NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa, ragihand ku li herêmê kesek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa, daxuyand ku kesekî 54 salî yê li Til Koçerê ji ber Covîd-19'ê tedawî dibû jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku li herêmê heya niha 3 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyan jî 66 e.