ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê Ramazan Yagbasan ku ket çemê Dîcleyê, bi avê re çû û winda bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Ramazan Yagbasan (65) ku ket ava çemê Dîcleyê bi avê re çû û winda bû. Ji bo dîtina Yagbasan komên lêgerînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Xebatên ku demekî hatin kirin bê encam man û navber hat dayîn. Dê sibê careke din xebatên lêgerînê ki bo Yagbasan bên destpêkirin.
Hat hînbûn ku Yagbasan beriya demekê ji Almanyayê hatiye gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê.