Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket

img
AMED – Hejmara 15’emîn a Kovara Dilop bi naverokek dewlemend û nivîsên balkêş derket. Dosyeya vê hejmarê balê dikişîne ser axaftin û nivîsandina kurdî ya ku Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk vekolandiye. 
 
Kovara Dilop ku di warê çand, huner û polîtîkayê de du mehan carekê weşanê dike bi hejmara xwe ya 15’an gihîşt ber destê xwîneran. Ji ber nexweşiya Covîd-19’ê hejmara 14’an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derket. Di hejmara tîrmeh-tebaxê de dîsa nivîsên cur bi cur hene. 
 
DOSYEYA HEJMARÊ
 
Navenda Lêkolînan a Sosyo-polîtîk derheqê axaftin û nivîsandina kurdî ya li bakurê Kurdistanê de encama lêkolînekê weşandibû. Lêkolîner, li ser têkiliya rewşa sosyo-ekonomîk û bikaranîna ziman gihabûn encamên balkêş û rewşa nebaş a kurdî careke din li ber çavan raxistibûn. Kovara Dilopê jî di vê hejmarê de berê xwe da vê meseleyê û dosyeya xwe li ser vê babetê weşand. Cûma Çîçek ê akademîsyen di roportaja dosyeyê de li ser vê meseleyê nirxandinên muhîm dike û pêşniyazên xwe vedibêje. Kovar, dê di hejmareke din de jî ji vî aliyî ve li vê meseleyê bikole.
 
KURDÊN SOVYETÊ
 
Di navbera 1939-1945’an de Şerê Cîhanê yê 2’yemîn diqewime. Di encama vî şerî de bi milyonan hemwelatiyên Yekîtiya Sovyetê can didin ku gelek kurdên Sovyetistanê jî, ji bo parastina Sovyetistanê beşdarî şer dibin. Sedat Ulugana yê akademîsyen tesîra vî şerî ya li ser dengbêjiya kurdên Sovyetistanê bi kilaman radixe ber çavan. Eskerê Boyîk jî di nivîsa xwe de qala tarîxa alfabeyên kurdî yên li Sovyetistanê dike.
 
Di vê hejmara kovarê de Recep Maraşli, ku ew bixwe jî wênesaz e, derheqê berhemdariya Sevada Grigoryan ê wênesaz de nivîsiye. Maraşli di vê nivîsê de afirîneriya Grigoryan weke çîrokbêjiyê dibîne û dibêje berhemên wî “Ji paş çiyayê Qaf hatine lê saf, xweşik û dilpak in”.
 
Di hejmara borî de Mesut Alp li ser yekem şerê biyolojîk nivîsîbû. Alp, di vê hejmarê de jî berê xwe daye jêrê Mêrdînê; Şerê Darayê ku weke yekem şerê kîmyewî tê dîtin.
 
NAZIM HÎKMET, ÎDRÎSÊ BEDLÎSÎ, DR. QASIMLO
 
Di vê hejmarê de Mihemed Ronahî li ser Nazim Hîkmet nivîsiye. Ronahî, têkiliya Nazim Hîkmet û kurdan, bi taybetî jî ya wî û Hejar Mukriyanî yê helbestvanê gewre, bi çavkaniya bîranînên Mukriyanî vegotiye.
 
Mehmet Bayrak li ser Îdrîsê Bedlîsî nivîsiye ku carcaran sekna wî û têkiliyên wî yên ligel dewleta Osmaniyan dibe sebebê nîqaşan. Bayrak, bi belgeyan qala têkiliyên wî yên ligel Osmaniyan dike û encamên van têkiliyan dinirxîne. Dr. Qasimlo û hevalên wî dê ji bo çareseriya kêşeya kurd ligel rayedarên Îranê rûniştina lê bi komployekê hatin kuştin; komploya Viyanayê. Fehîm Işik di 90 saliya Dr. Qasimlo de pirsa qatilên wî û hevalên wî kiriye.
 
Weke din di vê hejmarê de Rohat Alakom li ser Kurdistan-Sporê, Sezai Sarıoglu li ser guldexwînên Hekariyê, Mecnur Laçin jî li ser Anzeleyê nivîsandine. 
 
Helbestvanên vê hejmarê Selîm Temo, Ralph Waldo Emerson û Suat Baran in ku Baran xelatgirê îsalîn ê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ye. Fewzî Bîlge dîsa bi tabloyeke xwe reng daye kovarê.
 

Sernavên din

03/07/2020
09:51 Parlamenterê CHP’ê bi gumana koronayê rakirin nexweşxaneyê
09:26 Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin
09:06 Jin wê meşa fînalê li Agirî û Dersimê li dar bixin
09:06 Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!
09:05 Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin
09:05 Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê
09:01 Dede: AKP-MHP projeya FETO'yê pêk tînin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
02/07/2020
20:04 Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 167
19:31 Rêvebirê TÛAY-DER'ê Hayme hat berdan
16:23 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd: Divê nivîskar werin berdan
16:11 Li Bismilê 4 kes hatin girtin
16:00 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdin
15:59 Polisan mudaxaleyî bîranîna Sêwazê kir û 7 kes binçav kirin
15:47 Xizmetkarên tenduristiyê yên Amedê xwarin boykot kirin
15:40 Hejmara 15’an a Kovara Dilopê derket
14:59 Ciwan derbarê qedexeya medya civakî de çi difikirin?
14:49 Egîtîm Sen: Nûnerê hat binçavkirin û malbata wî hat tirsandin
14:33 Xebatkarê DEDAŞ’ê ji dîrekê ceylanê ket û jiyana xwe ji dest da
14:33 Rojek beriya çalakiya baroyan Walîtiya Enqereyê çalakiyan qedexe kir
14:28 Parêzeran li diji pir baroyan zincîra parastinê ava kirin
14:20 Komkujiya Sêwazê di sala 27’emîn de ye: Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin
14:02 Malbata Nivîskar Bezercî yê li Sêwasê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
14:01 Şewata li Gabarê vemirî
13:13 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:12 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 5 bajaran bi meşe
13:09 Danişîna Rojnameger Altan taloq bû
12:55 Li Milazgirê 50 mih di lehiyêde fetisîn
12:34 Keywan: Êdî bes e
12:27 Kûrtûlmûş, derketina ji Peymana Stenbolê anî rojevê
12:04 Danişîna 2 rojnamegeran hat taloqkirin
12:02 Gergerlîoglû ji bo ku çalakiyên lincê weke sûcên mirovahiyê bên nasîn pêşniyarqanûn da meclisê
12:02 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
11:36 Qurbaniyên komkujiya Sêwasê bibîr anîn: Bila kujer bên darizandin
11:13 Li Bîrtek û Baltan ên DBP’î her yek 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn
11:05 Deyndêran bi hêczê girtin ber derî: Şaredariya ku di nav deynan de ritimiye hat valakirin
10:37 Melet: Berpirsê mirina penaberan îqtîdar e
10:17 Rojnameger Qehreman 6 roj in di bin çavan de ye
10:15 Mexdûrên Lehiyê: Me canê xwe bi zorê xelas kir
10:10 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
10:04 Ji 309 girtiyên serî hildan 5 hezar û 871 sal ceza dixwazin
09:57 Dîrekên lembeyan li dijî vehûna dîrokî hat dîtin
09:55 Cotkar wê ecûrên pere nakin êdî neçinin
09:46 Eskerên Iraqê li Zaxoyê bi cih bûn
09:26 ‘Îşkencekirina Rojbîn Çetîn konseptek nû ye’
09:23 ‘Îşkenceya li Çetînê kirin li rûmeta mirovahiyê hatiye kirin'
09:22 Piştî giştînameyê jî eywanên dawetan venebûn
09:22 Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin
09:21 Piştî komkujiyê îstifa kir, careke din neçû Sêwasê
09:20 Dr. Saglam: Asayîbûn çênebûye, nexweşîn neqediyaye
09:20 Beriya qeyûm 10 hezar pirtûk bûn, piştî qeyûm 300 pirtûk man
09:19 Komên çekdar li Rojava berê jinan dikin hedef
09:18 Tespîta vîrûsê dikin lê tedbîrê nagirin
09:18 Tona kayê li zeviyê 450 tl li bazarê 700 tl ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN
01/07/2020
20:16 Hejmara pêketiyan 200 hezarî derbas kir
16:18 'Bi HES'an bîra civakê û gelan tune dikin'
16:10 Eskeran li Pasûrê agir bi daristanê xist
15:51 Li Şaredariya Mêrdînê bêrêbazî û nelirêtî derketin holê
15:45 Parazvanên mafên mirovan: Tirkiye bûye warê îşkenceyê
15:00 Polîsan daxuyaniya ji bo girtîgehan asteng kir
14:47 Xwestin serokê wan were berdan
14:28 Serokê komîsyonê daxwaza serokên baroyan a tevlêbûna civînê red kir
14:14 Jinên elewî yên li Madimakê hatin qetilkirin bibîr anîn
14:04 Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
13:30 Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
12:47 Ji bo doza Leyla Guven dê şahid bi zorê bibin dadgehê
12:00 Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ji bo Sûriyeyê li hev dicivin
11:54 'Heta agir geş bibe dê bîra me zindî be'
11:44 ‘Xwarin û ava nepaqij didin girtiyan’
10:59 Piştî bi mehan şewb hat bîra MARSÛ’yê zema avê paşde xist
10:25 Dozger hewce bi şopandina kuştina 7 gundiyan nedît
09:51 Li Antalyayê polisan endamekî Malên Gel binçav kirin
09:20 Ji sibê heta êvarê li benda firotina satilek mast in
09:14 'Avahiyên talûke vedişêrin'
09:12 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Feraseta wê rojê niha îqtidar e
09:12 'Hevsengiya xwezayê biparêzin'
09:11 Cihê wan teng e û nikarin rakevin
09:10 Rêveberiyê 5 xwendekarên aqûbeta Dokû pirsîn ji wargehê avêt
09:10 Astengdar: Tenê hurmetê nîşan bidin bes e
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/06/2020
21:59 Mihên ketin ber lehiyê mirin
21:19 Agir bi devereke Çiyayê Gabarê ket
20:53 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin binçavkirin
19:47 16 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:53 Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin
16:50 30 baroyan banga 'Mîtînga Mezin' kirin
16:28 Parlamenterên HDP’ê: Em di 2’ê tîrmehê de li Sêwazê ne
16:08 Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin
15:50 Leyla Guven li dozgeriyê îfade da
15:35 Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal hat girtin
15:08 Polîsan mudaxaleyî parastine kirin
14:41 Rapora ‘Welatiyên Tirkiyeyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’
14:32 KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin
14:25 Buldan: Operasyona KCD'ê dijminantiya kurdan nîşan dide
14:11 Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e
14:10 Li Mereşê 5 kes hatin binçavkirin
14:10 HDP’ê ji saziyên navneteweyî re 3 name şandin
13:47 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:33 Serokê Bajar ê AKP’ê xebatên Şaredariya Rezan kontrol kir