COLEMÊRG – Hat zanîn ku li navçeya Şemzînanê teqînek rû daye û di teqînê de 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûne.
Li nêzî gundê Bedewî yê girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê vê sibehê kêliya wesayîta çawişên pispor û cerdevan têde derbas dibû teqînek dijwar rû da. Hat zanîn ku teqîn ji ber mayinek berê hatiye di rêde hatiye bicihkirin teqiyaye û 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûne. Piştî teqînê bi ambûlansê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.
Hat zanîn ku li devera teqîn lê çêbûye operasyonek berfireh hatiye destpêkirin.