ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Tîrmeh 2020
  • |
img

* Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber agahiyê ji Ocalan nagirin û hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bê encam dimînin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Ji Parêzerên Ocalan Przl Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku berê tecridkirina fîzîkî hebû, niha tecrîdkirina hiqûqî jî li muwekiyê wî zêde kirine. Erol ji AYM’ê xwest ku bi lez dawî li vê muameleya xerab û bê hiqûqiyê bînin. 

 
* Li Amedê hema bêje rojê 120 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û heya niha nêzî 4 hezar kes pê ketine. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken, anî ziman ku li nexweşxaneyan aloziyek heye û xebatkarên tenduristiyê bêyî ku bên karantînakirin tên şixulandin. 
 
*  Li Bazîdê Qesra Îshaq Paşa, Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê serdaniyên xwe ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibin. 
 
* Ji şahidên Zindana Jimare 5'an a AMedê Îbrahîm Bîlen, destnîşan kir ku çendî ku feraseta serdest wê demê xwestiye bi îşkenceyê şoreşgeran bêîtibar bikin û bike ku îxanetê li hevalên xwe bikin bi ser neketiye û got: "Çimkî Berxwedana Xeyrî, Kemal û Mazlûman, wê wehşetê û fikrên koletiyê şikandiye." 
 
* Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê, di îlana ji bo girtina 242 personelên bipeyman de xala "Kesên bi KHK'ê ji peywirê hatine dûrxistin nikarin serî lê bidin" daniye ber kesên serlêdanê bikin. 
 
*  Li Farqînê komeke AKP'î, navê kesên di nav partiyê de bi awayekî çalak dixebitin û bi pera kesan li saziyên cemaweriyê bi cih dikin, yeko yeko aşkere kirin. 
 
* Hat diyarkirin ku li Şemrexê zêdetirî 80 karkerên li Tesîsên Gubre yên Etî Bakirê ku girêdayî Cengîz Holdîngê ne, dişixulên bi şewba Covîd-19'ê ketine, lê belê parêzerê Etî Bakirê parast ku kes bi şewbê neketiye. 
 
* Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag dê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)
 
* Platforma Jinan a Mêrsînê dê li dijî kuştina Emine Demir, birîndarkirina Hatun Koç û kesên rastî îstîsmarê tên li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30)
 
* Nûnerên rexistinên demokradîk dê di pêşengiya Komeleya 78'an de kesên li Zindana Hêjmar 5 a Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li goristana Yenîkoyê bibîr bînin. (10.00)
 
* Şaxa Tum Bel-Senê ya Amedê dê têkildarî karkerên ji kar hatin avêtin li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
 
* Şaxa EMO ya Amedê dê têkildarî helwesta DEDAŞ'ê ku li herêmê Karebayê qut dike dê li odeya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê dê di 5'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de li Navenda Giştî ya SES'ê "Kursiya Edaletê" ava bike. (13.00)
 
* HDP, CHP û ÎYÎ Partî dê civînên komên xwe li meclîsê li dar bixin. (09:45-13:30)
 
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek navendan têkildarî 14'ê tîrmehê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)
 
* HDP dê di çarçoveya  Bernameya Hevdîtinên Demokrasiyê de li pêş Girtîgeha Muzeya Ulucanlarê hevdîtina mafên mirovan pêk bînin. (16.00)
 
* HDP dê di çarçoveya kampanya "Hevdîtina Demokrasiyê" de li pêş Girtîgeha tipa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)
 
* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û îşkenceya tê kirin li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Danişîna doza kuştina Emine Demir dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. Danişîna Hatun Koç  a birîndar bû jî li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (10.00-17.00)
 
 
 

Sernavên din

15/07/2020
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin
12:47 Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat
12:16 Danişîna rojnameger Evren hat taloqkirin
12:07 Polisan dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kir
12:03 Yuksekdag: Darbeya siyasî didome
11:31 TJA'yê operasyonên li ser jinan şermezar kir
11:18 Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên kurd darve kirin
11:17 Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê
10:47 Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir
10:46 Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin
10:12 Bi daxwaza kar 5 rojin di greva birçîbûnê de ye
10:00 Li dijî girtina ceyranê li ber trafoyê nobet girtin
09:47 Li Dîlokê li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê
09:46 Li Edenê 2 kesên din jî hatin berdan
09:37 Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin
09:24 Li Cengîz Înşaatê şeba Covîd-19 belav dibe, lê kar hê jî dewam e
09:23 AKP'iyan nelirêtiya xwe nav bi nav aşkere kir
09:23 Şerta rektoriyê ya ji bo KHK'yiyan: Serî lê nedin
09:22 Şahidê Girtîgeha Jimare 5'an: Bi ser neketin
09:21 Rêwîtiya ber bi dîroka Bazîdê ve
09:20 Li Amedê rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:16 Polisan li Amedê Berdevka TJA’yê Gokkan û gelek jin binçav kirin
07:57 Polîsan rojnameger Ayşe Guney binçav kirin
13/07/2020
23:55 Qeyûm tayinî Şaredariya Giyadînê kirin
20:40 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket
19:45 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32
17:01 Danişîna 23 jinên li dijî qeyûm derketin hat dîtin
16:39 Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin
16:24 Parêzerên Yuksekdag: Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin
16:02 Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin
15:49 3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin
15:38 Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan
15:25 Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin
14:44 Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin
14:41 Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin
14:19 Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
14:16 Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an
12:20 3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne
11:54 HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye
11:28 Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin
11:10 ‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’
11:08 Cenazeyê zarokê ku bi lehiyê re çû hat dîtin
09:07 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene
09:06 Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye
09:05 Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye'
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan