Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e

  • rojane
  • 09:12 4 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Aynete Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye, bang kir ku daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin. 

Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 5 girtî di 24'ê Hezîranê de ji bo meseleya avê bê helkirin, girtiyên nexweş bên tedawîkirin, lêgerîna tazî bi dawî bibe, girtiyên cezayên wan qediyane bên berdan û bidawîbûna lêgerîna li odeyan ku heftê du caran tê kirin, ji bo jimariya ku gelek gardiyan bi hev re dikin bi dawî bibe, ji bo saetên hevdîtinê bên sererastkirin û mafê wan ê atolyeyê bê dayîn dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin îro Hîdayet Duger, Hidir Demîrtaş, Erkan Bayram, Mehmet Tahîr Ozcan û Reber Varhan daxilî nav greva birçîbûnê kirin. 
 
Aynete Bûlût, dayika Serhat Bûlût ku kurê wê Serhat Bûlût di greva birçîbûnê de ye, bang li îdareya girtîgehê kir ku daxwaza girtiyan qebûl bike û dawî li binpêkirinên mafan bîne. 
 
‘DI NAV ZINDANÊ DE ZINDAN' 
 
Dayik Bûlût, diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axifiye û kurê wê gotiye zext û zorî zêde bûne û got: "Kurê min digot, 'tim heqaretê li me dikin, bi zext û zoriyê bi ser me de tên.' Îdareya girtîgehê di nav zindanê de zindan ava kiriye."
 
Bûlût, anî ziman ku fikara ku ji ber zext û zoriyên kurê wê jî dest bi greva birçîbûnê bike û got: "Çimkî hê jî bandora greva birçîbûnê ya din li ser me ye. Kurê min, li dijî tecrîdê 3 meh û 10 rojan di greva birçîbûnê de ma. Hê jî di bin bandora wê de me. Gava cardin ket greva birçîbûnê min hew deyax kir. Pir bi min zehmet hat. Ji roja ku min bihîstiye ketine greva birçîbûnê xwarin bi qirika min de naçe." 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Dayik Bûlût, anî ziman ku kurê wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine û gotiye, qawîş pir qelebalix in, ava wan têra wan nake, girtiyên nexweş nayên tedwîkirin, nexweşên dibin girtîgehê jî ji paş de destê wan tên kelemçekirin û got: "Kurê min got, li qawîşê girtiyekî bi tayê dikeve heye. Carinan ji ser hişê xwe diçe, lê gardiyan mudaxile nakin. Loma zirarê dide xwe. Got, 'Li girtîgehê revîr heye, lê me nabin revîrê.' Ji bo van daxwazên xwe dest bi greva birçîbûnê kirine. Tenê doza heqê xwe dikin. Ji bo mirov karibe bijî pêdivî bi hin tiştan heye. Lê li wir ew jî tunene." 
 
Bûlût, bal kişand ser qanûna înfazê ya girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin û bang li rayedaran kir: "Zarokên me ji ber fikrên xwe hatine girtin. Bila hiqûq ji bo her kesî wekhev pêk bê. Bang li midûrê girtîgehê jî dikim. Daxwazên wan ne ew daxwazin ku neyên qebûlkirin. Nabêjin me berdin û bibin şahiyê. Tenê avê dixwazin, ma mirov bê av dikare bijî." 
 
BANG LI MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ KIR 
 
Bûlût, gazî midûrê girtîgehê jî kir û got: "Bang li midûr dikim: Demek berê li Mêrdînê grevên birçîbûnê dest pê kirin. Piştî daxwaz hatin qebûlkirin bi dawî bû. Naxwe gava mirov bixwaze dikare bike. Banga min jî ew e ku ew jî ji bo van daxwazan biwijdan tev bigere. Bila ew û girtiyan rûnên biaxifin. Heger daxwaz neyên qebûlkirin wê kes nikaribe girtiyan bigire. Em jî heya dawiyê li cem zarokên xwe ne. Em nikarin wan bi mirinê re rû bi rû bihêlin. Madem wisa, em ê jî herin çi dikin ji zarokên me bila li me jî bikin." 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?