Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e

  • rojane
  • 22:16 14 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di şahiya “Hevdîtina Demokrasiyê" de bertek nîşanî operasyon û binçavkirina jinan da û wiha got: "Îro xeta berxwedanê ya ku Kemal, Hayrî û Sakîneyan li Zindana Amedê dabû destpêkirin li Îmraliyê li ser piyan e. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Amedê Şahiya "Hevdîtina Demokrasiyê" li dar xist. HDP'ê di çarçoveya bernameyê de ji bo bîranina pêşengên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yilmaz ên di 15'ê Tîrmeha 1982'an de li Zindana Amedê li dijî îşkenceyê ketibûn rojiya mirinê û li zindanê jiyana xwe ji dest dan, li pêş Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. HDP'ê bi bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji desta dabûn dest bi bernameyê kir. Di bernameyê de parlamenterên HDP'ê û a Berdevka HDP'ê Ebru Günay, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê, Saliha Aydeniz, Hevserokê HDP'ê yê berê Sezaî Temelli, Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Gani Alkan, Endamê Komeleya Hiquqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Cîgira Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran û gelek nûner û rêvberên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta “Em bi hevre ji bo mafên mirovan û hiqûqê digêjin hev" û “Em bi hevre" vekirin. Komê bê navber dirûşmeya “Biji berxwedana zindana” berz kirin. Beriya daxuyaniyê bidin, polîsan ketin û derketina girtîgehê bi barikat û maşîneyên zirxî girtin û destûr nedan ku li girse tev li daxuyaniyê bibin. 
 
'ZINDANA AMEDÊ BÛ ŞERÊ VÎNÊ' 
 
Ewil Serokê Komeleya 78'an ê Amedê Gani Alkan, diyar kir ku dareya 12'ê Îlonê ya eskerî li dijî Kurdan hat kirin û wiha got: "Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê ji bo şoreşgeran bû kampa Hîtler a komkirinê. Zindana Amedê ji bo girtiyên kurdan bû şerê vînê û hebûnê. Di vê pêvajoyê de ji bo ev pirsgirêk li Tirkiyeyê dubare nebin, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê ferz e." 
 
'OCALAN ZÊDEYÎ 20 SALIN JI MAFÊ ZAGONÎ SÛDÊ NAGIRE' 
 
Seroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Halise Dakali jî bal kişand ser zagona Pir Baroyi û wiha got: "Bi Pir Baroyî xwestin feraseta perçe bike û bi rêve bibe têxin meriyetê. Bi vê zagonê xwestin mafê parastinê bişkînin û di serî de girtîgehan û tevahiya civakê têxin kontrola xwe. Cihê tecrîda herî giran lê heye Zindana Îmraliye ye. Birêz Ocalan zêdeyi 20 salin ji mafê xwe yê hiqûq û zagonê sûdê nagire. Li girtigehan zagon tên binpêkirin. Ji ber vê yekê girtî dikevin rojiya mirinê. Mînaka vê yekê jî 37 sal berê Mehmet Hayri Durmuş, Ali Çiçek, Kemal Pir û Akif Yılmaz di 14'ê tîreha 1982'an de li vê zindanê dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Endamên Koma Gurup Yorum Helin Bolek û İbrahim Gokçek ji bo hunera xwe azad pêş bixin ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ji bo mafê xwe di rojiya mirinê de ne. Em bang li rayedaran dikin ku mafê girtiyan ên zagonî biparêzin." 
 
‘HIŞMENDIYA DARBEKAR DI DEWRÊ DE YE' 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku li dijî cûntaya eskerî girtiyên şoreşger berxwedanek bêhempa nîşan dan û wiha got: "Berxwedana Mazlum Dogan ku bi 3 darikên çiqasê dest pê kir, îro hêj ji bo azadî, aştî û demokrasiyê geş dibe. Li gel hemû sûcên mirovahiyê girtiyên zindanan li ber xwe dan û bi ser ketin. Em ê îro jî bi ser bikevin." 
 
‘BERXWEDAN LI ÎMRALIYÊ LI SER PIYAN E' 
 
Berdevka Koma HDP'ê Ebru Gunay jî herî dawî axivî û wiha got: "Em îro ji bo heq, hiqûq û edaletê li qadan in. Hayri Durmuş û hevalên xwe yên di rojiya mirinê de li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan, îro ev berxwedan li Zindana Îmraliyê li ser piyan e. Durmuş li salona dadgehê got "Em ê li dijî faşîzmê mil bidin mil û li ber xwe bidin. Ev bang ji bo îro jî derbasdar e. Faşizm ji deng û ronahiyê ditirse. Em jî ji bo bibin deng û rohahi emê mil bidin milê hev û li ber xwe bidin." Birêz Sakine Cansiz, di destpêka pêvajoya çareseriyê de di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin. Ev kompoya li Sakine Cansiz û hevalên wê hatin kirin îro li aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê hat kirin. Li xwişk û biratiya gelan hat kirin. Îro şopdarên Sakine yên azadiyê li Amedê bi operasyonekê hatin binçavkirin. Em bang dikin ku bi lez hevalên me berdin. Îro xeta berxwedana ku Kemal û Sakineyan li Zindana Amedê dest pê kir li Îmraliyê li ser piyan e." 
 

Sernavên din

15/07/2020
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin
12:47 Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat
12:16 Danişîna rojnameger Evren hat taloqkirin
12:07 Polisan dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kir
12:03 Yuksekdag: Darbeya siyasî didome
11:31 TJA'yê operasyonên li ser jinan şermezar kir
11:18 Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên kurd darve kirin
11:17 Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê
10:47 Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir
10:46 Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin
10:12 Bi daxwaza kar 5 rojin di greva birçîbûnê de ye
10:00 Li dijî girtina ceyranê li ber trafoyê nobet girtin
09:47 Li Dîlokê li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê
09:46 Li Edenê 2 kesên din jî hatin berdan
09:37 Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin
09:24 Li Cengîz Înşaatê şeba Covîd-19 belav dibe, lê kar hê jî dewam e
09:23 AKP'iyan nelirêtiya xwe nav bi nav aşkere kir
09:23 Şerta rektoriyê ya ji bo KHK'yiyan: Serî lê nedin
09:22 Şahidê Girtîgeha Jimare 5'an: Bi ser neketin
09:21 Rêwîtiya ber bi dîroka Bazîdê ve
09:20 Li Amedê rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:16 Polisan li Amedê Berdevka TJA’yê Gokkan û gelek jin binçav kirin
07:57 Polîsan rojnameger Ayşe Guney binçav kirin
13/07/2020
23:55 Qeyûm tayinî Şaredariya Giyadînê kirin
20:40 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket
19:45 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32
17:01 Danişîna 23 jinên li dijî qeyûm derketin hat dîtin
16:39 Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin
16:24 Parêzerên Yuksekdag: Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin
16:02 Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin
15:49 3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin
15:38 Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan
15:25 Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin
14:44 Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin
14:41 Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin
14:19 Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
14:16 Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an
12:20 3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne
11:54 HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye
11:28 Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin
11:10 ‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’
11:08 Cenazeyê zarokê ku bi lehiyê re çû hat dîtin
09:07 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene
09:06 Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye
09:05 Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye'
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan