NAVENDA NÛÇEYAN – Komek hunermendên Kurd ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were klîba strana “Xwe Nekuje” çêkirin û balê dikişînin pêkhatina yekrêziya kurdî.
Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Bengî Agirî û Jiyan Osman ên ji Rojavayê Kurdistanê stranek nû bi navê “Xwe Nekuje” û klîba wê çêkirin û balê dikişînin ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Gotin û muzîk Hekîm Sefkan çêkiriye û muzîkjen Memo Yapiştiran jî aranjeya klîbê kiriye.
Dîmenên şervanên Kurd ên çar aliyên Kurdistanê di klîbê de hatine bikaranîn û hunermend stranê li hev dubare dikin. Destpêka klîbê hunermend Hekîm Sefkan helbestek kurt dixwîne û pişt re stran dest pê dike.
Di dîmenên klîbê de jî diyar dibe ku di navbera şervanan de yekrêziya kurdî pêk hatiye û şervenên Kurd ên li çeperan li dijî êrişan li ber xwe didin derdikevin pêş.
Gotinên strana “Xwe Nekuje” wiha ye:
Ne mirina min dibe jiyana te
Ne tunebûna min dibe hebûna te
Ne jî wendabûna min welatê me azad dike
Berê tifinga xwe ji sînga min biguhere
Fîşekên xwe bo parastina welatê me bihêle
Dijminê me xedar e, keko
Bila zarokên te nebêjin; bavê me apê me kuşt
Wê kuştina min te jî bikuje
Xwe nekuje!
Çiya û rê pir giriyane
Hêsirên çavan qediyane
Ezmanê me sahî nebû
Ev goristan westiyane
Xwe nekuje!
Ezmanê me şahî nebû
Ev goristan westiyane
Min nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nekuje!
Fêda kuştina min nîne
Dilê dê û bavan diêşîne
Dîsa hêvî zuha dibin
Kêfa neyarên me tîne
Xwe nekuje!
Dîsa hêvî zuha dibin
Kêfa neyarên me tîne
Min nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nekuje!
Em şervanên yek warî ne
Li bin zora yek darî ne
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Xwe Nekuje!
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Min Nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nekuje!