Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew

  • rojane
  • 10:52 27 Hezîran 2020
  • |
img
AMED - Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, di salvegera darvekirina Şêx Seîd de diyar kir ku 100 sal berê hikûmeta Tirkiye çi kiribe niha jî heman tiştî dike û got: “Sê tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew. Ev hersê tişt îro jî didomin." 
 
Şêx Seîd û hevalên xwe, di sibata 1925'an de, li dijî polîtîkayên înkarê ya Komara Tirkiyeyê serî hildabû. Şêx Seîd di 15'ê Nîsana 1925'an de li nêzî Gimgimê bi komployekê hate girtin. Li Dadgeha Îstîklalê ya Amedê hat darizandin û tevî 47 hevalên xwe di 29'ê Hezîrana 1925`an de li Qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Serokê Komeleya Şêx Seîd û Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, di 95’emîn Serhildana Şêx Seîd û darvekirina wî û rêhevalên wî de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
'EZ Ê HETA DAWÎ LI CENAZE BIGERIM'
 
Firat, bibîrxist ku Şêx Seîd û hevalên wî 95 sal berê ji bo dozeke bi rûmet, welatekî azad xwe feda kirin û wiha got: “Divê em Serhildana Şêx Seîd bizanin. Serhildaneke çawa bû? Li dijî kê bû? Mebesta wan çi bû? Divê ewil em komara ku Kemalîst û heta niha jî zilm û zordariya xwe didomîne nas bikin.” Fırat, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê sed sal berê çi kiribe niha jî heman tiştî dike û wiha axivî: “Sê tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew. Pergala dagirkerên tirk eve. Hiqûq, mafê mirovan, wijdan tune ye. Wê rojê jî heman tişt hebûn îro jî didomînin. Elbet ji cenazeyên me ditirsin. Heta niha me bi dehan caran cenaze xwest. Lê tu bersiv nedane me. Me muhatab jî qebûl nekin. Ez tenê jî bimînin ezê heta dawî li cenaze bigerim û bi şopa wî kevim. Mesele cenaze nîne ew misyona ku wan cenazeyan ji me re hiştiye li wan xwedî derketine. Ya muhim eve.” 
 
'DAGIRKERÊN KURDAN YEK IN'
 
Firat, bal kişand hilweşandina goristanan û wiha berdewam kir: “Ev dagirkerin. Bê însaf in. Niha jî goristanên me hildiweşînin, gora vedişêrin, xwediyên wan mexdûr dikin. Ev pergala wan e. Ji bo kurdan tune bikin destkeftiyên kurdan tune dikin. Hemû hiş û dîroka Kurdan tune dikin. Ji destpêkê heta niha wisa ye. Mixabin kurd jî ji van dersê nagirin. Bi hezaran kurd îro di girtîgehan de ne. Goristanên şehîdên kurdan tev xera kirin û hilweşandin. Hestiyên wan li Stenbolê xistin bin betona peyarê. Divê em van dagirkeran nas bikin. Dagirkerên kurdan yek in. Ereb, fars, tirk û emperyalîstên dinyayê ne.” 
 
'NIKARIN KURDA BIQEDÎNIN'
 
Firat, destnîşan kir ku Tirkiyeyê di roja salvegera Şêx Seîd û hevalên wî darvekirin de  biryara cezayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan da û wiha lê zêde kir: "Bi biryara darvekirina Ocalan dixwazin bêjin ‘me wê rojê Serokê we darve kir îro jî te darve dikin.’ Her tişt ji bo wan mubah e. Divê em kurd ji vê ders derxînin. Ez ji dagirkeran re dibêjim bes e. Hûn nikarin kurda bi kuştinê biqedînin. Gengaz e ku destê we, di nav hizbên kurda de hebe. Lê ev ne çare ye. Heke dixwazin li ser vê erdnîgariyê serbikevin, divê bi kurdan re rûnin.” Firat, bibîrxist ku Tirkiyê tevî Îranê êrîşî Herema Federal a Kurdistanê kir û wiha lê zêde kir: “Çi heqê Tirkiyê û Îranê heye ku erdnigariya kurdan bombebaran dikin. Divê hizbên kurdan ji van ders bigirin. Heke gelê kurd dê keviran li wan bibarînin. Kurd bi înkar û îmhayê naqedin. Bila dagirker aqlê xwe bînin serê xwe destê biratiyeke bi rûmet dirêjî kurdan bikin. Heke hiqûqa kurdan nas kirin. Em jî wekî warisên Şêx Seîd zilma li me hatî kirin ji bo pêşeroja civaka gelê kurd jehr jî be em ê vexwin.”
 
'DEM DEMA GELÊ KURD E' 
 
Firat, herî dawî bibîr xist ku 5 sal in komeleya xwe sazkirine û wiha bi dawî kir: “Di her civînê de me behsa yekitiyeke bi rûmet dikir. Me digot ku ‘hewceye hizbên kurdan bibin yek û tehamûlî hev bikin. Di nava xwe de bi edalet bin.’ Em bi misyona Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî amade ne ku ji bo yekitiya civaka kurd xizmetê bikin. Ji bo ku em nebin sedemê nexweşiyê em ê li ser bernameyên televîzyonê peyamên xwe bidin. Bila gelê kurd li misyona Şêx Seîd û rêhevalên wî xwedî derkeve. Dem dema gelê kurd e. Emperyalên dinyayê deyndarên me ne. Divê em serê xwe ne tewînin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

27/06/2020
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade
13:17 'Li Tirkiye mirov têne revandin'
13:12 Bi pankartê bertek nîşanî operasyonên leşkerî dan
13:11 Testa koronayê ya girtiyê nexweş pozîtîf derket
13:03 Hevşaredarên Awîskê derxistin edliyê