Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû

  • rojane
  • 10:17 7 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED - Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku 29 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin salek şûnde eger kujer neyên dîtin dê dosya wî bê girtin. Hevalê Vedat Aydin û prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku Vedat pir wêrek bû û diçû her derê hêz û cesaret dida wan û got: "Aydin li pey gotina xwe bû. Şoreşgerekî mezin bû."  
 
Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 29 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat kuştin. Vedat Aydin jî di nava dosyayên "Faîl nediyar" de cihê xwe girt. Di salên 1990'î de bi sedan siyasetmedar û pêşengên Kurd hatin revandin û hatin kuştin. Yek jî pêşengê Kurd jî Vedat Aydin bû. Aydin, ji bo Komemela Mafên Mirovan (ÎHD) ava bike ket nava hewldanan. Di heman salê de bû Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Di 28'ê Cotmeha 1990'an de ji ber di Kongreya Navenda  Giştî ya ÎHD'ê de bi Kurdî axivî hat girtin û 2 mehan girtî ma. Aydin,  piştre di sala 1991'an de di kongreya HEP'ê ya Amedê de bû serokê HEP'ê yê Amedê. 
 
DI 5'Ê TÎRMEHÊ DE JI MALÊ REVANDIN 
 
Aydin piştî bû Serokê HEP'ê di 5'ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê kesên çekdar ên xwe wekî polîs dan naskirin ku wekî JÎTEM'ê dihatin nasîn ve hat revandin. Aydin piştî ji malê binçavkirin û şûnde di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê cenazeyê wî dîtin. Dema cezayê wî dîtin, li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Nêzî Sed Hezar gelê Amedê darbesta cenazeyê Aydin li ser milan di 10'ê Tîrmehê de li Goristana Deriyê Mêrdîn defin kirin. Bi sed hazaran kes tev li merasima cenazeyê Aydin bûn. Polîsan êrîşî merasima cenaze kiribûn û di êrîşa polîsan de 8 kesên beşdarî merasima cenaze bûn jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
29 SALIN HÊJ DOZ VENEKIRINE 
 
Ji bo faîlên kuştina Vedat Aydin bên dîtin û darizandin 29 salin gav nehatin avêtin. Di 3'ê Mijdara 1996’an de piştî qezaya Susurlukê rapor hat amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku Vedat Aydin ji aliyê çeteyê di nava dewletê de xwe bi rêxistin kiriye hatiye kuştin. Lê der barê kuştina Aydin de lêpirsîn vekirin. Beriya 5'ê Tîrmeha 2011’an ku dem di ser dosyayê re derbas bibe, Îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan têkildarî cînayetê Vedat Aydin de agahî parve kirin. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Amedê dest bi lêpirsînê kirin. Lê her çend lêpirsîn vekirin jî doz vekirin. 
 
Têkildarî jiyan û têkoyîna Vedat Aydin, Prz. Mehmet Emîn Aktar ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.
 
'ŞOREŞGEREKÎ LI PEY GOTINA XWE BÛ'  
 
Mehmet Emîn Aktar anî ziman ku Aydin herdu jî ji Bisliyê ne û ji ber vê yekê ji berê de hev nas dikirin û wiha got: "Dema ez diçûm dibistana navîn wî zanîngeh dixwend. Her tim li pey gotina xwe bû. Şoreşgerekî pir mezin bû. Di 12'ê Îlonê de di nava berxwedana Zindana Amedê de cihê xwe girt. Li Girtîgehê ji bo mohtacî wan nebe û stuyê xwe li ber wan xwar neke dest ji cixareyê berda. Li ser gotina xwe bû. Ez bi hêsanî diçûm mala wan û wekî birayê min bû. Ev rewşenbirê gel bû. Li gorî xwendekarên ku zaningehê kuta dikin, niqaş dikin, difikirin bêtir di nava gel de bû. Wekî çand û kevneşopiyên gel dijiya. Dema cihê wê dihat çêr dikir. Gotina xwe ji kesî venedişart. Her tişt aşkere digot." 
 
Aktar, bal kişand ser mîtînga ku di sala 1990'an de xwezt li tenişta Mizgefta Mezin pêk bînin û piştre hat qedexekirin û wiha got: “Vedat Aydin ji bo axaftinê derket ser dikê. Lê polîsan ew ji ser dikê daxist. Aydin bertek nîşanî polîsê ku ewil çû wî daxe da û kulm li rûyê polîs xist. Pişte polîs tev li ser wî kom bûn û bi dijwarî li Aydin xistin. Vedat rakirin nexweşxaneyê. Piştre megot Kekê Vedat te çima wisa kir? wî jî got 'Ji xwe dê polîsan li min bixista. Min ji got kulma ewil ez li wî xim bila mêranî ji min re bimine' û helwesta xwe anî ziman." 
 
'BI KURDÎ PARASTIN KIR' 
 
Aktar, da zanîn ku Vedat Aydin di sala 1984’an de li Zindana Amedê her tim bi Kurdî diaxivî û wiha lê zêde kir: "Her tim bi Kurdî diaxivî. Di siyasetê de jî her tim bi kurdî diaxivî. Ji ber di Kongreya Giştî ya ÎHD'ê de bi Kurdî axivî hat girtin. Li dadgehê jî bi Kurdî parastin kir. Di nîsana sala 1991'an de bi hezaran welatî ji zilma Sadam  reviyan û hatin Şirnexê. Vedat Aydin, nûnerên ÎHD'ê û gelek rêxistinên din, em çûn Şirnexê. Em çûn Silopî û Cizîrê. Piştre em çûn Qileban û gundê Işikverenê. Herêmek çiyayî bû. Mirovên sînor derbas kiribûn kon vedabûn. Komê li herêmê lêkolîn dikir. Li wir konek nîşanî me dan. Ez û Kek Vedat derbasî kon bûn. Me dit ku rewşenbir û pêşengê koçberan di kon de kom bûbûn. Me xwest li wan guhdar bikin û daxwazên wan bibhîzin. Kek Vedat got 'Hûn çi dixwazin'. Rewşenbirên wan jî got 'Em li deşta Qoserê kampekê dixwazin.' Kek Vedat bi dilekî êş keniya û got: 'Eybe ji were. Hûn qaşo rewşenbirên civakê ne. Hûn ji ser axa we koç kirine û berê we dane vir. Lê hûn kampek ku dora pê têlkirî û dîlgirtî dixwazin. Hûn bi dîlgirtinê qayil in. Hûn ji niha de dîlgirtinê qebûl dikin. Lê hûn bi zorê ji axa we derxitine. Li şûna hûn bêjin em çawa dîsa vegerin ser axa xwe hûn ketine şoa kampê.' Me mirovên mexdûr ziyaret kiribû. Me xwest li dijî mirovên mexdûr ku bê berxwedan mane hêzêkê bidin wan. Me xwestibû hêviyekê bidin wan. Em rojekê li wir man û piştre vegeriyan." 
 
'JI BO NEYÊ DÎTIN BIRIN MADENÊ' 
 
Aktar, destnîşan kir ku bi Kuştina Aydin pêvajoyek nû dest pê kir û wiha bi dawî kir: "Bi kuştina Aydin pêvajoya revandina bizorê, binçavkirin, windakirin û înfazan dest pê kir. Vedat Aydin ji mala xwe ya Amedê revandin û cenazeyê wî li Madenê avetin. Xwestin cesedê wî jî winda bikin.  Hêz û wêrekî dida civakê. Bi sed hezaran tev li merasima cenaze bû. Polîsan li ser girsê gule reşandin. Aydin li kesên ji bo nirxên neteweyî têdikoşiya û kesên bindest xwedî derdiket. Ji bo wan hêz û wêrekî bû. Diçû ku bi xwe re hêvî, wêrekî û cesaret belav dikir. Di destpêka karê xwe de bû sedem ku em bi wêrekî karê xwe berdewam bikin. Gelek kes wî wekî parêzer dizanin. Lê Kek Vedat mamoste bû. Her tim ji bo civakê parêzer û hîndekar bû. Kesê herî wêrek û bi cesaret ji me stendin û birin. Kesekî hemû tiştên xweşik û bi cesaret di nava xwe de vedihewand." 
 

Sernavên din

09/07/2020
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn
07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike
09:11 Koçerên li Zozanê Nebirnavê: Em fêrî vê jiyanê bûne
09:11 Navê Omedya li keça xwe ya ku pê re ket girtîgehê kir
09:00 ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Welatiyê ku ji Stenbolê vegeriya malê hat binçavkirin
07:28 Li Tirkiyeyê kesên bi vîrûsê mirin gihişt 5 hezar û 241 kesan
06/07/2020
19:09 Hunermendan gora Dengbêj Seyîtxanê Boyaxcî ziyaret kir
16:45 Qeyûm bi îhaleyan bi milyonan TL îsraf kir
16:01 Hevserok, hevşaredar û endamên meclîsê yên HDP’ê hatin binçavkirin
15:56 Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin
15:25 Ji jinan bernameya xwendina pirtûkan
15:22 Alîkariya Şaredariya HDP'ê dabû Amedspor Qeyûm paşve xwest
15:17 ‘Li herêma ku 10 hezar karker lê dixebitin bergiriyên vîrusa koronayê tunene’
14:55 ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê da: 20 gundên Asûriyan vale bûn
14:49 Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin
14:40 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Îskenderûnê aşkere kir
13:42 Li Êlihê rojê tenê 250 test tên kirin
13:39 Li dijî istismara zarokan kampanya ‘Qurdeleya Şîn’ hat destpêkirin
13:32 Rojbîn Çetîn 11 rojin di bin çavan de ye
13:22 Piştî 10 rojan biryara girtinê hat dayîn
13:18 18 rêxistinên mafên mirovan: Tirkiye li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê sûcê komkujiya nîjadî dike
12:46 Di doza Tuncel de beraet: Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere
12:43 Li Wanê şahî û çalakî carek din hatin qedexekirin!
12:11 Kujerê Karaman dîsa negirtin
Dayika Karaman: Hûn her roj me qetil dikin
12:07 Cenazeyên 2 karkerên agiriyî 4 roj in li Cezayîrê tên sekinandin
11:28 HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike
11:02 21 salin heman polîtîka: Zarokên kurd ên terorîst!
10:40 Avê Arpê gel perçe kir lê dîrok û bîranînên wan perçe nekir
10:13 Bi mehan e qargoyan nadin girtiyên li Girtîgeha Patnosê
10:12 Cenazeyê paneberek din jî li Gola Wanê hat dîtin
10:07 Serokên Baroyan vegeriyan bajarên xwe: Her tişt nû dest pê dike
09:54 Hevserokê HDP’ê yê berê Alturk jiyan xwe ji dest da
09:06 'Hesreta me bûye dilopek av'
09:06 EGE TUHAY-DER: Girtiyên nexweş li ber mirinê ne
09:05 Xizmetkarên tenduristiyê dê serlêdana sûc bikin
09:04 Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp
09:04 Qeyûm gelek AKP'î li ser 'Lazimî heye' xistin karê şaredariyê