‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’

  • rojane
  • 09:04 6 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Endamê Meclisa DBP’ê Murat Kan têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê, diyar kir ku li dijî êrîşên ku îmhakirina kurdan dikin armanc, divê gelê kurd li her çar perçeyên welat û ewropayê bi girseyî têbikoşin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nîqaşên yekitiya neteweya kurd re, pêngava yekemîn hat avêtin. Li Rojava berî demekê 25 pêkhat û partî lihev kom bûn û Partiyên Yekitiya Neteweya Kurd (PYNK) ava kirin. Piştî nîqaşên dûv û dirêj êndi navbera PYNK û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de, di 17’ê Hezîranê de, di çarçoveya Peymana Dihokê de, mutabakat hat îmzekirin. Ev pênga li Rojava hat avêtin, ji bo kurdên li welatiyên din dijîn bû hêviyek mezin. Lê Tirkiyeyê tenê, berteke tund nîşanî vê pêngavê da û êrîşên xwe zêdetir kirin.
 
Divê çarçoveyê de Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li dijî herêma Heftenînê ya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dest bi operasyonek berfireh kir û operasyona di 16'ê Hezîranê de dest pê kir dewam dike. Her ku diçe li herêmê şer û pevçûnên dijwar rû didin û ev bandorê li gelê herêmê dike. Ji roja ku operasyona TSK'ê dest pê kiriye û heya niha, di bombebaranên hatin kirin de, 6 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sîvîl jî birîndar bûn.
 
Endamê Meclîsa Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Murat Kan, têkildarî pênga yekitiya neteweya kurd a li Rojava hat avêtin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herema Kurdistana Federal axivî û nirxandinên girîng kirin. Kan, diyar kir ku Tirkiyê îro li dijî Tevgera Azadiya Kurd dest bi pêvajoyeke tesfiye kirina bîrdozî, polîtîk, aborî û eskerî kiriye.
 
Kan, bibîrxist ku di sedsala 21’emîn de ji bo kurdan di qada navnetewî nîqaşên girîng hene û wiha got: “Li gorî pêşketinên heyî wê sedsala 21’emîn ji bo kurdan bibe statûya xwe bidestxistinê. Li ser erdnîgariya kurdan arastebûneke cidî ya eskerî û polîtîk heye. Dema rastiya rola kurdan a li Rojhilata Navîn mirov berçav bigire, polîtîkayên netew dewletan dê baştir werin fêm kirin. Divê mirov sebebê operasyonên Tirkiyeyê li vir bigere dest. Hewldana hêzên statukoparêz ew ku statû girtina kurdan astengkirine. Di encama vê de jî, li dijî Tevgera Azad a Kurdan dest bi pêvajoyeke tesfiyeya bîrdozî, polîtîk, aborî û eskerî hatiye kirin. Li aliyê din jî hewl didin gelê kurd îmha bikin. Qetilkirina sîvîlan jî, perçeyekî girîng a van polîtîkaya ne. Ji ber ku dewleta faşîst a Tirkiye di salên 90’î de li Bakûr heman polîtîka pêk anîn. Bi operasyonan li ser erdnîgariya kurdan 5 hezar gund hatin valakirin. Îro heman polîtîka li Başûr bi rêve dibin û dixwazin wê derê jî, vala bikin.”
 
‘HIN HÊZÊN KURDAN NAXWAZIN YEKITI PÊK WERE’
 
Kan, da zanîn ku hikumeta AKP- MHP’ê dizane heta ku Tevgera Azadî ya Kurd hebe dê gelê kurd mafên xwe biparêze û wiha bilêv kir: “Îro tê dîtin ku hinek hêzên navnetewî, ji bo ku kurd bigihin statûya xwe di nava hewldanan de ne. Ji bo avakirina yekitiya neteweyî rolek girîng dikeve ser milê PDK’ê. Ji ber ku gelê kurd di sedsala 20’emîn de yekitiya netewî ava nekirin winda kirin. Sebebê vê jî ewe ku hin hêzên kurdan ji netew dewletan re xizmet dikirin. Ligel hewldanên Tevgera Azad a Kurd, pêknehatina yekitiya netewî ya kurdan ji sekna hin hêzên kurda ne. Divê ev baş bê dîtin.” 
 
Kan, bal kişand ser têkiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Tekiliyên PDK’ê û Tirkiyeyê ji berê de hene. Ev jî di pêşiya yekitiya neteweyî de astengek girîng e. Li Rojava hewldanên ku têkiliyên wisa werin guhertin hene. Ev têkilî jî bi hewldanên Emerîka û Fransayê pêk tên. Elbet banga Fermandarê QSD’ê Mazlûm Kobanî jî, cihekî girîng digire. Gav avêtina ENKS’ê ya ji bo yekitiya neteweyî bêguman geşedaneke girîng e.”
 
‘MODELA ROJAVA DÊ JI BO BAŞÛR JÎ BIBE MODEL’
 
Kan, da zanîn ku gelê Herêma Kurdistana Federe dixwaze êdî yekitiya neteweyî pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Başûrê Kurdistanê êdî naxwaze ku hêzên kurdan bi hevre mijûl bin. Heke ENKS hatibe asta ku Peymana Dihokê qebûl kiribe, ev tê wateya ku PDK’ê jî ev qebûl kiriye. Ji ber ku ENKS ji PDK’ê ne serbixwe ye. Ev modela li Rojava di rojên pêş de dibe ku ji bo Başûr jî bibe rol modelek. Hewldanên yekitiya neteweyî yên li Rojava di pêşerojê de wê bibe wesileya ku li Başûr jî tiştek wisan pêş bikeve. Divê mirov bertekên Tirkiyeyê jî di vî warî de binirxîne. Berjewendiyên Tirkiyeyê di xerabûna yekitiya neteweyî ya kurdan de derbas dibe. Hewldanên wê yên di vî warî de çawa encam negirt, êrîşî Başûr kir û ji kurdan re got ‘heke hûn bibin yek û di bin banê yekitiya neteweyî de werin ba hev ez jî operasyona li dar bixim’ û li aliyê din jî bi êrîşa Kobanê sê jin qetilkirin. Bi van xwest peyamê bide gelê Rojava û Başûr. Ev peyamên wiha dê berdewam bikin. Ji ber ku li hev hatina ENKS’ê û PYNK’ê ji bo yekitiya neteweyî xwedî girîngiyek mezine. Çiye ev rol? Kurd wê li Sûriyeyê statûyek fermî qezenc bikin. Ya duyemîn jî di qada navneteweyî de êdî kurd dê bibin xwedî statûyeke hatiye qebûlkirin.” 
 
Kan, anî ziman ku kurd heta vêgavê beşdarî Peymana Cenevreyê nebûn û wiha rêz kir: “Tirkiyê nehişt ku kurd beşdarî Peymana Cenevreyê bibin. Ji ber vê tevlîbûna ENKS’ê ya yekitiya neteweyî wê bandorê li hêzên navnetewî jî bike ku bi erênî nêzîkî kurdan bibin.”
 
‘LINGÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ GIRÎNG GEL E’
 
Kan, destnîşan kir ku lingekî têkoşînê yê girîng gel e û wiha domand: “Hem di qada demokratîkbûnê de hem jî ji bo yekitiya çar perçeyî divê girse rolekê bide ser xwe. Berpirsyariya gelê kurd ya ewil avakirina yekitiya netewî û ji bo konferansa netewî rol bigire ser xwe ye. Ji polîtîkayên PDK’ê re mirov bêje na di bingeha xwe de ji polîtîkayên dagirkirina dewleta tirk yên Başûr re dibêje na. Ji ber ku niha li Başûr nêzî 20 baregehên dewleta tirk hene. Herkes dizane ku cihên li Başûr Tirkiyeyê dagirkirî terknake û dê li wir baregehên mayînde ava bike. Ji bo ku ew baregeh neyên ava kirin divê bi girseyî li dijî van êrîşên ku îmhakirina kurdan armanç dikin li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê têkoşînek hebe. Encax bi taktik û stratejiyeke rast encam were girtin.”
 
'DIVÊ BERJIWENDÎ NE YEK ALÎBIN'
 
Kan, diyar kir ku li hevhatina ENKS’ê û PYNK’ê ji bo hemû heremê dê bibe rol modelek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hevhatina ENKS’ê û PYNK’ê dê bandorê li Bakûr jî bike. Demekî dirêje hêzên Kurdistanî ji bo ku yekitiya neteweyî avabikin di nava hewldanan de ne. Bi hevre tevgeriyanê, êrîşên dewleta faşîst a Tirkiyeyeyê şermezarkirinê de platformên hevpar hatin avakirin. Lê ev xebat hêj nehatine asta şênberiyê. Divê pêşerojê de kurd ji bo avakirina yekitiya netewî zêdetir kedê bidin û di nava hewldanê de bin. Ji derveyî berjewendiyên partiyan di nava helwesteke berfirehtir de bin."
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaban
 

Sernavên din

06/07/2020
09:04 ‘Bi van êrîşan hewl didin statûya kurdan asteng bikin’
09:04 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Rihayê didome
09:00 ROJEVA 06'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:31 Komîsyona Edaletê daxwaza pergala Pir-Baroyî qebûl kir
05/07/2020
22:24 3 kesên xwestin xwe hênik bikin xeniqîn
21:39 5 hezar û 225 welatî mirin
21:25 Rêxistinên ciwanan dê qurbaniyên Pirsûsê li Guvenparkê bibîr bînin
20:56 Dayika Gulistan dilorîne:
Nizanim Gulistana min çi kirin
Birîndar kirin
Weyla li minê weyla li minê weyla li minê lê biçûka minê
20:28 Jinan li dijî tundiyê dest bi kampanya ‘Em dikevin tevgerê' kirin
19:49 Rêxistinên civakî li dijî tecrîdê daketin qadê
18:41 Hêjmara kesên di teqîna fabrîqeya de mirin bû 6
17:00 Pêkhateyên Şengalê şandeya hikûmeta Iraqê ku Şengal ziyaret kir protesto kir
16:53 Careke din li Elbakê lehî rabû
16:37 Serokê Baroyan cubbe diyarî endamên komîsyonê kir
16:34 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî spartin axê
15:53 SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê
15:44 Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
15:12 Heywanên gundiyan ji bêavî mirin
15:11 Rêveberên TUM BEL-SEN'ê Îkram Mihyaz ê 26 sal berê hat kuştin bibîr anî
13:40 Di teqîna li Efrînê de kesek mir
13:38 Dengbêj Seyîtxanê Boyaxçî jiyana xwe ji dest da
13:20 'Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin'
12:00 2 karkerên bi karebayê ve zeliqîn mirin
11:48 Prz. Arin: Eger peymana Stenbolê betal bikin dê tundî zêde bibe
11:44 ‘Heya ku pêşnûme paşve bê kişandin em ê têbikoşin’
11:16 Li Girê Dûpişkê şer dijwar bû
10:37 Banga koronayê li Şirnexiyan kirin: Bergiriyên xwe bigirin
09:52 DÎSK: Li ser daxwaza patronan qerantîna rakirin
09:23 'Heger tazmînata kidemê dewrî fonê bê kirin ewilî dê jin ji kar bên derxistin'
09:22 Hem nexweşî zêde ye hem av tune
09:20 Dozger zaroka 13 salî kir endama rêxistinê û hewce bi doza kuştinê nedît
09:18 Parêzvanê mafê mirovan: Dadgehê li rezîltiya xwe mikur hat
09:15 Karker: Betalkirina tazmînata kidemê fermana mirina me ye
09:12 Dolmîşvan li ber şaredariya AKP'î di çalakiyê de ne
09:10 Hevjîna Prof. Dr. Halûk Savaş: Ên piştgirî dan îqtidarê û bêdeng man jî berpirsiyar in
09:08 Ozturk: Mudaxaleya KCD'ê êrîşa pêşeroja gelê Tirkiyeyê ye
09:06 26 salin li hestiyên bavê xwe digerin
09:04 Talankirina daristana li Çiyayê Cûdî didome
09:01 ‘Dixwazin ziyaretgeha Dizgun Bava hilweşînin’
09:00 Dadger biryara dozger betal kir û xwest lêpirsîn bidome
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2020'AN
04/07/2020
21:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 206
17:09 Rojîn Çetîn dê 4 rojên din di bin çavan de bihêlin
16:53 Tevlîbûna 8'ê Adarê sûc hesibandin
16:49 Serokwekîlê Koma AKP’ê ji ber bertekan twîtta xwe jê bir
15:24 Girtiyê nexweş Siddik Guler berdin
15:09 Ji bo girtiyê nexweş Nûrûllah Bulbul daxwaza tedawiya lezgîn kirin
14:54 Girtiyê nexweş Yildirim ê bi ‘Covid-19’ ketiye serbest berdin
14:45 Yek ji kesên ku li Farqînê birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtiyên li Wanê binpêkirinên mafan parve kirin
14:22 Raportorên NY'ê înfaza Abdollahpour şermezar kir
14:15 Baca berhemên titûn û alkolê zêde bû
13:53 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Vedat Aydin kirin
13:10 Serokên Baroyan li pêş meclîsê çalakiyê li dar dixin
13:03 ‘Sedemê cînayeta Vedat Aydin dewlet e’
12:34 Zeyneb Celaliyan sirgûn kirin: Min birine zindana Kirman
12:16 Demîrtaş: Êdî ez jî te dişopînim
11:42 Rojnameya Evrenselê dîsa ceza kirin
11:19 Di fabrîqeya fîşekên hewayî de hêj 3 kes winda ne
10:06 Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin
09:55 Serokên baroyan bi peyama ‘têkoşîna me wê bidome’ dawî li Nobeta Parastinê anîn
09:18 Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Kursên Navenda Çandê ya Biharê dest pê kirin
09:13 SES'a Manîsayê: Dibe ku zivistanê rewş xirabtir bibe
09:12 Dayika Bûlût ê di greva birçîbûnê de: Tenê daxwaza wan av e
09:11 Dozger lêpirsîna der barê polîsan de bi 'neşopandinê' bi dawî kir
09:10 Parêzera girtiyê nexweş Aktaş: Bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin
09:10 Xezna Nebî: Dê fikr û felsefeya Ocalan esas bigirin
09:08 Stranbêjên Amedê: Giştînameya wezaretê stranbêjan mexdûr dike
09:06 Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN
03/07/2020
22:31 Rojnamevan Sîbel Hurtaş hat berdan
20:02 19 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Hejmara miriyên di teqîna fabrîkayê de derket 4’an
16:14 Polîsan bi tundî mudaxileyî serokên baroyan kir
15:47 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:07 Polîsan hem ceza li rojnamegeran birî û hem jî rojnamegerek binçav kirin
14:51 6 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Hamît Geylanî hat birîn
14:32 Serokên Baroyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:28 Nêzbûna Fransa û Almanyayê?
14:23 Polîsan li Licê 2 welatî binçav kirin
14:21 Doza Buyukada: Yek ji me bê cezakirin mafê me hemûyan tê binpêkirin
14:18 Rêxistinên tenduristiyê gazî hikumetê kirin
13:41 Berdevka HDP'ê Gunay: Operasyona KCD'ê kumpas e
13:11 Li Rihayê 2 kes hatin tahliyekirin
12:53 DFG: Hêj 97 rojnameger girtî ne
12:33 27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin
12:28 Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da
12:21 5 girtiyên din wê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:02 Eskeran baxçe û genimê welatiyan şewitand
11:45 Serokwezîrê Fransayê îstifa kir
11:44 Polîsan dayîna çay û taştê ya ji bo serokên baroyan qedexe kir
11:38 Rojnameger di bin gefan de ne: Bi zorê winda dikin û îdam dikin
11:36 Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an
11:21 Danişîna Leyla Aydemîr dest pê kir
10:45 Mehmet Ocalan û malbatên din serî li dozgeriyê dan
10:44 Nivîsa MHP'ê li ziyaretgeha Duzgun Baba nivîsandin
10:42 Tarik Ziya Ekîncî bang li parlamenterên HDP’ê kir
10:23 Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand
10:13 KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?