Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt

img
STENBOL - Porsipiyan anî ziman ku rewşa niha ya welêt ne kêmî ya dema 12'ê Îlonê ye û ji bo danezana ku parvekirine jî gotin, bi vê danezanê rewşa li welêt teşhîr kirine û danezana wan qîrîna "hawarê" ye. Her wiha porsipiyan, bang li partiyên muxalif kirin ku dengê xwe li dengê wan zêde bikin. 
 
Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnamevan û hunermend jî di nav de "101 Porspî" ji bo pêşî li rewşa xirab a welêt bigirin danezanek parve kirin û ji bo "muxalefeta demokratîk" bang li partiyên muxalif kirin. Parlementerê Partiya Anavatanê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, rojnamevan Nadîre Mater û dadger berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Berdevkê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Riza Turmen danezana hat parvekirin nirxandin. 
 
ERDOGMÛŞ: DANEZAN TIŞTÊN DIQEWIMIN TEŞHÎR KIR 
 
Erdogmûş, rewşa heyî ya welêt şiband "tarîtiya dema darbeya 12'ê Îlonê" û got, gava mirov berawerdiyekê bike pêşeroja serdema niha hîn bêtir nediyar e. Erdogmûş, bilêv kir ku rotaya Tirkiyeyê berevajî demokrasiyê bûye û ber bi rejîmeke otorîter ve diçe û got, bi "darbeyek sivîl" pêşeroja welêt tê avakirin. Erdogmûş, bilêv kir ku danezana ku parvekirine tiştên li welat diqewimin teşhîr kirine. 
 
ME JI BO WELÊT GOT 'HAWAR E' 
 
Erdogmûş, anî ziman ku ev danezan kesên dengê xwe dane partiya îqtidarê jî di xwe de dihewîne û got: "Me rewşa heyî ya Tirkiyeyê tespît kir. Me di rewşeke ku îqtidar berê welat ber bi krîzeke mezin û tûneleke tarî ve dibe de me bang kir. Te dît dibêjin 'hawar e; me jî got 'hawar e.' Loma divê her kes li dijî vê rêveberiyê xwedî helwest be. Zemîna hevpar a vê helwestê jî divê demokrasî be. An jê wê ev tarîtî veguhere gerînekekê û em ê hemû di vê gerînekê de bifetisin." 
 
Erdogmûş, destnîşan kir ku bi taybetî bang li ciwanan û tifaqa demokrasiyê kirine. 
 
NEBÛNA ÎTIFAQÊ ŞERM E 
 
Erdogmûş, anî ziman ku bi vê danezanê muxalefetê jî hişyar kirine û got, hîn jî muxalefet xwe nade ber îtifaqa demokrasiyê. Erdogmûş, ji bo vê rewşê got, nebûna tifaqaê şerme û got: "Tişta em dibêjin ev e; ev rê rêyeke tarî ye, ev korerê ye. Muxalefet jî divê biqîre û bibêje ev rê ne rêyeke rast e. Neheqiye meriv heman rexneyê li hemû pratiyan bike. Lê rastiyek heye; partiyên muxalefetê di warê demokrasiyê de nayên cem hev du. Ev şerma muxalefetê ye. Helbet hin partî di warê demokrasiyê pir têdikoşin. Em baş dizanin hin partî di şertên zor û zehmet de siyasetê dikin. Em baş dizanin ku HDP di şertên çi qasî zehmet de siyasetê dike." 
 
HÊ KARÊ ME NEQEDIYAYE 
 
Erdogmûş, anî ziman ku heger "paya hevpar demokrasî be; naxwe li dijî vê îqtidara ceberût helwest divê" û got: "Ev meseleya me ya hevpar e. Em dibêjin, divê her kes li dor vê meseleya hevpar bibe yek. Tiştên werê divê bên pêşvexistin. Loma divê her kes xwe bigihîne vê danezanê. Em baş dizanin bê çapemeniya berbelav bi çi awayî danezanê bin pê dike. Lê dîsa jî danezan bi heft zimana hat wergerandin. Em ne ji wan kesan e ku piştî îmzekirina vê danezanê em bibêjin karê me qediyaye. Ev destpêk e û em ê bidomînin." 
 
TURMEN: ME REJÎMEKE BI VÎ HAWÎ NEDÎTIYE 
 
Riza Turmen jî anî ziman ku rewşa welat nebaş e û got, daraz, çapemenî, aborî û polîtîkaya dever hilweşiyaye. Turmen, diyar kir ku ew 'porspî', heya niha bi krîzeke werê re qet rû bi rû nemabûn û got: "Me heya niha berberîbûneke werê, dijminatiyeke werê, rejîmeke werê û pergaleke werê nedîtibû. Helbet di vê de para me jî heye. Loma ji bo nifşên ciwan nekvin tor şaşiyên me, em bang li wan dikin. Em dibêjin 'Tirkiyeyeke din pêkan e.' Tirkiyeyek biedalet, azad û xweşik pêkan e. Ev bangawaziya me ye." 
 
BÊYÎ ÇALAKÎ AZADÎ NEPÊKAN E 
 
Turmen, diyar kir ku bi vê bangawaziyê karê karê wan bi dawî nebûye û got: "Em nîqaş dikin ku em ê vê yekê çawa veguherînin tevgerekê. Azadî, çalakîbûn e. Têkoşîna azadiyê ancax bi vî awayî pêk tê. Bêyî çalakî têkoşîna ji bo azadiyê nepêkan e. Di nav çalakiyê de her tişt heye. Gotin jî heye, nivîs jî heye û daketina kuçeyan jî heye." 
 
Turmen, destnîşan kir ku di pêş de wê daxwazên di danezanê de bigihînin gel û got: "Çimkî bêyî gel tu tişt ne pêkan e. Çimkî kirdeya têkoşînê gel e. Heya gel nebe kirde, wê her tişt di gotinê de bê asêkirin." 
 
MATER: BANGA ME BINIRXÎNIN 
 
Rojnamevan Nadîre Mater jî bal kişand ser gotinên îqtidarê yên di dema pandemiyê de ji bo welatiyên di ser 65 salan re û got: "Ça rmeh in te dît wê mirovên di ser 65 salan ji Covîd-19'ê biparêzin û umrê xwe ji bîr dikin û ji me re dibêjin 'mezinên me', 'hêjayên me'. Madem em ev qasî biqîmet in, naxwe bila bangawaziya 101 Porspiyî binirxînin. Bila li dersa xw ebişixulin, banga me cardin bixwînin û spartekên xwe çêbikin." 
 
MA / Nacî Kaya 

Sernavên din

09/08/2020
15:01 Meclîsa 'Bila Munzûr azad biherike' Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kirin
14:29 'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin'
14:08 Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir
13:57 Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin
11:46 Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket
10:36 Şerê li Şêbê didome
10:29 Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje
09:41 Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?
09:13 Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome
09:04 Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve
09:02 Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin
09:01 Esnafên Mêrdînê: Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
08:10 Eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir
07:58 Otobusa rêwiyan qeza kir: 5 rêwî mirin 26 rêwî birîndar bûn
08/08/2020
21:31 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 829
17:04 Zarokê 16 salî ji aliyê pastarên Îranê ve hat îşkencekirin
16:44 Li Bedlisê şewat li gundekî hat vemirandin lê li gundekî hê jî didome
16:16 Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike: Em ê destûr nedin
16:07 Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne
16:04 Li Edeneyê bertek nîşanî binçavkirin dan
15:23 Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin
15:06 Derp heye, rapor tuneye
14:53 Bal kişandin ser rewşa Bûlût ku li gel raporê nayê berdan
14:37 DFG'ê 3 rojnameger bi bîr anî: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
14:13 Dayika rojnameger Tepe 27 sal in li benda edaletê ye
14:11 Li Sîncanê rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke
13:54 MKGP: Em ê bibin pênûs û kameraya Deniz Firat
13:48 Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin?
13:26 Li Kanîreşê pevçûn: Jinek birîndar bû
13:09 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê hat aşkerakirin
12:47 Hefteya 600’emîn: Heta windayê dawîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome
12:29 Mîraçê 4 salî 9 rojin winda ye
12:18 Li gundê ku Goristana Xerzanê lê bû şewat derket
12:06 Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin
11:45 Jinên li Îzmîrê hatin îşkencekirin: Emê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
10:58 Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye
09:59 Merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ hat qedexekirin
09:09 Li dijî ÇAYKÛR'ê wê li cem hilberîneran be
09:07 'Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin'
09:07 'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin'
09:07 Li Amedê rewşa Covîd-19'ê
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN