ÇEWLIK – Li navçeya Kanîreşê di şerê navbera 2 malbatan de jina bi navê Aygul Açik bi derbeke kul is er wê ket birîndar bû.
Li mezraya Aktaş a gundê Licik ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, di navbera malbatên Açik û Okûyûcû de pevçûn derket. Di pevçûnê jina bi navê Aygul Açik bi derbeke kul is er wê ket birîndar bû. Açik bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê û ji vir jî wê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê kirin.
Hat hînbûn ku malbata Açik û Okûyûcû li ser boriyên avê bi hev ketine.