SAKARYA – Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê di kamyona ku fişekên hewayî vediguhezand de teqîn rû da. Hat ragihandin ku ji 5 leşkerên birîndar bûne 3 leşker mirin e.
Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê teqînek rû da. Hat zanîn ku teqîn di kamyona fişekên hewayî vediguhezand qewimiye û gelek komên agirkuj û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî zanyariyên ewil di teqînê de 5 leşker û welatiyek birîndar bû. Hat ragihandin ku ji van 5 leşkeran 3 leşker mirin e.
Li herêma teqîn pêk hatiye gelek kanên xîzê, qijleyên leşkeriyê û şantiyeya rêya bejahiyê ya Marmaraya Bakur hene.
Çend roj berê di fabrîkaya fişekên hewayî ya li navçeya Hendeka Sakaryayê de teqînek mezin rû dabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi ser 100 kesî re birîndar bûbûn.