ŞIRNEX - Ramazan Yagbasan ê 5 roj berê li Cizîrê ket Çemê Dîcle û ber avê ket, cenazeyê wî hat dîtin.
Welatiyê 65 salî Ramazan Yagbasan ê 5 roj berê li qada Çemê Zeytîn a nêzî guundê Misuriyê ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo xwe hînik bike, ket Çemê Dîcle û ber avê ket, cenazeyê wî hat dîtin. Cenazeyê Yagbasan ji otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hat diyar kirin ku Yagbasan wê li gundê Bafê yê Hezexê bê definkirin.