Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve

  • rojane
  • 09:00 31 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRSÎN – Girtiyê berê Mahmût Karabûlût, rewşa girtîgehên tîpa T ku tim û tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, nirxand û got: “Girtîgehên tîpa F ji bo radestkirina vînê çêkirin, lê piştî dîtin ev girtîgeh bêerk man, vê carê jî girtîgehên tîpa T xistin dewrê. Sibê wê girtîgehên tîpa T jî bêerk bibin.” 

Mahmût Karabûlût ê 60 salî ku gelek caran hat girtin û 15 salan di girtîgehê de maye, girtîgehên tîpa T nirxandin ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne. Karabûlût, bilêv kir ku bi girtîgehên tîpa T armanc teslîmgirtina girtiyên siyasî ye û gt: “Jê re dibêjin girtîgeh, lê wekî malekê be. Ew der ne mal e, girtîgeh e. Cihwarine ku mirov hepsî wan tên kirin û qaşo lê tên kedîkirin. Cihwarê zext û îşkenceyê ne.” 
 
ARMANC DÎZAYNKIRINA CIVAKÊ YE 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku tê xwestin di ser girtîgehan re civak bê dîzaynkirin û got: “Yek ji serdemên tarî yên girtîgehan, serdema 12’ê Îlonê ye. Nav û dengê Girtîgeha Jimare 5’an a Amedê dinyayê hejand. Ji zilmên sistematik ên heya niha tên kirin, a herî mezin li wir hat kirin. Çanda girtîgehan a Tirkiyeyê li ser vê yekê hatiye avakirin. Car carina ev qîm nekiriye û rabûne bi tipine cuda girtîgehine din ava kirine. Armanca avakirina girtîgehên bi tîpên cuda, şikandina berxwedana gitiyan û teslîmgitina wan e. Lewma modelên cuda ava dikin. Armanc teslîmgirtina girtiyan e. Qirkirina mirovan di ser vê re tê kirin.” 
 
PIŞTÎ TÎPA F BI SER NEKET…
 
Karabûlût ku got “Gava model û pêkanînên heyî têr nakin, modeline sistematiktir çêdikin û bi vî awayî dixwazin bi kesayetiya mirovan bilîzin, wan teslîm bigirin û di ser mêjiyê mirov re nasnameyeke nû biafirînin” destnîşan kir ku ev feraseta faşîsan û dijî mirovahiyê li gor xwe hin konseptên girtîgehan afirandine. Karabûlût, bilêv kir ku modela tîpa F mînaka herî berbiçav e û got: “Girtîgehên tîpa F, girtîgehine taybet in. Bi taybetî gava dîtin girtiyên siyasî ji a xwe danekevin û teslîm nayên girtin, wekî konsepteke nû hat ferzkirin. Ev proje, li dijî kesên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê pêk hatin. Bi vê re xwestin mirovên tektîpî biafirînin, teslîm bigirin û qaşo kedî bikin. Lê li dijî vê jî berxwedanek cidî hat kirin û bedêl hatin dayîn. Dû re hat dîtin ku girtîgehên tîpa F jî qîm nakin û bi van girtîgehan nagihên armanca xwe. Aniha jî dest bi avakirina girtîgehine hîn komplîketir kirine. Yek ji vana jî girtîgehên tîpa T ye. Li gor wan ev modern in û wê bi kêrî xizmeta wan bên. Halbûkî ev girtîgehn bixwe ne. Malên îşkenceyê ne. Ev, wê tim û tim bi binpêkirinên mafan bên bibîranîn. Zext, îşkence û binpêkirinên mafan tim tên kirin û didomin û bi vî awayî tê xwestin civak bê dizaynkirin. Heger bi ser nekevin wê tipine din ava bikin.” 
 
Karabûlût, anî ziman ku hewldanên bi vî rengî yên ji bo teslîmgirtina vînê hewldanine bêhûde ne û got: “Tim tekrarê dikin. Nikarin li hemberî vîna mirov bitêkoşin. Hele gava ev girtiyên siyasî, yanî mirovên di warê civakî de xwedî hesasiyet bin, wê nikaribin bi rihetî mirovan dîl bigirin. Ew, çi dibe bila bibe wê li ber xwe bide.” 
 
Karabûlût, destnîşan kir ku pergala heyî bûye sedema texrîbatên mezin û got: “Nikarin bi guherandina tîpên girtîgehan, tîpên mirovan biguherînin. Projeya wan hemû sînordarkirina mirovên girtine bixwe ye. Hûn nikarin bi jiholêrakirina mafên mirovan, mirovan rehabîlîte bikin. Ji dêvla vê pêdivî lihevkirineke civakiyî û projene ku karibin meseleyên me yên civakiyî hel bikin, heye. Ji dêvla ku civakê rihet bikin, berevajî dixwazin bi zext û zoriyan, bi zilmê dizayn bikin. Ev bi kêrî kesî nayê. Çawa ku îro girtîgehên tîpa F bêerk man, wê girtîgeên tîpa T jî bi heman awayî bêerk bimînin. Binpêkirinên mafan ên pêk tên, di dîroka vî welatî de wê wekî lekeyeke reş bên qeydkirin.”
 

Sernavên din

02/08/2020
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê
14:21 Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin
14:04 Qedeqeya Meşa Rûmetê hat îptalkirin
13:40 Cejnê li goristanan pêşwazî kirin
13:04 Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê
12:54 Yagbasan ê ber Çemê Dîcle ket cenazeyê wî hat dîtin
12:46 Ji ber ku qeyûm mezbexaneyê hilweşand ev dîmen derketin holê
12:30 Mizrakli: Bi hêviya cejnên em qurbanan nedin
12:04 Parêzer: Girtina Tîmtîk û Unsal îşkence ye
11:44 Demîrtaş Cejna Qurbanê pîroz kir
11:19 Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê
10:50 Dorpêça li Basa dewam dike
10:39 DBP: Em hevî dikin ku cejn aştî û azadiyê bîne hemû cîhanê
10:34 Gora Vedat Aydin ziyaret kirin: Em ê tu carî serî ne tewînin
10:27 'Bi rakirina Peymana Îstanbul dixwazin motîfên ol ferz bikin'
10:00 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
09:37 ‘Ku Peymana Îstanbul têxin meriyetê dê jin tundiyê nebînin'
09:03 Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê
09:02 'Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi vîrûsê bikeve'
09:02 Wê bi boneya cejnê alîkariya Êlihiyan bikin
09:01 ‘Devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî derçaxî ye'
09:01 Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!
09:00 Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve
09:00 Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/07/2020
20:36 Daneyên Covîd-19'ê: 15 mirî, 967 pêketî
18:40 Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
18:28 Tîmtîk û Unsal rakirin nexweşxaneyê
18:21 Piştî şer, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin
18:14 HDP'ê gor ziyaret kirin
16:54 'Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir’
15:51 Li Lîcê goristan şewitandin
15:01 Daxwaza berdana Tîmtîk û Unsal hat redkirin
14:50 Serokê Baroya Hatayê Donmez: Divê berpirsiyar ji peywirê bên girtin
13:42 Di lojmanên polîsan de mirina bi guman a jinekê
13:35 Polîsek tîmê taybet li Nisêbînê întîhar kir
13:25 Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya
12:52 ATK: Ebru û Aytaç nikarin li girtîgehê bimînin
12:51 KCD û DBP'ê hişyariya Kovîd-19'an kirin
11:22 Bi fatûreyên sexte bi milyonan pere hatiye razandin!
11:22 Malbatan ji bo hevdîtin û telefonê serlêdan kirin
11:00 Uca: Bila 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin
09:25 Strana ‘Xwe Nekuje’ banga yekrêziyê dike
09:04 'Çavê li deriyan xwelî li seriyan'
09:04 'Ji bilî nanûzikê xwe, em tiştek din nafikirin’
09:03 Ji dayika Yabaşkûl a hatibû qetilkirin berteka Peymana Stenbolê
09:03 Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike
09:03 Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’
09:02 Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî
09:01 Aktîvîsta TJA'yê: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin
09:01 Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo zarokên herêma erdhejê kampanya dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN
29/07/2020
19:54 Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an
19:15 Îfadeya Abarakov wê dîsa bê girtin
17:28 Rapora ÎHD'ê ya Kurkçulerê: Mafê tenduristiyê asteng dikin
16:52 Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
16:03 Hevserokê DBP'ê yê berê Kayar 15 rojin wenda ye
16:02 Li Amedê rojane testa 300 kesî pozîtîf derdikeve