STENBOL - Prof. Dr. Yaman Akdenîz, anî ziman ku bi guherin û sînorkirina "Medya Civakî" armanc dike ku naverokên ku ji parvekirinê re hatine astengkirin, di demên pêş de ji arşîvan derxin û winda bikin. Akdeniz, ji hêz û partiyên muxalif xwest ku vê guhertin û sînorkirina "Medya Civakî" qebûl nekin.
Îqtîdara AKP û MHP'ê piştî "Zagona Notirvanî", "Zagona Înfazê" û "Pir Baroyî" di meclîsê re derbas kir, niha jî armanc dike ku Peymana Îstanbul betal bike û sinorê "Medya Civakî" teng bike. Pêşnûmeya der barê "Medya Civakî" ku ji 9 xalan pêk tê, tê armanckirin ku îro bibin Komîsyona Edaletê. Têkildarî mijarê Pisporê "Medya Civakî" Prof. Dr. Yaman Akdenîz, anî ziman ku bi guherin û sînorkirina "Medya Civakî" armanc dike ku naverokên ku ji parvekirinê re hatine astengkirin, di demên pêş de ji arşîvan derxin û winda bikin. Akdeniz, ji hêz û partiyên muxalif xwest ku vê guhertin û sînorkirina "Medya Civakî"
Akdeniz, anî ziman ku bi vê guhertinê dê agahdarkirina civakê û ragihandina çapemeniyê jî bê bi bînorkirin û çapemenî dê bi awayekî ciddî têkeve bin bandora vê yekê û wiha got: "Eger platformên Medya Civakî neyê Tirkiyeyê, dê hemû Tirkiye winda bike. Ji bin bipirsin divê kes di van şertan de neyên Tirkiyeyê. Divê hêza muxalif û partiyên muxalif vê pêşnûmeya zagonê red bikin."