SÊRT – Şewata pêr li çoltera Hewêlê rû da, piştî ku belavî navenda navçeyê bû, ji aliyê ekîbên agirkuş ve hat vemirandin.
Li çoltera navçeya Hewêl a Sêrtê, pêr ji ber sedemek nehat zanîn şewat derketibû. Şewata ku li qadeke 25 hekterî belav bû, belavî navenda navçeyê bû. Ekîbên agirkuj li ser vê yekê mudaxileyî şewatê kirin û îro vemirandin.
Ekîbên ji Muduriyeta Karê Daristanan a Sêrtê, Qeymeqemtiya Hewêl, Şaredariya Hewêl, Amed, Bedlîs û Êlihê hatin herêmê, xebatên xwe yên vemirandina şewatê bi dawî kirin.