Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be

  • rojane
  • 09:11 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Hevjîna parêzer Aytaç Unsal ê bi Ebrû Tîmtîk re bi daxwaza “Darizandinek adîlane” di rojiya mirinê deye parêzer Dîdem Unsal, diyar kir ku rewşa wan girtina bûye û banga berdana lezgîn li dadgeha bilind kir. Dîdm Unsal, anî ziman ku Aytaç Unsal ji re gotiye “Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.”

Çalakiya rojiya mirinê ya endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “Darizandinek adîlane” li girtîgehê dest pê kirin, dewam dike. Çalakiya Tîmtîk ket roja 196’an û ya Aytaç Unsal jî ket roja 165’an. Hevjîna Aytaç Unsal û di heman demê de ji parêzerên HHB’ê Dîdem Unsal derbarê rewşa parêzerên di rojiya mirinê de axivî. 
 
Parêzer Unsal ku ji heman dozê tê darizandin, derbarê pêvajoya darizandinê de jî agahî dan. Unsal, diyar kir ku  ji ber îfadeya şahidekê doz derbarê 17 kesan de hat vekirin û wiha  axivî: “Vî şahidi di 141 dosyeyan de şahidiya derewîn kiriye. Ji xwe parêzerê vî şahidî jî, diyar kiribû ku tenduristiya aqîl a muwekîlê wî ne di cih deye. Ji ber vê divê îfadeyên wî neyin esas girtin. Ev şahidê nepen ne tenê di dosyeya me de, di heman demê de, di gelek dosyean de şahidî kiriye. Ji ber îfadeyên vî kesî, ceza li sedan mirovan hatiye birîn.” 
 
BI LEZ Û BEZ DARIZANDIN
 
Unsal, anî ziman ku hempîşeyên wê piştî girtina salekê ji nû de dest bi darizandina wan hat kirin û wiha  got: “Şandeya dadgehê, biryara AÎHM Û AYM’ê ya hevalên me yên girtî tên darizandin, li ber çavan girt û biryara berdana wan da. Ev biryara berdanê, biryarek emsal bû. Lê mudaxileyek siyasî li dijî vê biryarê hat kirin. Heta Musteşarê Wezareta Dadê yê wê demê li rêveberiya girtîgehê geriya ji wan re got; ‘Parêzeran bigirin. Em ê ji bo wan cardin biryara girtinê derbixin. Wan rawestînin.’ Dîsa hevalên me girtin. Ev pêvajoyek pir xerab bû. Dûre jî, bi lez û bez hevalên me darizandin, mafê parastinê ne dan wan. Piştre dosyeya wan a ji 70 klasoran pêk tê li Dadgeha Îstînafê hat qebûlkirin.” 
 
LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ DI ROJIYA MIRINÊ DENE
 
Unsal, da zanîn ku hevalên wan li dijî bêedaletiyê di rojiya mirinê dene û wiha bilêv kir: “Ev yek rastiya hiqûqa welat datîne holê. Aytaç û Ebrû dibêjin, ‘Bi vê bêhiqûqiyê dixwazin, li ser me çavê hempişeyên me bitirsînin. Ev êrîş li dijî pîşeya me ye. Em mîna kevirên domînonê ne. Îro êrîşî me dikin, sibe jî wê êrîşî hempîşeyên me bikin. Ji ber vê jî divê em li dijî vê êrîşa li ser  pişeya xwe derkevin û bersiv bidin.’ Ev helwest nîşan dan û ketin çalakiyê. Ji xwe qanûna ‘Pir baroyî’ dide nîşandan ku Aytaş û Ebrû mafdarin.” 
 
‘DIBE KU HEVDÎTINA ME YA DAWÎ BE’
 
Unsal, anî ziman ku ew û hevjînê wê Aytaç bi hêvîne û wiha pê de çû: “Ev hêvî hêza têkoşînê dide me. Ez çûm hevdîtina Aytaç. Em li ser gelek mijaran axivîn, lê di dema ji hev veqetînê de pir zor dibe. Ji min re got, ‘Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.’ Piştî vê gotina wî, ez ji veqetînê pir bi hirs bûm. Hevjînê min dibeje, ‘yan edalet, an mirin.’ Ez neçarim ku rêzê bidim vê helwesta wî. Li ber bê edaletiyê canê xwe kiriye mertal. Ez bi wî serbilindim. Lê ez naxwazim wî winda bikim. Belê, welatê me di rewşek firtûnê deye. Di rastiyê de ev firtûne dide nîşandan ku kokum me çiqasî saxlemin. Em baş dibînin ku heskirina me, hirsa me û têkoşîna me çiqas bi hêze. Em bi hirsa xwe xurt dibin. Bêhiqûqî û bêedaletiya li me tê kirin, heskirina me mezintir dike.” 
 
TENDURISTIYA WAN DI ASTA KRÎTÎK DEYE
 
Unsal, da xuya kirin ku Ebrû û Aytaç ji piştevaniyê hezek mezin digirin û wiha domand: “Her du jî tim banga piştevaniyê dikin. Di rewşa heyî de piştevaniyek heye, lê divê ev piştevanî bi lez bê mezinkirin. Aytaç 30 kîlo dane. Niha bûye 59 kîlo. Li ser canê wî birînên cuda vebûne. Gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Rewşa Ebrû hîn krîtîke. Birînên wê diyar bûne. Êdî baş nikare xweziya xwe jî daqûrtîne. Rewşa wê jî ne başe.”
 
BANGA BERDANA LEZGÎN LI DARAZÊ KIR 
 
Parêzer Dîdem Unsal, banga berdana lezgîn li darazê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê daraz tavilê biryara xwe aşkere bike. Em li bendêne ku daraz biryar bide. Ger desthilatdar mudaxileyî vê dosyeyê neke û ferman nede dadgehê, wê hevalên me bên berdan. Gelo daraz li benda çiye? Ma li bendêye ev mirov jiyana xwe ji dest bidin. Divê desthilatdariya siyasî, destê xwe ji darazê bikêşe û bi lezgînî hevalên me bên berdan.” 
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

18/07/2020
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne