STENBOL – Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê ji bo berdana serokê komeleyê Alî Ekber Barmagiç ê girtî kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin.
Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê ji bo berdana serokê komeleyê Alî Ekber Barmagiç ê ji 3’yê tîrmehê ve girtî ne li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên komeleyê beşdarî civînê bûn.
KAMPANYA DAN DEST PÊ KIRIN
Endamê Desteya Rêveberiya Komeleyê Alî Baba Ben daxuyanî da û diyar kir ku bi boneya serokê wan têkoşîna ekolojiyê birêve dibir û ji ber wî talankirina xwezayê eşkere kiriye hatiye girtin. Ben got têkoşîna ew ji bo xwezayê û qadên jiyanê didin rewa ye û wê zext û girtin nikaribe peşkê li têkoşîna wan bixe. Ben ragihand ji bo berdana serokê komeleyê ew kampanyaya îmzeyan didin dest pê kirin.