Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû

  • rojane
  • 09:03 28 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN- Ji ber Kovîd-19’ê li nexweşxne û wargehên Mêrdînê cih nemaye. Li bajarê ku pergala tenduristiyê hilweşiyaye, xebatkarên tenduristiyê hişyar kir: “Dibe ku di cejnê de hejmar zêdetir bibe.” 
 
Mêrdîn yek ji wan bajarên herêmê ye ku nexweşiya vîrûsa koronayê lê zêde ye. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Mêrdînê duh ragihandibû ku li bajêr hejmara nexweşên Kovîd-19’ê nêzî 5 hezarî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 200 xebatkarên tenduristiyê bi nexweşiyê ketine, nexweşxane û wargeh bi nexweşan tije bûne, nexweş sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê tên kirin û rojê tenê 140 tes tên kirin. Her wiha ragihandin ku nexweşîn li bajêr serî bi nexweşiyê re nayê derxistin. Wezîrê Tenduristiyê Faharettîn Koca jî rojek berê, bêyî hejmara nexweşan bide gotibû ku Mêrdîn yek ji 4 bajaran e ku nexweşiya zatûreyê li wan zêde ye.
 
Li bajêr her roj hejmara miriyên ji ber Kovîd-19’ê zêde dibe. Ji ber hejmar bi awayekî zelal nayê parvekirin, guman hene ku berî cejan qurbanê hejmara pêketiyan hîn zêde bibe. Bi rakirina tedbîran, li bajêr di serî de di wesayitên çûn û hatinê yên giştî de, bi tu awayî tedbîr nayên girtin. Her wiha derket holê ku testên şandine jî xirabe bûne. Di bernameya Wezareta Tenduristiyê ya “jiyan li malê ye” hema bêje tevahiya bajêr “herêma bi rîsk a bilind” xuya dibe.    
Hevseroka Odeya Tabîban a Mîrdînê Dr. Derya Ethem û Hevserokê SES’a Şaxa Mêrdînê Ozgur Bîlek rewşa dawîn a Mêrdînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.   
 
HEJMAR JI NIŞKA VE ZÊDE BÛ
 
Dr. Derya Ethem ragihand ku ji ber zanyarî bi awayekî zelal nayên parvekirin li ber destê wan zanyariyên teqez tune ne û ew agahiyan ji nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê berhev dikin. Ethem diyar kir ku li bajêr hejmara nexweşan derketiye ser 5 hezarî û navçeya herî zêde nexweş lê jî Qoser e. Dr. Ethem bi lêv kir ku tevahiya nexweşxaneyên bajêr tije bûne û yên rewşa wan ne dijwar be nayên emeliyatkirin. Ethem wiha domand: “Li nexweşxane û wargehan cih tune ye. Di adar-nîsan-gulanê de hejmar bi sînor bû. Bi destpêkirina “asayîbûn”ê ya di 1’ê hezîranê de, hejmar jî nişka ve zêde bû.” 
 
 BINESAZIYA TENDURISTIYÊ RANAKE
 
Ethem aşkera kir ku testên tên şandin di ser kapasîteya unîteya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de ye û polîtîkaya tenduristiyê ya herêmî tune ye. Ethem destnîşan kir ku hekîm û xebatkarên tenduristiyê gelek ked didin û got: “Bi tu awayî têr nake û hejmara nexweşan a heyî di ser binesaziya tenduristiyê ya Mêrdînê de ye.”  
 
‘DIBE DI CEJNÊ DE HEJMAR ZÊDE BIBE’
 
 Dr. Derya Ethem got ku li taxên derveyî bajêr ên nexweşîn nikaribû xwe bi hêsanî bigihandayê jî, hejmara pêketiyan zêde bûye û ew bi fikar in ku di cejna qurbanê de hejmar pirtir bibe. Ethem diyar kir ku vîrûs hîn jî baş nayê naskirin û ji ber zêdebûna pêketiyan hejmara miriyan zêde bibe; ji ber vê jî divê tedbir baş bên girtin.  
  
XIZMETA TENDURISTIYÊ YA ASTA DUYEMÎN 
 
Hevserokê SES’ê Bîlek jî bi bîr xist ku li Mêrdînê di destpêka pandemiyê de gel bi cidiyeta rewşê dizanibû û bêtir di bin kontrolê de bû. Bîlek axaftina xwe wiha domand: “Bi pêngavên di bin navê asayîbûnê de hatin avêtin, xwestin bidin xuyakirin ku her tişt di bin kontrola wan de ye. Bi awayekî xwezayî gel jî êdî bi baldarî tevnegeriya. Demên dawîn hema bêje em ji nexweşên din ên derveyî Kovîd-19’ê re xizmetê nakin. Hat wê astê ku em xizmetên tenduristiyên yên asta duyemîn nedin. Li gorî me sedem jî teqez polîtîkaya niha ye. Biryar li gorî rastiya heyî nayên girtin. Ji ber tijebûna nexweşxaneyên Mêrdînê em dizanin ku hejmar gelek zêde ye.” 
 
HEKÎMÊN MALBATÊ ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN
 
Bîlek diyar kir ku her diçe asta qelîteya xizmetên tenduristiyê dikeve û ew neçar dimînin emeliyatên nexweşên derveyî Kovîd-19’ê taloq bikin. Her wiha Bîlek da zanîn ku hekîmên malbatê di xizmetdayînê de gelek zehmetî dikişînin û hejmara hekîmên pêketî derketiye asta herî jor. Bîlek destnîşan kir ku ew nizanin wê li Mêrdînê asta pêketiyan kengî derê asta herî jor û got: “Tê gotin ku girîngiyê nadin herêmê. Heke li Mêrdînê rojê tenê 140 test tên kirin, em ê bêjin ku li herêmê polîtîkayeke taybet di meriyetê de ye.”  
 
Bîlek herî dawî got ku divê kêfxweşiya cejna qurbanê nebe xemgîniya me. 
 
MA  /  Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

29/07/2020
16:01 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
15:29 ÎHD'a Wanê: Di 6 mehan de Hezar û 170 mafên mirovan binpê kirin
15:14 Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin
15:04 Hempîşeyên Unsal û Tîmtîk ji bo wan bang kirin
14:48 DÎSK-AR: Dewletê 11,6 mîlyar tl kêm da kesên teqawîd
14:45 Li Îmraliyê qedexeyên ragihandinê: AYM red kir parêzeran jî bir DMME’yê
13:36 Operasyona nelirêdiyê: Ligel Midûrê DEDAŞ'ê 5 kes girtin
13:02 Baroya Edeneyê: Daxwaza Medya Civakî li diji demokrasiyê ye
12:26 Bavê 5 zarokên wî girtî jiyana xwe ji dest da
11:50 Li Licê bi qasî 600 hektar qad şewitî
11:44 Li dijî qeyûmê Mêrdînê operasyona nelirêtiyê
10:55 Xebatên lêgerîna ji bo Yagbasan ê li çemê Dîcleyê winda bû didomin
10:43 Qeyûm mala şînê ya tune şewitand!
09:04 Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye
09:04 Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne
09:04 Ji ber şîna xwişka xwe hat sûcdarkirin!
09:04 Yaylali: Dewlet jinên kurd wek gefê dibîne
09:03 Kesên qurbanan difiroşin: Keda me tê xwarin
09:02 Welatî: Em nikarin cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
09:02 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Jiyana wan di talûkeyê de ye
09:02 Porspî bang li muxalefetê dikin: Bibin yek û tifaqa demokrasiyê ava bikin
09:01 ‘Goristana Kîlyosê ji komkujiyên Zîlan û Dersimê necudatir e’
09:01 Dayikên Aştiyê: Tecrîd dibe sedema rondikên çavên dayikan
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:50 Meclîsa Tirkiyeyê daxwaza Medya Civakî qebûl kir
28/07/2020
21:58 Jinên sosyalîst ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:42 15 kes ji ber koronayê mirin
20:35 Payebilindên Şaredariya Mêrdînê ji ber nelirêtiyê hatin binçavkirin
20:01 Iraqê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê rawestand
18:47 Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir
16:48 Bi çeka bavê xwe hewl da întîhar bike
16:26 ‘Rêveberiya Şewbê feraseta Qeyûm e'
16:26 Simîtfroşê nikarîbû biçe Enqereyê xwest întîhar bike
15:37 Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim
15:35 Kesê ku doza ‘Heqareta li Serokkomar” lê hatibû vekirin jî kirine endamê AKP’ê
15:20 103 meh derbas bûn: Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye
15:19 Karkeran komkujiyên jinan şermezar kirin
15:00 Li Cizîrê feeliyetên werzîşê hatin rawestandin
15:00 ANYAKAY-DER: Tundiya zayendî êrîşa politik e
14:24 HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
14:07 100 parêzeran xwest Feyzioglu baweriya xwe nû bike
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN