AMED – Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya pêngava “BikeveTevgerê” de derbarê tecrîdê de li gelek deverên Amedê afîş daleqandin.
Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya pêngava “BikeveTevgerê” de li Amedê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rojiya mirinê ya endamên Grûp Yorûmê û zêdebûna bûyerên tecawizê de li gelek deverên bajar afîş daleqandin. Li ser afîşên ku bi bîlbord û dîwaran ve hatine daleqandin de ev tişt hatin nivîsandin; “Qarantînaya 14 rojan çi qas dirêj e newsa? Birêz Ocalan 22 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de ye!” , “Ji bo stranên ku te bi hêsanî berguhik daye ber guhê xwe û wan guhdar kiriye, bibêjî, mirovan di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da! Ji bîr neke #BikeveTevgerê!”
Meclisa Ciwanan, diyar kir ku bi afîşan armanc dikin ku welatiyan teşfîqî empatiyê bikin.