Nêzbûna Fransa û Almanyayê?

  • rojane
  • 14:28 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Nivîskarê e-rojname Ahmet Aktaş, bal kişand ser têkiliyên di navbera Fransa û Almanya de û got: Xurtbûna têkiliyên di navbêra Almanya û Fransayê de gelek balkêş e. Ji bo dîzayna vê sedsala nû, aktorên li pêş niha li gel DYA û Rûsyayê, Çîn, Fransa û Almanya jî berendam in. Helbet di Rojhilata Navîn de, yê herî bi rêxistin û bi hêz, xwedî îrade û rêberî ye gelê kurd e. Ji ber vê li herêmê aktora yekem e. 

 
Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, vê hefteyê bi sernavê "Nêzbûna Fransa û Almanya" cih da têkiliyên di navbera 2 welatan û welatên serdest ên Rûsya û DYA'yê. Dîsa li ser rola Kurdan a herêmê rawestiya. 
 
Nivîsa Aktaş a di e-rojname de bi lînka:  wiha ye: 
 
Xurtbûna têkiliyên di navbêra Almanya û Fransayê de gelek balkêş e. Bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê yên li Lîbyayê, danûstandina van her du dewletan hîn zêdetir derketin ber çavan û bala raya giştî gelekî kişandin ser xwe.
 
Bê guman ev têkiliye, ne bi tenê yên van demê dawî ne û ne tenê têkiliyên her du dewletan bi tenê ne.
 
Weke ku tê zanîn û pir bi berfirehî ketiye rojeva cîhanê ku di vê sedsala 21’emîn de li hemû cîhanê bendewariya dîzayneke nû heye. Ew serokatiya dubendiya cîhanê ya di navbera DYA û Rûsyayê de, êdî riziya ye, gav bi gav parçe dibe, diyar e ku her du serkêş jî êdî nikarin weke berê serkêşiya bendên xwe bikin.
 
Li aliyekê xurtbûna Çînê, li aliyê din dewletên YE’yê li hemberî her du serkêşan an jî bi serê xwe dixwazin rêyekê ji xwe re hilbijêrin. Di nava van dewletan hemûyan de, him nakokî, him rakêşî û heta çendin ne yekser li hemberî hev be jî, bi rêya hevalbendên xwe, li hinek deveran şer û pevçûn jî heye.
 
Li ser vê belaya Covîd-19 jî, gelek ji wan hevdu tawanbar dikin. Lê em vê tawanbariyên wan ên li dijî hev dikin bidin rexekê, encama vê nexweşiyê jî li ser nakokiyên van dewletan bandoreke xwe heye. Belê bi bingehîn, bêhtir piştî bûyerên Efganistanê û Iraqê ev nakokî germ bûn. Bi giranî jî li ser şer û cenga li Sûriyeyê û Lîbyayê dijwar bû û ev dewlete hîn aşkeratir hatin hemberî hev.
 
Ev mijara, cîhanî û sedsalî ye û gelek berfirehe. Lê ez ê niha tenê bi giranî li ser xala Fransa û Almanyayê rawestim. Nakokiyên rêberê her du dewletan jî, li gel Trump zêde bûne û her dibin jî.
 
Mijara avakirina Arteşa Ewropayê, hem DYA û hem jî Stoltenbergê NATO’yê zêde aciz kiribû. Yê ku pêşengiya vê projeyê kiribû Macron bû, Merkel û Spanyayê jî piştgiriyê didê.
 
Li ser Sûriye û Lîbyayê jî, ava wan di cuhekekê de neherikiya. Di van rojên dawî de şer li Lîbyayê jî dijwartir dibe. Hema hema kîjan dewleta li gel kîjan hêz û dewletê ye zelaltir dibe. Niha yên gelek dijberî hev in, di rû re Tirkiye û Fransa ne. Belê eniyê dijber firehtir e. DYA û Qeter û hwd. bi Tirkiyeyê re li gel Serrac in. Rûsya, Fransa, Almanya, Yewnanistan, Qibris, Siûdî, Îmarat Erebî û hwd. li gel Hefter in.
 
Bêgûman weke min li sernivîsê jî daye diyarkirin, mijara herî balkêş û derdikeve pêş û di raya giştî de bêhtir mijara guftugoyê ye; helwest û têkiliyên di navbera Fransa û Almanyayê de ne.
 
Weke ku tê zanîn Almanyayê ji bo çareserkirina pirsgirêka Lîbyayê li Berlînê malovanî kir. Îcar niha hîn germtir, dixwaze bi Fransayê re pêşengtiyê ji vê pirsgrêkêre jî bike û hîn jî zêdetir diçe û hewldanê ji bo serkirdeya YE’yê jî dike.
 
Ji 1’ê vê mehê ve serokatiya YE’yê jî hilda ser milê xwe. Beriya wê bi rojekê Macron li bajar Meseberg ê Almanyayê hevdîtineke dûr û dirêj bi Merkel re kir. Li pey vê, Fransayê duh ragihand ku hêza xwe ji tetbîqeta NATO’yê ya Behra Spî kişandiye! Ji xwe demekî nêz beriya niha Macron gotibû; ‘NATO ji hêla mejî ve êdî mirî ye.’ Sedem jî, çima keştiya Tirkiyeyê yên şer, keştiyên wan tacîz kirine û NATO hesab ji Tirkiyeyê ne pirsiye? Her wiha çima Tirkiye ambargoya çekan a li ser Lîbyayê xera dike û hwd. û NATO dengê xwe jê re nake?
 
Ji xwe Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Haîko Maas jî bi israr dibêje ‘Dewletên ku ambargoya çekan a li ser Lîbyayê têkbirine divê werin aşkerakirin û hesab jê were pirsin!’ Ev jî dide nîşandan ku dixwaze Tirkiyeyê tawanbar bike. Ji ber ku demek beriya niha Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonî Guteres, navê dewletên ambargo têkbiriye aşkera kiribû û di serê rêzê de dewleta tirk nîşan dabû!
 
Her wiha Haiko Maas duh di daxuyaniya xwe de bang li hemû wezîrên karên derve yên welatên Ewropayê kir û ew ê di roja 13’ê tîrmehê de bicivin. Mijar bi tenê li ser Tirkiyeyê ye û têkbirina ambargoya çekan a li ser Lîbyayê ye.
 
Ji aliyeke din ve jî, H. Maas li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalya û Fransayê, bi belavokekê bang kirine ji bo agirbes li Lîbyayê çêbibe, di çarçoveya peymana Berlînê de.
 
Bi kurt û kurmancî weke encam mirov dikare bibêje ku ji bo dîzayna vê sedsala nû, aktorên li pêş niha li gel DYA û Rûsyayê, Çîn, Fransa û Almanya jî berendam in. Helbet di Rojhilata Navîn de, yê herî bi rêxistin û bi hêz, xwedî îrade û rêberî ye gelê kurd e, lewma ew jî di qada xwe de, di herêmê de aktor e û berendamê yekemîn e. Ji xwe bi taybetî jî di Rojava de, weke mînak û model, xwe bi raya giştî re daye nasandin û heta radeyekê xwe daye pejirandin jî. Lewma, bêguman di her hesabî de (pozîtîf-negatîf), Tevgêra Azadiya Gelê Kurd jî heye.
 
 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?