Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin

  • rojane
  • 14:20 2 Tîrmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Li ber cihê komkujiyê Otela Madimakê ya Sêwazê 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend ên hatin şewitandin di salvegera 27’emîn de hatin bibîranîn. Beşdarên bîranînê dirûşma “Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin” berz kirin û xwestin Madimak bibe muzeya şermê. 
 
Di 2’ê Tîrmeha 1993’yan de 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend bi boneya şahiyên Pîr Sûltan Abdal diçin Sêwazê  û li Otela Madimakê bicih dibin. Ew roj otel tê şewitandin û 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend dişewitin. Bi wesîleya salvgera 27’emîn salvegera Komkujiya Madimakê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) 33 qûrbanî li ber Otela Madimakê hatin bibîranîn. Xizmên qûrbaniyan, nûnerên rêxistinên elewiyan, parlamenterên HDP û CHP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk beşdarî bîranînê bûn. 
 
Meşa di çarçoveya bîranînê de hat xwestin ku bê lidarxistin ji aliyê Walîtiya Sêwazê bi hêceta vîrûsa koronayê hat astengkirin. Li ser vê yekê hevdîtin hatin kirin û destûra meşa ji Meydana Walîtiyê heta Otela Madimakê ku bi qasî 600 metre ye hat dayîn. 
 
Ji saetên serê sibehê ve beşdar û malbatên qûrbaniyan li ber PSAKD’ê ya Şaxa Sêwazê kom bûn. Di meşê de tevdîra dij koronayê hat girtin û meş pêk hat. Di meşê de wêneyên qûrbaniyan û pankart hatin hildan û dirûşma “Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin” berz kirin. Bîranîna îsal li ser navê bijîşk û helbestvan Behçet Aysan hat lidarxistin û di meşê de pêşmalkên spî li xwe kirin. 
 
Meşa bîranê li ber Otela Madimakê bi dawî bû û girseyê qerenfîl danîn û rêz girtin û qûrbaniyan bibîr anîn. 
 
‘RÛBIRÛBÛN NEHAT KIRIN’ 
 
Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Alkan diyar kir ku tevî 27 sal bi ser komkujiyê de derbas bû jî hêj rûbirûbûn nehatiye kirin û wiha got: “27 sal berê Serokwezîra wê demê ji bo qatilan got ‘xwedê şikir tiştek ji wan nebûye.’ Heke li sûcek pişt komkujiyê digerin bila çapemeniya herêmî were darizandin. Em manşetên çapemeniya herêmî yên beriya komkujiyê û pişt re baş dizanin. Divê çapemenî ne alîgir be. Çapemenî wîjdanê gel e. Heta ku Madimak nebe muzeya şermê em ê werin vir. Û ku Madimak bibe muze jî em ê heta hetayê werin vir. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe li vir bibîr bînin. Canê hemû hevalên me ji canê 33 şehîdên me bi nirxtir e. 27 sal in em bi vê dirûşmê bîranînê li dar dixin û em ê ji şûn ve jî li dar bixin. Rêya li hevhatina bi elewiyan re bi lêborîn xwestinê mimkin e. Em ji dewletê li benda vê sozê ne.” 
 
‘ZÎHNIYETA MADIMAKÊ DIDOME’ 
 
Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî Alevî Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku zîhniyeta Madimakê pêk anî îro jî li ser kar e û didome û heta hesab were xwestin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
‘XWIŞKA MIN BI SAXÎ ŞEWITANDIN’ 
 
Birayê Gulsun Karababa ya di komkujiyê de hat şewitandin Huseyîn Karababa jî bertek nîşan da ku divê ji komkujiyê re “bûyer” neyê gotin. Karababa got: “Ev 27 sal in em bi hev re têdikoşin. Em bîranîna îsal em li ser navê Behçet Aysan dikin. Ez li vir bang li dewletê dikim; ev ne bûyerek e, ev komkujiyek e. Xwişka min wefat nekiriye. Xwişka min bi saxî hat şewitandin. Çawa hûn dibêjin wefat. Ev komkujiyek bi piştgiriya dewletê pêk hatiye ye.” 
 
‘EM Ê JI BÎR NEKIN’ 
 
Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî got: “Li ser vê axê komkujiyên li ser elewiyan ewqas pir in, nayên jimartin. Lê em ê tu carî cangoriyên xwe ji bîr nekin û em ê wan bibîrbînin. Emê semahê xwe li dora wan bigerînin.” 
 

Sernavên din

03/07/2020
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir