'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'

  • jin
  • 11:38 10 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Aktîvîsta femînîst Bernîn Sonmez, bal kişand ser tundî û îşkenceya li dijî jinan û anî ziman ku polîs li qereqolê heta ji CÎMER'ê fermanê negirin nikarin tev bigerin û wiha got: "Bi betalkirina Peymana Îstanbul wekheviya jinê dikin armanc. 

Yek ji gavên hiqûqî yên rê li pêş tundiya jinan digire Peymana Îstanbul e. Lê niha piştî daxuyaniya Serkomar Tayyip Erdogan û Cigirê Serokomar Nûman Kurtulmuş, dîsa mufredata Peymana Îstanbul anîn rojevê. Peymana Îstanbulê di 11'ê Gulana 2011'an de ji bo rê li pêş tundiya li dijî jinan bigirin ji îmzeyan re vekirin. Peymana Konseya Ewropa ya Der barê Têkoşîn û Pêşîlêgirtina Tundiya li Nava Malê û Tundiya li Dijî Jinê li Stenbolê ji îmzeyan re hat vekirin û di 1'ê Tebaxa 2014'an de ket meriyetê. Lê her çend 6 sal berê ev peyman ket meriyetê jî her tim li gorî peymanê gav nehat avêtin û rê li pêş tundiyê nehat girtin. Her tim jinan kêmasiyên heyî rene kir. Lê li şûna rexne li ber çavan bên girtin û kêmasî bên rastkirin, niha jî armanc dikin ku Peymana Îstanbûlê xera bikin. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan got "Gel Peymana Stenbolê naxwaze. Hewce be em ê peymanê di ber çavan re derbas bikin." û xwest Peymana Stenbolê ku rê li pêş tundiya li dijî jinê digire betal bike. Çend roj berê wekilê Serokê AKP'ê Numan Kurtulmuş jî ji bo Peymana Stenbolê gotibû 'Çawa hatye îmzekirin dê wisa ji îmzeyê jî bê kişandin.
Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan. Aktîvîsta Femînîst Berrîn Sonmez ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku Tirkiye bi salan wekî welatê yekem ev peyman îmze kiriye bi vê peymanê pesnê xwe da û wiha got: "Yên ku ev peyman îmze kir û niha dixwaze vê peymanê rake yek in. Heman îqtîdar heman peymanê dike armanc. Vê îqtîdara ku peyman îmze kir tu carî li gorî pîvanên peymanê gav neavêt. Divê îqtîdar li pişt vê îmzeyê raweste. Divê îqtîdar bibîne ku kesên li dijî peymanê ne, ne xwedî wê zêda ku bandorê li ser hilbijartinê bikin e. Niha aqilê siyasî yê li pêş marjinalkirina Tirkiyeyê heye. Îqtîdarê daye pey vê koma aqilê marjinal û mafê jin, zarok û muxalifan binpê dike. Êdî saziyên darazê û milê ewlehiyê li gorî peyv û erka xwe tev nagere. Dema mijar dibe tundiya li dijî gelek hekîm û dozger bi gotina "Dibe Peymana Îstanbul ji holê rabe" erk peyvira xwe pêk nînin. Peymana Îstanbul mîsogeriya pêşîlêgirtina tundiya jinê ye. Mîsogeriya mafê jiyana wekhev a jinê ye. Ev peymana ku mafê jinê diparêze û heta niha li gorî tê xwestin neketiy meriyetê di bin êrîşan de ye."  
 
CIVAK BAWERIYÊ JI RÊXISTINÊ JINAN TÎNE' 
 
Sonmez, diyar kir ku civaka Tirkiyeyê ji Destûra Bingehîn bêtir baweriya xwe ji rêxistinên jinan tîne û wiha got: "Li gorî xebatek serbixwe ji sedî 86’ê civakê ji rêxistinên jinan bawer dikin. Ji ber vê yekê ev Peymana Îstanbul mafekî ku ji nan bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji sedî 86 vê peymanê diparêzin. Lê komek pir pir hindik li dijî vê peymanê ne. Teqes ne wekî gotina Erdogan a 'Ji sedî 50 li dijî vê peymanê ne" ye. Di nava AKP'ê de jî komek biçûk ku dixwaze ev peyman bê parastin heye. Ji ber vê yekê ev koma marjinal a di nava AKP'ê de teqez bi polîtîkayên derve ve girêdayî ne." 
 
DMME'ê TIRKIYWÊ MAHKÛM KIR Û TIRKIYE PREZTÎJ WINDA KIR
 
Berrîn Sonmez, da zanîn ku Tirkiye di dema pêvajoya Yekîtiya Ewropa (YE) de anî rojevê û bi armanca têkiliyên xwe yên bi Ewropa re zû pêş bixe û xurt bike ev peyman bikar anî û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), der barê doza Nahide Opuz de Tirkiye mahkum kir û bi sedema "Dewleta Tirkiyeyê jinê li dijî tundiyê naparêze" tazmîmat li Tirkiye birî û Tirkiye prestijek mezin winda kir. Tirkiye ji ber jin ji tundiyê neparastibû tazmînat dabû. Piştî Tirkiye ji ber vê yekê tazmînat da, bal kişand ser xwe. Peyman diyar dike ku hemû kes û mirovên wek hev tên qebûlkirin divê bê parastin û dixwaze jin bên parastin. Ev daxwazek pir mirovî ye. Ji ber ku tundî rûmeta mirov dişkîne. Erka misilmanan jî ewe ku rûmeta mirovan bilind û mezin bike ye. 
 
 
Berrîn Sonmez, xwest wekheviya zayendiya civakî bê parastin û wiha berdewam kir: "Parastina wekheviya zayendiya civakî parastina mafê rûmet û jiyana mirov e. Her kes ji çi bawer dike divê azad li gorî baweriya xwe bijî. Divê kes hurriyeta yê din îhlal neke. Dibêjin 'Guneh e' Ger ku guhen be, her kes ji gunehê xwe berpirsiyar e. Kes bi guhenê kesên din nayê cezakirin. Tenê xwedê dikare hukm bide." 
 
 
RÊGEZA WEKHEVIYÊ DI AYETA 13'EMÎN a SUREYA HUCURAYÊ DE CIH DIGIRE
 
Sonmez, bal kişand ser ayeta weheviyê jî û wiha berdewam kir: "Rêgeza wekheviyê di Ayeta 137emîn a Sureya Hucuratê de cih digire. Di vê ayetêde dibeje "Xweda em cot xuluqandin. Ziman çav, guh û difin çêkir. Her tişt wek hev çêkir. Kes ne di ser kesî re ye." Di ayetê de nabêje 'Ey misilman' Dibêje 'Ey mirov' Ban li hemû mirovan dike. Di serdema şewba vîrûsa Covid-19 de tundiya li dijî jinan ji sedî 30 zêde bû. Neteweyên Yekbûyî jî ev yek tespît kir. 
 
Midûriyeta Polîsan a Stenbolê jî diyar kiribû ku tundiya li dijî jinan ji sedî 38,2 zêde bûye. Em tundiya li dijî jinan ji serlêdana saziyên jinan dizanin. Tu jinan xwe bi rêya Xeta Îxbara Tundiyê ya 183 negîhand rayedaran. Xet her tim meşgûl bû.Rêxistinên jinan bi lêkolîn û derfetên gihiştin vê encamê. Em dizanin ku dema CÎMER digere hêzên herêmî dikevin nava tevgerê. Mînak li gundekî Îzmirê tundî li jinekê hatiye kirin. Lê ger ku ew jina tundî lê hat kirin û rêxistinek civakî serî li CÎMER’ê nede kes nikare xwe bigîne jinê. Li ser fermana CÎMER'ê esker û polîs dikevin nava tevgerê. Tundiya li dijî jinê projeyek pir dirêj e. Ji ber ku polîs û esker li benda fermana Enqere û CÎMER’ê mudaxale nake. Ji ber vê yekê tundî zêde dibe. ŞONÎM ên li dijî tundiyê hatine avakirin xebatê nakin. Erkdarên ŞONÎM’ê ji jinan re dibêjin "Stargeh ji girtîgehê xerabtir e. Biçe mala xwe. Malên we bêtir bi ewle ne. Li şûna tundiya li jinan tên kirin kêm bikin, jinan bi tundiyê re rû bi rû dihêlin. Ji ber vê yekê malên stariya jinan zêde nebûn. Dê nikaribin îmzeyê ji bin vê peymanê bikişînin. Em destûr nadi ku îmzeyê ji bin peymanê bikişînin. Em van polîtîkayên AKP'ê qebûl nakin. Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, têkildarî nîqaşên efoya îstîsmara zayendî ya zarokan û Peymana Stenbolê bi rêbaza konferansa vîdeoyê, civîn li dar xist. Em wekî platformê li dijî vê yekê têdikoşin. Me randevu ji AKP'ê xwestiye ku bersîv bide emê hevdîtin bikin."  
 
MA / Zemo Aggoz - Berivan Altan
 
 
 

Sernavên din

12/07/2020
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN
10/07/2020
20:31 23 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:23 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin
17:00 Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist
16:26 Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn
16:04 SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû
15:26 Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
15:24 Parêzer meşiyan
14:53 Polîsan 4 kes li Amedê binçav kirin
14:14 Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê
14:08 Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin
13:46 Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
13:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn: Berpirsiyar dewlet e
12:48 Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin
12:31 Serokê Baroya Îzmîrê Yucel: Bi vê guhertinê civakê çavtirsandî dikin
12:26 Ji bo kesên hatin binçavkirina hevdîtina parêzeran qedexe kirin
11:51 Di keştiya noqî avê bû de hejmara miriyan derket 16'an
11:38 'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'
11:29 Hevdîtina Îlham Ehmed û Ann Lînde Tirkiyê aciz kir
11:23 Bi ser avahiya HDP'ê ya Hezoyê de girtin
10:54 Kanên komirê yên çem qirêj dikin ceza kirin
10:49 Tecrîdkirina Ocalan bir rojeva Meclîsê
10:37 Parlamenterên HDP’ê: Di doza malbata Şenyaşar de kî çi vedişêre?
10:29 Serokên baroyan şeva xwe li ser bank û kaşûnka derbas kirin
09:04 BEKSAV ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyayeke hunerî li dar dixe
09:04 Hevalên Seyîdxanê Boyaxçî: Me çinareke sedsalî winda kir
09:04 Ma wê jineke extiyar û nexweş çawa karibe bireve?
09:04 ‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide'
09:04 Bênavber êrîş birin hem ser miriyan hem jî goristanan
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe