Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete

  • rojane
  • 13:33 23 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku bûyerên tecawîz û îstîsmarê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP-MHP’ê ye û got: “Emê destûrê nedin siyaseta efokirinê.”

 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî rojevên jinan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, diyar kir ku polîsan bi hinceta vê civîna wan a çapemeniyê, Buroya Têkiliyê ya Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya Demokratik a li Amedê kirine dorpêçê û wiha got: “Emniyeta Amedê, buroya me ya rêveberiya herêmî dorpêç kiriye. Diyare îstîxbarat şaş girtiye. Em li Enqerê daxuyanî didin.”
 
Başaran, da zanîn ku têkoşîna jinê ya di HDP’ê de, têkoşîna jinên femînîst a ku sedsale dewam dikeye û wiha axivî: “Em ê weke jinên HDP’î, destûr nedin ku ev têkoşîn bêrawestandin, êrîş û pêngavên li dijî vê têkoşînê. Mixabin em di demek ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê pir zêde bûne re derbas bibin. Ev bûyer polîtîkin. Bûyerên tecawîz û îstîsmarê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP û MHP’ê ye. Piştî ku zaroka 10 salî li Şirnexê rastî tacîzê tê, Walî derdikeve daxuyanî dide û diyar dike ku ev bûyer weke polîtîk tê pêşkêşkirin. Ev jî nîşanî me dide ku sûcdarê vê tacîzê ne tenê çawîşê pispore, yên ku evê cesaretin didin wî ne. Jinek 18 salî ji aliyê çawişekê pispor ve tê tecawîzkirin. Dema ku jin dixwaze vê bûyerê bi raya giştî re parve bike jî, 20 rojan tê desteserkirin, rastî gef û zilmê tê. Ev çawîşê pispor jî mîna yê Şirnexê, hêzê ji desthilatdariyê digire, jina ciwan tehdît dike û jina ciwan ji ber vê ji neçarî întîhar dike. Dema em li Êlihê bûn, di hevdîtinên me kirin de, me bihîst ku rewşa jina ciwan girane. Li Şirnexê 2 pisporên çawîş tên berdan. Em baş dizanîn ku wê ev hewldanên wan dewam bikin. Ji ber ku ev polîtîkayeke tifaqa AKP û MHP’ê ye û parçeyekê şerê taybetê. Ev rêbazên wan her roj bi bûyerên cuda derdikevin holê.”
 
‘EM WAN JI ÊRÎŞÊN WAN NAS DIKIN’ 
 
Başaran, anî ziman ku ew polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan ji rêbazên operasyonên li hemberî jinan nas dikin û wiha bilêv kir: “Em ji îşkenceya bi kûçik a li dijî Rojbîn Çetîn, girtina hevala me ya jina 70 salî, Gulîstan Dokû ya 200 rojin windaye, êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê van polîtîkayên baş dizanîn. Emê tu carî li dijî van êrîş û polîtîkayan bêdeng nemînin.”
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN SIYASETA EFOKIRINÊ’
 
Başaran, bal kişand ser qetilkirina Pnar Gultekîn û Fatma Altinmakas jî û wiha dewam kir: “Em her tim dibêjin ev encamên polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne. Berê jî min bi raya giştî re parve kirbû; siyaseta AKP û MHP’ê bi rêve dibe, ajandaya siyaseta li dijî jinane. Ne tenê di meha Hezîranê de 27 jin hatin kuştin, di heman demê de 23 jin jî bi awayekê bi guman hatin kuştin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de 3 hezar zêdetir jin hatin qetilkirin. Êdî ev rewş veguheriye komkujiyê.”
 
Başaran, dest nîşan kir ku AKP li şûna ku li dijî komkujiya jinan siyasetekê pêş bixe, hewl dide samîmiyeta HDP’ê di testê re derbas bike û wiha bilêv kir: “Samîmiyeta me testkirina AKP’ê ye. Testa samîmiyeta me jinên li Tirkiyeyê ne, jinên Kurdin, jinên Çerkezin û jinên Tirkin. Testa samîmiyeta AKP’ê, polîtîkayên bi rêve dibeye. Erdogan ji bo cînayeta Pinar Gultekîn got ewê şopdarê bûyerê bin. Em ev rewşa we ya şopandinê, di tundiya li dijî jinan de dît. Tişta ku hûn dixwazin bişopînin siyaseta efokirina bersûcane. Lê em jin, emê destûrê nedin vê yekê.”
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Başaran, nîqaşên desthilatdariyê yên guhertina Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û wiha got: “Di rojên ku tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jinan pir zêde bûyîn de, nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê xistin rojevê. Emê vê yekê qebûl nekin. Her roj di televîzyonan de jinan hedef nîşan didin ku vê nîqaşa xwe dewam bikin. Her roj li ser guhertina Peymana Stenbolê nîqaş dikin, lê bi tu awayî mafê axaftinê nadin jinan. Di encama kedeke mezin a jinan de ev peyman hat qebûlkirin. Îro desthilatdarî dixwaze van destketiyên me ji me bigire. Emê bi tu awayî destûrê nedin ku desthilatdarî van destketiyên me ji me bigire. Ewlekariya me ne desthilatdarî, ne hêzên ewlekariyê û ne jî daraza ku cesaretê dide zilamane. Ewlekariya me destkeftiyên me bi xwe ne. Emê tu carî dest ji van destkeftiyên xwe bernedin. Êdî tehemula me nemaye ku jinek tenê jî ji nava me kêm bibe.”
 
BANG LI PARTIYAN KIR
 
Başaran, di dewama axaftina xwe bang li komên partiyan ên di Meclîsê dene kir û wiha got: “Weke HDP’ê, koma me ya jinan di parlamentoyê de heye. Ger hûn dixwazin tundiya li dijî jinan ji holê bê rakirin, werin em bi hev re pirsgirêkê ji holê rabikin. Em bang li hemû saziyên jinan dikin, werin em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Werin em hemû bi hevre ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Ji bo ji bo vê amadene ku bi hevre rûnin û nîqaş bikin. “
 
FÎNALA KAMPANYAYÊ LI ENQERÊ YE 
 
Başaran, derbarê kampanyeya “Jin Li Her Derêne”ya di 8’ê Hezîranê dest pê kiribûn de jî, ev agahî dan: “Ev meheke, em li dijî îstîsmarê, tundiya zilam, bi qeyûman re girtina saziyên siyasî û astengiyê xwe gihandinan jinan, dengê xwe bilind dikin. Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Emê di 25’ê vê mehê de, li Parka Kûgûlû ya Enqerê saet 12.00’an de, fînala vê kampanyeay xwe bidin. Emê kompanya xwe bi dawî bikin. Emê dîsa bêjin têkoşîna jinan li her derê ye. Werin em hemû bi hev re li dijî cudakariyê, tundiyê û siyaseta dijber xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Werin em bi hevre bibin dengê hemû jinan û li dijî serdestiya zilam a ku dixwaze me dorpêç bike, têkoşîna xwe mezin bikin.”

Sernavên din

23/07/2020
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin