‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’

  • jin
  • 18:17 16 Tîrmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX- Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî didomin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me nelîze. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”

Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî, dewam dikin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û bi tevlîbûna TJA, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan li ber avahiya Egîtîm-Sen’ê daxuyanî hat dayîn. Girseya ku dixwest ji kolana hûnerê heta avahiya KESK’ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseyê li ser vê yekê dirûşmeya ‘Zarok bêdeng dimîne, lê tu bêdeng nemîne’ birêz kir.
 
Di daxuyaniya de dovîzên ‘îstîsmar suce nayê meşrukirin’ û pankarta ‘Em bêdeng namînin, em berxwedan bi xwe ne’ hatin vekirin. Sekretera Egitim-Senê Serap Ok, daxuyanî da. Ok, diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dû şopa vê bûyerê bin û wiha axivî: “Di serdema ku em tê de dijîn, em her roj bi nûçeyên destavêtina zarokan şiyar dibin. Em dibînin ku hikûmet di pêkanîna mafên bingehîn, polîtîkayên tunehesibandinê de bi israre. Daxuyaniyê ku ji hêla AKP’ê ve tên dayîn desavêjiya li dijî jin û zarokan meşru dike. Ji ber vê yekê jî ji her destavêjiyekî em hikûmetê berpirsyar dibînin. Qanûnên hikûmeta AKP’ê ji sucdaran re cezaya pêwîst nade û bi vê nêzikatiyê pêşiya êrîşên îstîsmara zayendî vedike.”
 
‘WALÎ BÛYERÊ MEŞRU DIKE’
 
Ok, bal kişand ser daxuyaniya ku ji hêla walitiyê ve hat dayîn jî û wiha bilêv kir: "Êrîşên zayendî, ji sedî 46 li dijî zarokan pêk tên û herî kêm 650 zarok bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin. Em baş dizanin ku êrîşên zayendî bi polîtîkayên AKP’ê xweser re ninin. Êrîşên zayendî yên ku li Şirnexê pêk tên jî, ne ji derveyî van polîtîkayan e. Ji hêla Walitiyê ve daxuyaniya ku bûyerê meşru dike hat dayîn. Der barê bûyereke wisa de daxuyaniyeke bi vî awayî careke din nîşanî me daye ku sûcê sûcdaran tê meşrû kirin. Li Tirkiyeyê daneyên îstîsmarê bi tu awayî ji raya giştî re nayê parvekirin. Mixabin peydakirina van daneyan pir zehmete. Em dizanin ku naxwazin ji civakê re parve bikin û bi vî awayî ser bûyeran digirin.”
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ,TUNDÎ Û DESTAVÊJIYÊ EM SER PIYAN IN’
 
Ok, da xuya kirin ku armanca wan ew e ku pêşiya êrîşên zayendî bigirin û wiha pê de çû: "Dibe ku nexwazin ku em li kolanan bin. Kesên ku sûcdaran diparêzin bila bizanin ku em ê zarokên xwe nehêlin ji hişmendî û destên qirêj re. Tenê armanca me ev e. Li dijî êrîşên zayendî, tundî û destavêjiyê em ê her tim ser piyan bin. Em zagonên ku zarokên me biparêzin dixwazin. Tenê daxwaziya me ev e. Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me ve nelîze. Zarokên me pêşeroja me ne. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”
 
‘EM Ê NEHÊLIN KU HÛN PÊŞEROJA ME TARÎ BIKIN’
 
Ok, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em wekî KESK dibêjin, ew kesên ku destê xwe yên qirêj li ser zarokên me dirêj dikin, bila bizanibin ku heya ku em hebin, em ê rê nedin ku hûn pêşeroja zarokên me tarî bikin. Bi têkoşîna azadiya jinê ya ku bi salane em dimeşînin, em ê nehêlin bi tundî, zordarî, destavêtin û destdirêjiyê pêşeroja zarokên me tarî bikin.”
 
‘EM LI KOLANAN BIN, EM PÊŞEROJA XWE BIPARÊZIN’
 
Berdevkê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Umut Çelîk jî, bal kişand ser êrîşên zayendî û wiha axivî: "Em ê heta dawiyê li dû şopa vê bûyerê bin. Kesên ku sûcdaran û êrîşkaran diparezin bêexleq û bêwîjdanin. Li bûyerên wiha helwesta me aşkere ye. Em ê heta dawiyê li kolanan bin û ji bo ku sûcdar bi cezayê herî giran bê darizandin em ê tebikoşin. Em li kolanin bin û em pêşeroja xwe biparêzin.”
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

18/07/2020
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne