Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike

  • rojane
  • 09:12 28 Hezîran 2020
  • |
img

STENBOL - Piştî 74 sal bi ser darvekirina Şêx Saît û hevalên wî re derbas bûn, di heman dîrokê de, li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, cezayê darvekirinê hat birîn. Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, diyar kir bi vê peyamek dan kurdan û got: “Em ketin demekê ku gotina ‘Azadî wê qezenc bike’ ya Ocalan a li dijî biryara darvekirin gotibû.”   

 
Ji bo gelê kurd yek ji dîrokên herî girîng, bi awate û di hafizeyan de cih girtiye dîroka 29’ê Hezîranê ye. Di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Saît û hevalên wî hatin darvekirin û di heman dîrokê 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat birîn.
 
Piştî Komar bi hişmendiya Îttîhat-Terakî hat îlankirin, li dijî gelê kurd, polîtîkayên îmha û tunekirinê dest pê kirin. Ji wê demê û vir ve îsyanên gelê kurd jî rû dan. Piraniya van îsyanên kurdan, bi komkujî, talan, şer û tundiyek mezin re rû bi rû man. Yek ji van îsyanên ku di dîroka kurdan xwedî cihek girîng û bi wateye, îsyana Şêx Saîd a di 13’ê Sibata 1925’an de dest pê kiriye. 
 
Ev îsyan jî, mîna îsyanên din ên kurdan bi hêzên derve ve hatin girêdan û di pirtûkên dîrokê de weke “raperên paşverû” hatin derbas kirin. Lê ligel vê jî ev îsyan di belgeyên fermî de weke “Serîrakirina neteweya kurdan” û rêberê îsyanê jî Şêx Saît derbas dibin. Şêx Saît ê rêbertiya vê îsyanê kir di 80 saliya xwe de hatibû darvekirin. 
 
Dewletê Şêx Saîd bi 46 hevalên wî re di 29’ê 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi darve, di heman salê de Plana Islahata Şerqê ya weke “Komkujiya spî” ya li dijî kurdan kir meriyetê. Bi van darvekirin û pêşxistina êrîşên li dijî kurdan wisan hat fikirin ku wê pirsgirêka kurd bi dawî bibe. Lê ligel vê jî îsyanên kurdan dewam kirin. Êdî rewş wisan bû di saya têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan hat birêvebirin de, dewletê ev têkoşîn weke “Îsyana 29’emîn” nirxand. Ocalan ê di encama komploya hêzên kûrewî de, di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, piştî 74 salan di roja darvekirina Şêx Saîd de cezayê darvekirinê lê hat birin.
 
Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, teslîmkirina Ocalan a Tirkiyeyê û di roja ku Şêx Saîd hat darvekirin de cezayê dervekirinê li Ocalan birîn, nirxandin.
 
Prz. Mahmût Şakar, diyar kir ku Ocalan îro dibin tecrîd giran deye û wiha axivî: “Hêzên serdest ên cîhanê, destûr nedan ku Ocalan di ciheke mîna çengê de bimîne. Di şexsê wî de daxwaza azadiyê ya gelê kurd gule baran kirin. Bi pêvajoya darizandinê jî, tenê tenê xwest komploya navneteweyî hiqûqî bikin. Aqlê dewletê, bi darvekirina Ocalan xwest ku peyama ‘Tişta hatin serê hemû rêberên îsyanên kurdan, wê bên serê Ocalan’ bide gelê kurd. Ji ber vê di roja darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî de, cezayê dervekirinê li Ocalan birîn. Di rastiyê de, ev nêzîkatî, rewşa dewleta Tirk a wê demê jî datîne holê. Di nava hewayekê serkeftinê de bû û bi serxweşiya serkeftinê dijiya. Di xwestin bêjin ku pirsgirêka kurdan bi vê yekê ji bo wan qediyaye. Çawan ku piştî darvekirina Şêx Saîd, îsyan bi dawî bû, wisan difikirin ku ev dîrok wê dûbare bibe. Lê di rastiyê rewş wisan nebû, serkeftina difikirîn pêş neket û heman dîrokê xwe dubare nekir.” 
 
‘OCALAN STRATEJIYA XWE DANÎ HOLÊ’
 
Şakar, anî ziman ku helwesta Ocalan a li dijî darvekirinê ew şaşwaz kiribû û wiha got: “Ocalan berî danişînê pir bi kelecan bû û gelek jî bi stres bû. Ya ku ji bo Ocalan giran dihat ne biryara darvekirinê bû. Wî baş dizanibû ku wê ji vê dadgehkirinê tu encam derneve holê. Ya girtin ji bo Ocalan, stratejiya polîtîk bû. Dixwest dadgehê vegugerîne platformeke wiha. Baweriya Ocalan bi muzakereyê hebû û dixwest bi muzakereyê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê şert û mercên wê demê hebûn ji bo vê ne guncaw bûn. Li aliyêkê dixwest pêvajoya aştiyê pêş bixe û li aliyê din jî, zemînê berxwedanê ava bike. Ji roja destpêkê ve Ocalan ev stratejî esas digirt.” 
 
‘HIQÛQ BI DAWÎ BÛ SIYASETÊ DEST PÊ KIR’
 
Şakar, bal kişand ser roja darvekirina Ocalan û wiha bilêv kir: “Piştî cezayê darvekirinê, me 4 parêzeran ne dikarî em bi axivîn, lê Ocalan di nava keyfxweşiyek mezin de bû. Em pir şaşwaz bûn. Piştî dest bi axaftinê kir û şûnde, me nû zanîbû rewşa me ya rûhê pir xirabe. Dûre xîtabî me kir û got, ‘Min dizanî wê ev biryar bê dayîn. Ji xwe ez ne li benda encamek din bûm.’ Weke ku barek mezin li ser wî rabibû. Ji bo bi dawîbûna pêvajoya hiqûqî keyfxweş bibû. Ji ber ku êdî pêvajoya siyasetê dest pê dikir. Ocalan bi awayekê ji xwe pir bawer keniya û wiha got, ‘Em siyasetê baş dizan in. Ji vir û şûnde emê gavên wisan bavêjin ku, benê darvekirinê yê di stûyê gelê xwe de emê derbixin û bavêjin.’ Ev gotina xwe bi gotina ‘Wê azadî qezenc bike’ temam kir.”
 
‘DI 20 SALAN DE GELEK GUHERTIN ÇÊBÛN’
 
Şakar, da zanîn ku Ocalan 21 salin girtiye û wiha dewam kir: “Tirkiye dinava van 21 salan de, gelek guhertin derbas kirin. Lê tenê di warê polîtîk pêş neket. Ji ber vê dem bi dem, nêzîkatiyên cuda raveyî pirsgirêka Kurd û Ocalan kir. Hin caran konsetpek rizandinê bi rêve birin, hin caran bi rêya hevdîtinan xwestin teslîm bigirin, gelek caran polîtîkayên ewiqandinê bi rêve birin û pirî caran jî bi êrîşên eskerî xwestin encam bigirin. Lê tu carî komploya navneteweyî bi girtina Ocalan tu encam bi dest nexistin.”
 
‘OCALAN PARADÎKMAYEK NÛ AVA KIR’
 
Şakar, da xuya kirin ku vîzyon, berxwedan, hebûna gelê kurd îro li di asta kûrewî de bandar kiriye û wiha pê de çû: “Têkoşîna azadiya jinan, bindestan û gelan, bi berxwedana mezin a gelê kurd re dibe yek. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê bûye îlham û di asta herî mezin deye. Li pişt vê berxwedanê fikir û ramanek mezin û kedek bê eman heye. Qarakterê komploya navneteweyî, bû sedem ku Ocalan paradîgmayek nû ava bike.  Ev jî bi ked, sebir, bawerî, berxwedan û biyardariyek mezin kir. Baweriya xwe bi gelê xwe anî û ev paradîkma pêş xist. Rejîma îro hemû sermayeya xwe ji bo komkujiya kurdan li ser maseyê rast kiriye. Di bingeha vê de destkeftiyên di 20 salan de hatine qezenckirin hene. Êdî em en sala 1925’an de ne û ne jî di sala 1999’an dene. Lê ji bo kurdan hîna jî rîska ji holê rakirinê bi dawî ne bûye. Lê tu caran jî, mîna îro berxwedan û destkeftiyên kurdan evqas mezin nebûne. Li holê nexşerêyek û paradîgmayeke ku hatiye îspat kirin heye. Îro bi milyonan mirovên li ber xwe didin hene. En ji derveyî sedsala 20’emîn hiştin, lê em îro aktorê sereke yê sedsala 21’emîn in. Em weke teyrê sîmirê ne. Li pêşberî me tundiyek hovane heye. Em di demekê ku gotina ‘Azadî wê qezenc bike’ ya Ocalan a li dijî biryara darvekirin gotibû dene.”

Sernavên din

30/06/2020
13:11 Dozgeriyê 5 fezleke şandin meclîsê
13:03 Ragihandina Jinan encama konferansê aşkere kir:
YRJ dê di şopa heqîqetê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk
12:46 'Mîtînga parastinê' ya hiqûqnasan dest pê kir
12:10 Pêşniyara pir-baro pêşkêşî meclisê hat kirin
12:10 MMO: Arîn Zumrut serbest berdin
11:54 Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin
11:38 Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
10:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Li Xerpêtê qeza: 4 karkerên demsalê birîndar bûn
10:47 Çînê ‘Qanûna Ewlehiya Neteweyî’ erê kir
10:17 Rojnameger Bulut: Polîsan 2 saetan ez li nava Amedê gerandim
10:16 FED: Bi awayekî awarte aboriya Amerîkayê di rewşeke ne diyar de ye
10:07 Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin
10:07 Jinên rojnameger Yekîtiya Ragihandina Jinan ava kirin
09:58 Polîsan li Bismilê 6 kes binçav kirin
09:51 Mamosteyan li dijî dagirkeriyê dest bi kampanya îmzeyan kirin
09:45 Li Amedê yek jê zarok 4 kes hatin binçavkirin
09:14 Nûnerên partî û rêxistinan: Têkoşîna hevpar xurt bikin
09:13 'Tazmînata kidemê mertala karkeran e'
09:12 Qeyûm meaş daye ên nexebitîne jî!
09:11 'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin'
09:11 Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê: Pêşî li DEDAŞ'ê bigirin
09:10 Armanca wê li her deverê reng û dengê jinê hebe
09:09 Zarok di nava sergoya 40 salî de dilîzin
09:09 Berê hezar lîre cîro dikirin niha nikarin sîfteh bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
08:14 Rojnameger Bulut serbest berdan
29/06/2020
22:09 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û 22 kes hatin girtin
20:48 Rojnamevan Kara hat berdan
20:23 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 115
19:28 Di lêpirsîna KCD'ê de 4 kesên din jî hatin girtin
19:17 Polîsan nehişt stranbêj daxuyaniyê bidin
18:43 Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin
16:03 Ji jinên elewî bîranîna Komkujiya Sêwasê
15:59 Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin
15:29 Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
15:11 OHD: Îşkenceya giran li Çetîn hatiye kirin, em ê pêvajoyê bişopînin
14:55 HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
14:42 Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan
14:34 Hevseroka KCD’ê Guven ji bo îfadeyê vexwendin dozgeriyê
14:30 ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban
14:25 Li Amedê ji sedî 82’yê fîrmayan ji pandemiyê bi bandor bûn
14:11 Keştiya penaberan li Gola Wanê noqî avê bû
13:57 Hevserokên KCD'ê: Darizandin kumpasa li dijî siyaseta Kurt e
13:52 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê
13:21 DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin
13:03 78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin
12:55 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hat taloqkirin
12:39 Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
12:06 Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin
11:59 Îşkenceya bi kuçikan ji wezîr pirsî
11:31 40 karker bi Kovîd-19’ê ketin
11:15 Radyoyan desteser dikin û rojnameyan nadin
10:45 HDP: Divê cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî bên aşkerekirin
10:32 Pekoz: Îtîfaqa bi ENKS’ê re dê polîtîkayên Enqere biguherîne
10:12 Hat îdiakirin ku ji ber wî hilnedane ezmûnê întîhar kiriye
10:07 Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin
10:04 Me xwe gihand belgenameyên deyndariyê yên ku Beyoglû înkar dikir
10:00 Cenazeyê piştî 20 salan dîtin niha jî li peyarêyê hatiye veşartin
09:46 'Wê dîmenên pirê aqûbeta Dokûyê zelal bike'
09:17 Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
09:16 Hê jî Borseya Heywanan nehatiye vekirin
09:15 Karkerên çandiniyê dixwazin sîgorteya wan bê çêkirin
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan