Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye

  • rojane
  • 12:55 16 Tîrmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa penaberan a Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye û şêniyên wê di salên 1990'an de ji Şirnex û Colemêrgê koç kirin û lê bi cih bûne, salek e di bin ambargoya Rêveberiya Herêmema Federe ya Kurdistanê de ye. Rêveberên kampê pirsgirêk û helwesta NY'ê vegotin û xwestin ambargo bi dawî bibe. 
 
Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, 1 sale di bin ambargoya PDK'ê de ye. Ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên jiyanê xelas dibin. Pêdiviyên tibbî û tenduristiyê jî xelas bûne. Li gel ku şewba vîrîsa corona (Covît 19) li hemû cîhanê belav bûye û bi deh hezaran mirov dimirin jî pêdiviyên tenduristi û tibbî yên kampê nayê bersivandin. li ber qedînê ye. Li Mexmûrê jî ji xeyni qedexeya  derketina derve malê bi tevahiya kampê di bin ambargoyê de ye. Ambargoya ku PDK'ê danîbû ser Mexmûrê 1 sale didome. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî wekî zexîre û tenduristiyê temin bikin. Ambargoya li Mexmûrê piştî di 17'ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin dest pê kir û salek e bê navber didome. Ji ber ambargoyê Mexmûra ku 12  hezar şêniyê wê neye di tecrîdê deye. Ji bo ambargo bi dawî bibe her çend rayedar bang dikin jî heta niha daxwazên rayedarên kampê nehatiye bersivandin û ambargo didome. Kamp ji sala 1998'an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Her çend NY berpirsiyarê xizmeta tenduristî, perwerde û zexîreyan e jî, ev yek nayê kirin. Şêniyên kampê di nava xwe de meclîs ava kirine û her tişt ji aliyê meclîsê ve tê temînkirin. Welatiyên Mexmûrê heta beriya ambargoyê li Hewler, Sileymaniye, Duhok û Zaho kar dikirin û debara xwe dikirin. Lê ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha salek e ambargo li ser Mexmûrê ye. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi balafirên şer Mexmûr bombe kir û 3 in hatin kuştin. Şêniyên Kampê ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diparêzin li dijî wê ambargoyek siyasî jî heye. 
 
KOMEK JI BO AŞTIYÊ HATIN TIRKIYEYÊ
 
Di pêvajoya çareseriyê de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji kampa Mexmûrê komek bi navê "Koma Aştiyê" hatin Tirkiyeyê. Kesên ji Mexmûrê hatin doz li wan hat vekirin û hatin girtin. Piştre hatin cezakirin. TSK'ê  heta niha bi dehan caran kamp bombe kir. Herî dawî di 15'ê Nîsana 2020’an de dîsa TSK'ê kamp bombe kir û 3 jinên Mexmûrî hatin kuştin.  Endama Koordînasyona ÎŞTAR'ê ya Mexmûrê Nuran Sezgin û Hevserokê Meclîsa Gel a Şehît Rustem Cudi Haci Kaçan salek ambargoyê nirxandin. 
 
BÊDENG MAN
 
Endama Koordînasyona ÎŞTAR'ê ya Mexmûrê Nuran Sezgîn, anî ziman ku penaberên 25 salin li vê kampê dijîn bi zextên pir dijwar re rû bi rû ne û wiha got: "Heta niha tu pirsgirêkên me bi gelê herêmê re çênebûye. Di rojên teng de em bi hevre di nava piştgiriyê de bûn. Bi taybetî dema DAIŞ'ê êrîş kir piştevaniya me û gelê herêmê bêtir xurt bû. Ev ji bo me serbilindiyek e. Lê mixabin salek e ambargo li ser me ye. Bêdengiya gelê herêmê ya li dijî vê ambargoyê me pir diêşîne. Divê herî zêde gelê başur li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike. Di pêvajoyên şer de herî zêde jin û zarok zor û zahmetiyan dijîn. Bi taybetî jin di pêvajoya ambargo de zahmetiyê dijîn." 
 
Sezgin, da zanîn ku beriya ambargoyê jinên Mexmûrî diçûn Hewlerê û bi keda xwe debara xwe dikirin î wiha got:  "Bi ambargoyê êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Ji ber ambargoyê zarokên gelek jinên ducanî mirin. Mirovên nexweş nikarin biçin derman bibin. Mirovên nexweş ên diçin kontrolê rastî astengiya asayîşa PDK'ê tên. Di vê pêvajoyê de dîsa gel li ber ambargoyê serî netewandin. Em hewl didin ku di qada perwerde, tenduristî û debarê de alternatif ava bikin." 
 
Sezgîn, da zanîn ku li aliyekî ambargo didome û li aliyê din êrîşên li dijî wan didomin û NY li hemberî vê yekê bêdeng e û wiha bi dawî kir: "Divê bi taybetî PDK ambargo bi dawî bike û dest ji vê helwesta xwe berde. 26 salin gelê herêmê tawîz nade û serî natewîne. 26 salin gelê Mexmûrê li dijî hemû êrîş, tundi û zextan li ber xwe dide. Divê bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) helwestek zelal dîne holê. Divê PDK jî têkiliyên xwe û Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bike. Çawa ku Tirkiye ji bo xwe PKK'ê wekî gef dibîne, di heman demê de her kurdekî jî ji bo xwe tehdît dibîne. Divê PDK vê helwesta AKP û MHP'ê bibîne û gav bavêje."  
 
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Şehît Rustem Cudi Haci Kaçan jî anî ziman ku mirovên xaniyê wan û gundê wan şewitîn, neçar man koç bikin û li vir bi cih bibin û wiha got: "Em ji ber xizanî û birçîbûnê nehatin vir. Li Başûr û bakur gundên me hebûn. Pergalek û jiyanek me ya aram û xweş hebû. Me dest ji hemû tiştî berda û em hatin vir. Dijmin xwest em koletiyê qebûl bikin. Lê me koletî û mêtingerî qebûl nekir. Ji ber vê yekê xaniyên me şewitandin û em ji warên xwe derxistin. Em tu carî koletiyê qebûl nakin. Em dixwazin her dem û li her derê azad bijîn. Kesên ambargo li ser me ferz dikin divê bila baş zanibin ku em tu carî koletiyê û zilmê qebûh nakin. Gel li dijî ambargoyê pir bi hêrs e. Di salek dawî de gelê Mexmûrê gelek zor û zahmetiyên mezin dît. Em tu carî alîkariya aborî ji kesî naxwazin. Bes em dixwazin ev ambargo bi dawî bibe. Gelê kampê tu carî xwe mohtacî kesî nake. Ji ber vê yekê ambargo didome. Em vê ambargoyê qebûl nakin. Di vê pêvajoya ambargoyê de DAIŞ'ê êrîş kir. Dîsa balafirên TSK'ê êrîş kirin. Ambargo didome, êrîş didomin. Divê gelê herêmê û gelê Kurd li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/07/2020
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne