Çareserî Komara Demokratîk e

  • rojane
  • 09:10 23 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL - Polîtîkaya înkar îmhaya Kurdan ku bi peymana Lozanê dest pê kir 97 salin didome. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Çengîz Çîçek, diyar kir ku projeya Ocalan a "Tirkiyeya Demokratîk" îro jî di hedefa Lozanê de ye û wiha got: "Muwekilê min Ocalan çareseriyê ne di înkar û ne jî di isyanê de dibîne. Çareseriyê di Komara Demokratîk de dibîne." 
 
Peymana Lozanê li Paytextê Swêdê Lozanê di 24'ê Tîrmeha 1923’an de îmze kirin. Peyman di nava hikûmeta Tirkiyeyê û welatên cîhanê yên di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketin îmze kirin. Hikûmeta Tirkiyeyê û welatên cîhanê yên di şer de bi ser ketin, bi Peymana Lozanê li ser axa Anadolu û axa Mezopotamya bingeha polîtîkayên înkar û îmhayê dan destpêkirin. Bi peymana Lozanê nasname, çand û nirxên Kurdan 97 salin tên înkarkirin û mafê Kurdan ji destê wan tê girtin. Dîsa li ser Kurdan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem di paraznameyên xwe de hem jî di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re dem bi dem bal kişand ser peymana Lozanê û xwest peymana Lozanê bê nûjenkirin. 
 
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên Lijneya Navendî ya HDP'ê Cengiz Çiçek der barê peymana Lozanê û nirxandinên Ocalan de nirxandin kirin. Çîçek, anî ziman ku bi peymana Lozanê pirsgirêka Kurd bêtir kûr bûye û Ocalan ji bo çareseriyê peşniyara "Ne înkar û ne jî îsyan, çareserî Komara Demokratîk e" kiribû. 
 
Çîçek, anî ziman ku ji pêvajoya Şerê Yekemîn ê Cîhanê heta Peymana Lozanê Ermenî-Suryanî hatin qirkirin û Çerkes Ethem tesfiye kirin û wiha got: "Di wê pêvajoyê de komployên navxweyî zêde kirin. Di nava Sovyetan û Îngîlîstan rageşî zêde bûn. Bi peymana Enqereyê re dest bi tasfiyeya Mustafa Suphi û hevalên wî û hemû komunist kirin û bi konferansa Londra, Peymana Kahire û heta kadroyên ku Komarê ava bikin, geşedanên ku dikarin nezîkatiyên bîrdozî kristalize bikin hatin kodkirin." 
 
Çîçek, anî ziman ku piştî Peymana Lozanê îmze kirin, 2 meh şûnde Komara Tirkiyeyê hat avakirin û ev kodên bingehîn ên avakirina komarê nîşan dide û wiha lê zêde kir: "Bi peymana Lozanê aqilê ku nêzî hegomonyaya Îngîlîstanê dibû, di qada siyaseta navneteweyî de gav bi gav fermî dibû. Siyaseta tasfiyeyê ku bi siyaseta Îngîlîstanê pêş ket, bi taybetî piştî Îsmet Înonu û Fevzi Çakmak hatin Enqereyê bêtir diyar bû. Divê di wê demê de hişmeniya serdest, bingeha birdozî, têkilî û pêvajo bi hevre bên nirxandin. Lê divê nîşeya kesên qala wan tê kirin, rola wan a krîtîk ya beriya Komarê û piştî komarê li ber çavan bê girtin. Di encamê de dîroka hat nivîsîn a Peymana Lozanê herikîna dîrka Kurdan raste rast diyar dike. Divê em vê yekê qebûl bikin. Ji ber vê yekê bi Peymana Lozanê kodên bingehîn ê Komara Tirkiyeyê hat avêtin."  
 
Çîçek, bal kişand ser beşên peymana Lozanê û wiha berdewam kir: "Divê pêvajoya Peymana Lozanê bibe 2 beş. Divê pêvajoya navbera 20'ê Mijdara 1922-4'ê Sibata 1923'an Beş Yekemîn a  Lozanê bê dîtin. Di vê demê de li ser meseleya Musulê li hev nekirin û hevdîtin bi encam bûn. Di 17'ê Sibata 1923’an de di Kongreya Îktîsatê ya Îzmirê de rêya bilindkirina kapitalist esas tê girtin. Bi pêngava duyemîn çavê xwe ji kapitalizma Rojava re çavên xwe digirin. Piştre Hikûmeta Enqereyê meseleya Musulê ku di peymana yekem de li hev nekiribûn, di 8'ê Adarê de piştî aştiya navbera Tirkiye û Îngîlîstanê di nava 12 mehan de çareser kirin. Pêşniyar kirin ku ger peyman pêk neyê dê serî li Cemiyeta Milletan bidin. Bi vê yekê li gorî daxwaza Îngîlîstanê tev geriyan. Piştî vê kongre û hevdîtinê di 23'ê Nîsanê de hevdîtnên beşa duyemîn a Lozanê dest pê kir."  
 
DESTÛR NEDAN KU KESÊN DI MECLÎSA YEKEM DE LI DIJÎ PEYMANA LOZANÊ BÛN DI MECLÎSA DUYEM DE CIH BIGIRIN
 
Meclîsa Yekemîn di 1'ê nîsana 1923'an de fesih kirin. Pişte di 23'ê Nîsanê de dest bi hevdîtinên Lozana Duyemîn kirin. Di 24'ê Tîrmehê de peyman îmze kirin. Piştî peymanê Meclîsa Duyemîn di 11'ê Tebaxa 1923’an de hat avakirin. Meclîsa duyemîn bi lîsteya usula navendî hat diyar kirin. Bi vê yekê kesên di Meclîsa Yekem de li dijî Peymana Lozanê muxalif bûn yek jî nexistin lîsteyê. Bi taybetî cih dan kesên Komkujiya Ermeniyanû polîtîkayên înkar û îmhayê diparastin.  Bi meclîsa duyemîn armanc kirin ku Peymana Lozanê wekî noterê erê bikin. Vê meclîs di 23'ê Tebaxa 1923’an de ev peyman îmze kir. Du meh şûnde komar îlan kirin."  
 
OCALAN: KOMAR LI DIJÎ ÎNGÎLTERE NEHAT AVAKIRIN, DIJBERÎ VÊ YEKÊ BI PIŞTGIRIYA WÊ HAT AVAKIRIN
 
Çîçek, bal kişand ser nirxandina Ocalan a der barê helwesta Îngîltere ya ava kirina komarê û wiha lê zêde kir: "Komar li dijî Îngiltere nehat avakirin. Dijberî vê yekê bi piştgiriya dîyarker a Îngiltere komar hat avakirin. Du armancên Îngiltere li vir hebûn. Armanca yekemîn li ser xeta Bakurê Rûsya ku li pey şoreşa cîhanê bû bi Tirkiyeyê xetek hevsengiyê ava bike.  Ya duyemîn jî dewleta Neteweya Tirk ku ji bo wê nebe talûke bi sînor bike. Bi Peymana Lozanê li ser bingeha projeya komara mîminal a Îngiltereyê, bi tengkirina sînoran, rê li pêş naskirina netew dewleta ku bingeha hegemonyaya cîhanê ye vekir. Bi peymana Lozanê li şuna meseleya Kurd çareser bike, pergala li ser esasê netew dewlet tercîh kir. Li gorî kimyaya neteweya homojen di sala 1924'an de bi Destûra Bingehîn, bingehê zagonî ya avakirina dewleta neteweya Tirk ava kirin." 
 
'ROLA ÎNKARÊ DAN TIRKAN, ROLA ÎSYANÊ JÎ DAN KURDAN' 
 
Çîçek, bal kişand ser nirxandina  Ocalan a nêzîkatiya îngîltereyê û wiha got: "Berêz Ocalan, vê polîtîkayê bi gotina 'Rola înkarê dan Tirkan û rola îsyanê dan Kurdan. Komar jî xizmeta hegemonyaya Îngîltereyê ya ku bi feraseta Netew Dewletê înkar û îsyanê pêş dixe, dike.' Ocalan Destûra Bingehîn a 1921'an wekî bedena tezahura atmosfera polîtîk digire dest. Kadroyên ku bingeha vê zagonê ava dikin, dibin sedem ku  Îttihat û Terakkî bingeha Anadolu bikin misilman û Tirk pêş dixin. Destûra Bingehîn a 1921'an zor li Hikûmeta Enqereyê dikir ku der barê pêşeroja Kurdan de gavên şênber bavêje. Bingeha Melîsa Yekemîn û bingeha Destûra Bingehîn a sala 1921'an cih dide xwişk û biratiya gelan û baweriyan. Ger ku ev yek heta îro pêş ketibûya dê rê li pêş pergalek demokratîk vekiriûya." 
 
Çîçek, da zanîn ku analîzên Ocalan encama siyasî û civakî ya li ser meseleya Kurd şênber derketine holê radixe ber çavan. Eger Destûra Bingehîn a sala 1921'an li ser esasê xwişk û biratiya gelan û baweriyan pêş ketibûya dê dê rê li pêş pergala demokratik ava kiribûya. 
 
Çîçek, anî ziman ku di encamê de li gorî ruhê polîtîk ê Peymana Lozanê Destûra Bingehîn a sala 1924 hat sazkirin. Wekî ku bingeha Destûra Bingehîn a sala 1921 îspat bike. Bi Destura Bingehîn a sala 1924'an re xala xweseriya Navçe, Bajar û Nehiyan a Zagona Bingehîn a sala 1921'an tê rakirin. Meclîsên navçe û bajaran tên rakirin. Derbasî navendîbûnek hişt dikin. Hilbijarteka çareseriya pirsgirêka Kurd a xweseriya Rêveberiya Herêmî ku bi Destûra Bingehîn a sala 1921'an guncav bû, bi Destûra Bingehîn a sala 1924 ji holê hat rakirin. Bi vê yekê gelê Kurd derbasî dersînorê pergalê kirin û ser wê girtin. Ev mijar di niqaşên Meclisa Tirkiyeyê de wiha tên gotin. “Dewleta me dewletek mîllî ye. Ne dewletek pir millet e. Dewlet ji xeyni Tirkan milletên din nas nake." 
 
Bi van gotinan di dîroka Komarê ku dema hat avakirin Kurd qebûl dikirin, bi awayekî fermî pirsgirêka Kurd înkar kiriye û serî li rêyên bişaftinê daye." 
 
Çîçek, bal kişand ser rola Îngiltere û wiha got: "Di di pêvajoya ku ji Împaratoriyê derbasî netew dewletê bûn de, mimarê van polîtîkaên ku li ser vê hemû axê hat ditîn Îngîltere bi xwe ye. 
Ocalan, estnîşan dike ku di salên 1919-23'an de pêvajoya herî guncav a îtîfaqên di navbera Kurdan, sosyalistan, umetkar, misilmanên dmokrat, lazan û Çerkezan de ye. Ocalan tîne ziman ku rengê van îtîfaqên hatine kirin jî ruyê xwe di Meclisa Yekemîn a hat damizandin de xuya dike. Ji ber vê yekê Ocalan pêdivi bi nûkirina Destûra Bingehîn a sala 1921'an dibîne. Dixwaze bi vê yekê mafen mirovan ê gerdûni û demokratîk bê nûjenkirin. Ocalan bi lîstika Îngiltere dixwaze bêje, bi komployê hundi û derve, hizmeta hemomonyaya Kapîlatîst a îngiltere ya darbekar dike."  
 
 
Çîçek, li ser fikrên Ocalan ên têkildarî çareseriyê axivî û got: "Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de, rewşa li ser esasê Statuya Gelê Kurd wiha dinirxine. Gelê Kurd ne di hiquqa neteweyî de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de mafê wî nayê naskirin. Hiqûqa Yekîtiya Ewropa (YE) bi israr dixwaze meseleyê li ser esasê mafê tekakesî çareser bike. Bi vê yekê naxwaze rastiya dîrokî û civakî bibînin. Ev feraset nîşan dide ku polîtîka û Peymana Lozanê hêj didome. Hebûna Komara Tirkiyeyê li hemberî tunebûna Kurdan (înkara Kurdan) Kerkuk û Mûsul ji Îngîltereyê re hiştine. Li hemberî ku TC pergala Kapîlazimmê qebûl bike destûr daye ku Peymana Lozanê qebûl bike." 
 
ÇARESERÎ ÎTÎFAQA DEMOKRATÎK Û DESTÛRA BINGEHÎN A 1921'AN E
 
Çîçek bal kişand ser fikra Ocalan a çareseriyê û got: "Ocalan der barê ji destrevandina Komara Demokratik a Tirkiyeyê, wiha dibêje: 'Tirkiye bi vê yeke sedsala 21'an winda kir. Bi komploya navdewletî ya 15'ê Sibata 1999'an armanc dikin ku sedsala 21’an bidin windakirin. Kurd bi hafizaya xwe ya dîrokî berxwedana demokratik danî holê. Hilbijartina Komara Demokratîk a Tirkiyeyê bi Peymana Lozanê di hedefê de ye. Ji bo sedsala 21'an neye windakirin divê "Ne înkar û ne jî îsyan, divê çareseri Komara Demokratik be. Divê ji dîrokê ders bên derxistn.'  Ocalan bi sekn û fikrên xwe hewl dide ku li dijî "Kemîna Kurd" ku rê li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd digire û dibe sedema jana çand, aborî, civak û siyaseta Tirkiyeyê, çareseriyekê ava bike. Mirov nikare Kemîna Kurd tenê wekî Komkujiya Kurd pênase bike. Li ser neçareserkirin û perçekirina Kurdan disekine. Bi vê kemînê gelê Tirk, Fars, Ereb û neteweyên din jî dikevin nava vê kemînê. 
 
Ocalan, rêya xelasiya ji vê Kemînê wekî avakirin û pêşxistina Meclîsa Yekemîn û Destûra Bingehîn a 1921'an nîşan dide. Dîsa Îtîfaqa Demokrasiyê ya şopên Destûra Bingehîn a 1921'an nîşan dide," 
 
 
 MA / Ferhat Çelik

Sernavên din

23/07/2020
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin