Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane

  • rojane
  • 09:22 17 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Malbata Yalvaç, ev 22 salin li kurê xwe Nejat Yalvaç ê berê xwe da çiyê û bihîstin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, digere. Bavê Nejat Yalvaç, Yûsûf Yalvaç, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn. Yûsûf Yalvaç, da zanîn ku peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin nîşan dide. 

Gorîstana Xerzanê ya li Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê, di 19’ê Kanûna 2017’an de hat hilweşandin û 282 cenazeyên di goristanê de, ji gorên wan hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dûre cenazeyên biribûn ATK’ê kirin qutiyên plastîk û di peyarên Goristina Kîlyosê de hatin definkirin. 
 
Ji cenazeyên di peyarên goristanê de hatin definkirin, tenê 21 jê teslîmî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên din hîna jî, di bin peyarê de veşartine. Gelek malbatan ji bo ku hestiyên zarokan xwe bigirin di demên cuda de serlêdan kirin. 
 
Yek ji malbatên serlêdan kirin, malbata Nejat Yalvaç (Maslûm Ciwan) ê di sala 1998’an de tevlî refên PKK’ê bû ye. Dayik û bavê Nejat Arîfe û Yûsûf Yalvaç, ev 22 salin li hestiyên zarokê xwe digerin. 
 
Malbata Yalvaç, ji ber polîtîkayên zilmê yên di salên 90’î de, di sala 1994’an de ji navçeya Seray a Wanê neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike. Kurê wan Nejat Yalvaç, ji ber jiyana sîrgûnê ya ferzî wan hat kirin, zilam li dijî gelê kurd û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Mijdara 1998’an de berê xwe dide çiyê. 
 
Li gorî agahiyên ne zelal, piştî Ocalan tînin Îmraliyê, Yalvaç di pêvajoya paşve kişandinê de, li herêma Ava Berxan a Girêdayî Xîzana Bedlîsê, di şer de bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. 
 
Malbata ku bi salan li cenazeyê kurê xwe digere, di sala 2003’an de dibihîse ku kurê wan (Mazlûm Ciwan” jiyana xwe ji dest daye.
 
DERBARÊ AQÛBETA WÎ DE AGAHIYEK ZELAL TUNEYE
 
Bav Yûsûf Yalvaç, diyar kir ku 22 salin derbarê aqûbeta kurê xwe de tu agahiyek zelal bi dest ne xistiye û wiha axivî: “Ev 22 salin li kurê xwe diğerim. Lê heya niha min tu agahî jê negirtin. Tenê min di sala 2003’yan de bihîst ku di sala 1999’an de li herêma Ava Berxan jiyana xwe ji dest daye. Kesên li wê herêmê jiyana xwe ji dest dan, li Goristina Xerzan hatine definkirin. Dema ku di sala 2009’an de goristanên bêkesan hatin vekirin, em jî çûn Bedlîsê. Me serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Dûre vekirina gorên bêkesan hat rawestandin û me jî tu agahî negirt.”
 
Yalvaç, da zanîn ku wan ji bo cenazeyên Goristana Xerzanê yên birin ATK’a Stenbolê serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji wan nehatiye dayîn. 
 
ÇEWHERA KOMKUJIYÊN KURDANE 
 
Yalvaç, ji bo cenazeyên dibin peyaran de hatine veşartin got ev “hovîtiye” û wiha hirsa xwe anî ziman: “Dema ku li cenazeyên dibin peyaran de hatine definkirin mêze dikim, komkujiyên ji dema Alîşer bigirin heya Zarîfeyan, ji Seyît Riza bigirin heya Şêx Saîdan û hemû komkujiyên li ser gelê kurd tên bîra min. Peyarên Kîlyosê çewhera komkujiyane li dijî kurdane. Ne pêkane ku em vê hovîtiyê qebûl bikin.”
 
23 SALIN DIGERIM
 
Dayik Arîfe Yalvaç jî, ya ku bi kelegerî qala lêgerîna kurê xwe kir, wiha got: “23 salin ez li Nejatê xwe diğerim. Bi şev û roj ji aqlê min dernakeve. Hemû serlêdanên me bêencam man. Ez ne tenê êşa kurê, di heman demê êşa hemû zarokên jiyana xwe ji dest dane dikêşim. Bi cenazeyên li Goristina Kîlyosê defin kirin, dixwazin gelê kurd bitirsînin. Lê em natirsin. Heya ku em hebin, emê têkoşîna xwe ya maf a li dijî bêmafiyê dewam bikin û emê tu carî dest jê bernedin. Cenazeyên me dixin qutiyên plastîk. Ev zilme. Nabe ku bê qebûlkirin. Tu tehemula dewletê li hemberî me nemaye. Ji bo hestiyan jî tu rêzdariyek wan tuneye. Tenê hestiyê wan jî mabin, em dixwazin bigihên wan hestiyên zarokên xwe.” 
 
BANG LI DAYÎKAN KIR
 
 Yalvaç, diyar kir ku ew dixwaze cenazeyê kurê xwe bibin û bi layîqî defin bike û wiha bang li dayîn kir: “Ez naxwazim kurê xwe bi bêdengî defin bikim. Ger ez wisan bikim, ezê keda wî vale derbixim. Bi salan têkoşiya û ev keda wan ne valeye. Ger ez wî bi layîqî defin bikim, wê demê ezê xwedî li têkoşîna wî derkevim. Zilma li cenazeyan tê kirin nayê qebûl kirin. Divê hemû dayîk li dijî vê bêmafiyê rabin ser piyan. Bila hemû dayik dest bidin hev da ku ev zilm êdî neyê kirin. Ez bang li hemû kesan dikim ku dengê xwe derbixin û li hemberî van kiyarên li dijî cenazeyan bêdeng nemînin.” 
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

18/07/2020
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne