AGIRÎ – Zarokê 12 salî Alî Osman Eytemîş ku duh li Agiriyê bi lehiyê re çûbû û winda bûbû, cenazeyê wî îro 8 kîlometreyan dûrî cihê ku winda bûbû hat dîtin.
Li gundê Dumanli yê Agiriyê, duh saet di 18.00’an de baraneke zêde bariyabû û zarokê 12 salî yê bi navê Alî Osman Eytemîş ku li ber sewalan bû, li ber lehiyê çûbû û winda bûbû. Cenazeyê Eytemîş di encama xebatên lêgerînê ku ji aliyê AFAD, cendirme û âgirkujiyê ve dihatin meşandin de îro 8 kîlometre dûrî cihê ku winda bû, hat dîtin.
Cenazeyê Eytemîş ku rakirin morgê dê îro ji aliyê malbata wî ve bê girtin û bê veşartin.