DÎLOK – Walîtiya Dîlokê, bi hinceta vîrûsa koronayê ji bo 7 rojan çalakiyên ku li bajar bên lidarxistin qedexe kir.
Piştî Walîtiya Edeneyê, Walîtiya Dîlokê jî çalakiyên ku li bajar bên lidarxistin qedexe kir. Derbarê mijarê de walîtiyê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo 7 rojan hemû çalakiyên ku li bajar bên lidarxistin hatine qedexekirin. Walîtiyê weke hincet jî vîrûsa koronayê nîşan da û diyar kir ku ji bo di Cejna Qurbanê de vîrûsa koronayê neyê belavkirin û pêşî lê bê girtin biryareke bi vî rengî girtine. Wê qedexe roja 3’ê tebaxê bi dawî bibe.