar dikin û hem jî çanda xwe didi jiyîn.
* Danişîna doza qezaya trênê ya li Çorlûyê di tîrmeha 2018'an de pêk hat dê li Dadgeha Çorlûyê were lidarxistin. (10.00)
* Danişîna 6 rojnamegerên ji e-maîlên Wezîrê Xezînê û Maliyê Berat Albayrak ne girtî tên darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* Danişîna doza rojnameger Sabîha Temîzkan dê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (10.25)
* Nobeta parêzer Dîdem Baydar Unsal a ji bo piştevaniya parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi boneya "darizandina adilane" di rojiya mirinê de ne dê bidomîne. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê dê bi sernavê "Hevserokatî xeta me ya mor e" li Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (19.00)
* Rêxistinên Tenduristiyê yên Amedê dê ji bo hemşîreya xwe li Nexweşxaneya Fakûlteya Dîcleyê întîhar kir li hewşa nexweşxaneyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)