* Li navçeya Cizîrê nêzî mehekêye ava taxên Cudî û Nurê hatine birîn. Şêniyên taxan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Şaredarî pirsgirêka avê çareser nake. Kes me muxatab nagire. Tê gotin ku li Cizîrê vîrûs belav bûye. Gelo wê çawan belav nebe?"
* Şewba vîrûsa koronayê û krîza aborî bandorek neyînî li ser kirîn û firotina cil û bergên herêma Botanê jî kir. Esnafan got got ji ber karê wan nabe, nikarin kirêyên xwe bidin û herî zêde îsal zirar kirine.
* Piştî "pêvajoya çareseriyê" hat bidawîkirin ezyeta li cenazeyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û êrîşên li ser gorên wan zêde bûn. Di salên dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin herî kêm 47 caran êrîşî goristanan hatiye kirin û hewldanên hiqûqî yên di vî warî de jî bê encam mane.
* Hevserokê HDP'a Xozatê yê berê Sînan Karakoç ku demek berê hat berdan, diyar kir ku rewşa Denîz Yildirim ê ku pê re hatibû girtin û di heman qawîşê de diman, xirab e û got: "Heger rojek berî rojekê gavek titek neyê kirin dibe ku Denîz jiyana xwe ji dest bide.
* Eser Ozbek, anî ziman ku ji bo diya wî Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek bê berdan serlêdan kirine, lê belê bi îdiaya "dibe ku bireve" serlêdan hatiye redkirin û got: "Jineke extiyar, ê çawa bireve?"
* BEKSAV'ê di 5'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê hilberîne" di warê hunerî de kampanyayek da destpêkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kir.
* Hevalên Seyîdxanê Boyaxcî yên dengbêj ku li Amedê dimînin qala Boyaxcî kirin û gotin: “Seyîtxan, dengbêj û dîrok bû. Me çinareke sed salî winda kir.”
* Serokê HEP'ê yê Bajarê Amedê Vedat Aydin ê di 5'ê tîrmeha 1991'an de ji malê hat revandinû kuştin û di 10'ê Tîrmehê de ji aliyê sedhezaran ve hatibû definkirin, dê li ser gora wî ya Deriyê Mêrdînê bê bibîranîn. (09:00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya cezayê ku RTUK'Ê li Halk TV û Tele1'ê birîye şermezar bike dê li avahiya xwe ya Taksimê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê kesên wekî “Beşler” tên nasîn li ser gorê wan bibîr bîne. (18.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê, dê têkildarî çalakiya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" li Qada Gundogdu çalakiya ajotina bisiklet a Xemrî li dar bixin. (18.00)
* Rêxistinên Ciwanan dê bi şîara "Ji bo Berkîn edalet" li cihê ku Berkin Elvan lê hatiye kuştin bibîr bînin. (19.00)