'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'

  • rojane
  • 11:54 1 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE - Huseyîn Karababa bi minasebeta salvegera komkujiya Sêwasê diyar kir ku xwişka wî Gulsun Karababa ya di komkujiya Sêwasê de şewitî û jiyana xwe ji dest da, di rojnivîska xwe de gotibû “Ez ê zû ji vê cîhanê koç bikim, lê ez ê şopê bihêlim." Karababa, anî ziman ku heta ev agir geş bibe û hilbibe, dê hawifaz û bîra wan her tim zindî be." 
 
Di 2'ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê 33 kesên di navde hunermend, rewşenbir, nivîskar hebûn hatin şewitandin. Di ser komkujiya sêwasê re 27 sal derbas bûn. Yek ji kesên di komkujiyê de hatin şewitandin Hunermenda ciwan a 22 salî Gulsun Karababa bû. Birayê wê Huseyin Karababa tekildarî komkujiya Mamakê axivî. Huseyîn Karababa ku 10 salan ji Gulsun Karababa mezintir e, qala xwişka xwe kir û wiha got: "Em herdu di 25’ê Kanûnê de ji dayik bûn. Gulsun, biçûka malê bû. Me li ser destan mezin kir. Bir çalak  û şoreşger bû. Evîndarê azadiyê bû. Hem wêne xêz dikir, hem jî li tembûre dixist. Nazdara me bû. Bi politika û feminizmê eleqeder dibû. Navbera Gulsun û her kesî baş bû."  
 
‘PIŞTÎ TELEFONÊ HER TIŞT SER Û BIN BÛ' 
 
Karababa, anî ziman ku dema komkujî pêk hat ew li bajarê Hamburg ê Almanyayê bû û wiha lê zêde kir: "Min ji xalê xwe bihîst ku xwişka min şewitî. Ji bo ez bem Tirkiyeyê min amadekarî dikir. Min ji bo Gulsun berçavka çarçoveya Îtalyan û pantolon kirî. Min amadekariyên xwe qedand û tam diketim rê telefon hat. Bi hatina telefonê re her tişt tev li hev bû. Saet di 14.00’ê esir de hevjina min hat. Min got ‘Bêhna min diçike. Tu dikare min derxe derve.' Em derketin derve û êvarî hatin malê. Ez bi fikar bûm. Min bihîst ku Otel şewitandine û kesên wekî Nesîmî Çimen û derdora wan di otelê de şewitîne. Bavê min hat aqilê min. Bavê min ozanekî mezin bû. Dema xalê min bi telefonê li min geriya min got 'Bavê min e' Xalê min got na qet Gulsum  nehat aqilê min. Lê dema xalê min got Gulsun û Handan  e telefon ji destê min ket xwar. Her tişt li ber çavê min tarî bû û ji ser hişê xwe çûm. Her tiştê min ser û bin bû. Piştre min ji hevjîna xwe re got 'Her tiştî emanetî te dikim. Ez ê dîsa vegerim û hatim Tirkiye. Piştî wê rojê carek din venegeriyam. 
 
'EZ Ê ZÛ KOÇ BIKIM LÊ EZÊ ŞOPÊ LI PEY XWE BIHÊLIM' 
 
Karababa, anî ziman ku xwişka wî Gulsun, di rojnivîska xwe de gotibû “Ez ê ji vê cîhanê zû koç bikim, lê ez ê şopê bihêlim" û wiha got: "Em ji Sêwasê ne.  Em di nava şer de mezin bûn. Ev şer ne nû bû. Lê qetilkirina bi şewatê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mirov ne li dijminê xwe û ne li tu kesî vê vê yekê dike. Piştî Gulsum hat şewitandin, me her tiştê xwe da alî û em ketin vê rêyê. Gulsum ev doz anî heta vir. Em li Sêwasê di nava Elewiyan de malbatek tên nasîn. Piştî me Gulsum winda kir, êdî her tişt ji bo min qediya. Eger em dest ji vê meseleyê berdin, tu wateya Sîwasiya me û Elewitiya me namîne.Me sond xwariye ku em dest ji vê meseleyê bernedin."
 
 
Karababa, bal kişand ser tekoşîna 27  salan a hiqûqê û wiha got: “Niha darizandina 3 kesên fîrarî yên dosyayê didomin. Piştî 2023'an dê dem di ser dozê re derbas bibe. Di pêvajyoa şewbê de min li gel parêzerê xwe dozya lêkolîn dikir, me dît ku 3 kes ne ji sûçê terorê ji sûcê cînayetê li wan digerin. Me serî li dadgehê da. Me pêvajoyek nû da destpêkirin. Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ketin navberê. Me 5 cilt pirtûk derxist. Em dixwazin ku 3 bersûc bi lez ji doza terorê bê bên darizandin. 27 sal derblas bûn, lê doz hêj bi encam nebûye. Malbat diyar dikin ku raste rast destê dewletê di nava vê yekê de heye. Dema li Dîkmenê cenaze rakirin wê demê min dirûşmeya ‘Qatil devlet’ berz kir. Ji wê deme heta niha 27 sal borîn, lê hêj ez li pêş otela Madimakê û Gobeka Kizilayê dibêjim ‘Qatil dewlet'. Me der barê Waliyê Sêqasê Salih Aydin de serlêdana sûc kiriye. Ev komkujî ye. Waliyê wê demê li dijî wê bûyerê digot 'Zêde mudaxale nekin'  Piştre çend waliyên din jî hatin gotin 'Ev bûyer e' 
 
Ji bo Otela Madimakê bibe "Muzeya Şermê" têkoşîna me didome. 
 
 
Karababa, anî ziman ku dê sibê kesên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bibîr binin. Agirê ji Madimakê hilbû, hêj hildibe. Ez der û dora agir paqij dikim. Her tim agir geş dikim. Heta ku agir hilbibe û geş bibe dê tu carî bîr û hafiza ya me winda nebe. Dewlet hewl dide ku komkujiyê di sînorê Sêwasê de bifetisîne. Lê îro li her derê cîhanê bîranîn hene." 
 
MA / Zemo Aggoz
 
 

Sernavên din

03/07/2020
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir