Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje

img

ENQERE - Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yurekli, bal kişand ser bêhiquqiya li îmraliyê û diyar kir ku ev pergala li dijî hiqûqê aştiya civakê û hiqûqa heyî dixe nava hewqa avê. Yurekli, xwest êdî CPT, li şûna çavderiyê gavên şênber ên çareseriyê bavêje. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Heta niha parêzeran bi hezaran caran serî li dozgeriyê da ku bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Malbatan bi sedan caran serî li dozgeriyê dan ku bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê serlêdan û daxwazên wan ên hevdîtinê bi hincetên cuda red kirin. Girtiyên siyasî hefteyê 2 caran û her carê dikarin 10 deqîqeyan dikarin bi telefonê bi malbatên xwe re bi axivin. Lê Ocalan di nava 21 salan de tenê îsal carekê mafê telefonê dan wî. Mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran, malbatê re tê astengkirin. Mafê Ocalan ê telefonê tê asteng kirin. Dîsa pirtûk, rojname û kovar tên sînorkirin. Lê li gel hemû tecrîdê her cara ku Ocalan ziyaret kirine peyama aştî, demokrasî û çareseriya pirsgirêkê anîye ziman. Ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yurekli, li ser tecrîdkirina Ocalan û helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û polîtîkayên hikûmetê nirxandin kir. 
 
'EM JI ÎMRALIYÊ AGAHÎ NAGIRIN' 
 
Yureklî, destnîşan kir ku ji ber rîska piştî vîrûsa corona (Covid-19) û tenduristiya Ocalan wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û wiha got: "Muwekilê me ji ber temenê wî û vîrûsa corona di bin rîskê deye. Şertên Girtîgeha Îmraliyê ne guncav e. Jiyana muwekilê me Ocalan di bin gefek mezin de ye. Ji bo tedbîrên mayinde bên girtin me hin daxwazên xwe parve kirin. Serlêdana AYM'ê gelek girîng e. Ji ber ku em ji Îmraliyê agahî nastînin. Ev bi serê xwe binpêkirina herî mezin e. Ji ber me serî li saziyên hiqûqa navxweyî da û me encan bi dest nexist, me serî li AYM’ê da. Serlêdanek mînak e. Lê dema rastiya Îmraliyê be û girtina 21 salan be, bê wate û bê qîmet e. 
Ji ber dema mijar dibe Îmrali, her kêlî, her saet û her roj, li dervê ewlehiya hiqûqî û ewlehiya tenduristiyê tê hiştin. Nikare ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigire. Li Îmraliyê gav li gorî zagon û destûra bingehîn nayên avêtin. Li vir heqûq û mafên mirovan tune ye. Mafê girtiyan li vir tune ye. Dewletê dest daniye ser muwekilê me Ocalan. Divê ewlehiya wî biparêzin. Wê ewlehiya wî nayê parastin. Tişta li îmraliyê heye 'Xezpa azadiyê' ‘destdanîna ser vînê' heye. Ev jî sûc e. 
 
'TENÊ HEKÎMTIYA ÎNFAZÊ BERSÎV DA: EV NE KARÊ MIN E 
 
Yureklî, anî ziman ku wan ji bo mafê Ocalan ê tenduristî û ewlehiyê biparêzin û dawî li bê hiqûqiyê bînin serî li Hekîmtiya Înfazê, Dozgerî, Wezareta Dadê, û Midûrîyeta Giştî ya Malên Tevkifevan a Girtîgehan dan. Lê tenê Hekîmtiya Înfazê bersîv da. Wan jî got: ‘Ev ne karê min e' û serlêdan red kir. Piştî vê bersîvê me serlêdanên tedbîrê nekirin. Ji ber yên din jî red kirin me serî li DMME'ê da û me xwest DMME tedbîrên parastinê bistîne. 
 
‘AYM, ESBERE BIRYAR DA'
 
Yureklî bal kişand ser helwesta AYM’ê û wiha berdewam kir: "Roja me serî li AYM'ê da di heman rojê de bersîv dan me, lê bi nivîskî tu bersîv nedan me. AYM’ê got “Tu rewşên lezgîn ên ji bo tedbîr bên girtin tune ye.' û bêyî lêkolîn bike û li gorî zanistiyê biryarê bide, eskere û bi pêşdarazî biryar da. Dema ev biryar da tu lêkolîn nekir û gelek pirs bê bersîv hiştin. 
 
‘ÎMRALI LI DIJÎ VÎRÛSÊ BÊ PARASTIN E'
 
Yureklî, bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û wiha axivî: “Girtîgeha Îmraliyê wekî girtîgehên din nîne. Bi sedan girtî lê ne girtî ne. Tenê 4 muvekîlên me lê girtî ne. Li gorî Birêz Ocalan ev girtîgeh hatiye dîzany kirin. Li gel ku girtîgeh di şertên îzolasyonê de hatiye avakirin jî dîsa bi hezaran personel li wir peyvirdar in. Bi hezaran personel li Bûrsayê bi derve re di temasê de ne. Nema Grava Îmraliyê pir zêde ye. Ji ber çûn û hatina personelan û ji ber nema zêde gumana ku vîrûs li Îmraliyê belav bibe bêtir hêzan e. Hem muwekilê me Birêz Ocalan û hem girtiyên din temenê wan mezin in. Birêz Ocalan 21 salin li vê girtîgehê girtî ye. Nexweşiya pergala bêhnê ya kronîk heye. Muwekîlên me yên din jî demek dirêj in girtî ne û rîska wan bêtir zêde ye." 
 
TESBÎTÊN CPT TÊR NAKIN
 
Yureklî, anî ziman ku dema wan serî li DMME'ê da, CPT rapora sala 2019'an parve kirin û ev yek girîng bû û wiha got: "CPT di rapore de balê dikişîne ser "tecrîdê û “Girtina veşarî". Ev girîng e. Lê tenê em tespît û çavdêriyê ji CPT naxwazin. Divê ji bo çareseriyê gavan bavêje û zorê li dewletan bike. Divê êdî CPT tenê tespîtan neke. Divê êdî gavên şênber bavêje. Em ê tespîtên CPT'ê yên di raporê de cih danê pêşkêşî DMME'ê bikin. 
 
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ LI DIJÎ HIQÛQÊ YE 
 
Cengîz Yureklî, herî dawî anî ziman ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq tune û wiha axivî: "Li Îmraliyê bi hinceta 'Cezayê dîsîplînê' destûr nadin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Ev bi xwe li dijî hiqûqê ye. Belgeyên der barê cezayê dîsîplînê de ji parêzeran vedişêrin. Ev li dijî zagon û hiqûqê ye. 21 salin vê tecrîda li Girtîgeha Tîpa F  a Îmraliyê rewa nîşan didin. Cezayê Muebeta Giran ku di sala 1999'an de li Birêz Ocalan birîn di sala 2005'an de krasên zagonî li vê biryarê kirin. Li Îmraliyê xezpa azadiyê û binpêkirina hiqûqê ye. Li Girava Îmraliyê 21 bê hiqûqî didome. Pergala li Îmraliyê li dijî hiqûq û zagonan e. 
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

09/08/2020
15:01 Meclîsa 'Bila Munzûr azad biherike' Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kirin
14:29 'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin'
14:08 Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir
13:57 Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin
11:46 Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket
10:36 Şerê li Şêbê didome
10:29 Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje
09:41 Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?
09:13 Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome
09:04 Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve
09:02 Bajaroka Çavûşlûyê bi tesîsan hatiye dagirkirin
09:01 Esnafên Mêrdînê: Yan em ê dest bidin hev, yan jî em ê bi hevre noq bibin
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
08:10 Eskeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir
07:58 Otobusa rêwiyan qeza kir: 5 rêwî mirin 26 rêwî birîndar bûn
08/08/2020
21:31 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 829
17:04 Zarokê 16 salî ji aliyê pastarên Îranê ve hat îşkencekirin
16:44 Li Bedlisê şewat li gundekî hat vemirandin lê li gundekî hê jî didome
16:16 Meclisa Bila Mûnzûr Azad Biherike: Em ê destûr nedin
16:07 Esker mewlîda kurdî di nivîde birî: Yan bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwîne
16:04 Li Edeneyê bertek nîşanî binçavkirin dan
15:23 Li Edenê ciwanek din hat binçavkirin
15:06 Derp heye, rapor tuneye
14:53 Bal kişandin ser rewşa Bûlût ku li gel raporê nayê berdan
14:37 DFG'ê 3 rojnameger bi bîr anî: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
14:13 Dayika rojnameger Tepe 27 sal in li benda edaletê ye
14:11 Li Sîncanê rewşa tenduristiya 4 girtiyên jin krîtîke
13:54 MKGP: Em ê bibin pênûs û kameraya Deniz Firat
13:48 Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin?
13:26 Li Kanîreşê pevçûn: Jinek birîndar bû
13:09 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê hat aşkerakirin
12:47 Hefteya 600’emîn: Heta windayê dawîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome
12:29 Mîraçê 4 salî 9 rojin winda ye
12:18 Li gundê ku Goristana Xerzanê lê bû şewat derket
12:06 Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin
11:45 Jinên li Îzmîrê hatin îşkencekirin: Emê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
10:58 Hevberdevkên HDK’ê: Kilîda demokratîkbûnê şikandina tecrîdê ye
09:59 Merasîma ‘Plaketên Edaletê yên Rêwiyên Xelayan’ hat qedexekirin
09:09 Li dijî ÇAYKÛR'ê wê li cem hilberîneran be
09:07 'Heger demildest tevdîr neyên girtin wê pêşî li şewbê neyê girtin'
09:07 'Ligel şewatan ne tenê darek, hemû mîkroorganîzmayên zindî tune dibin'
09:07 Li Amedê rewşa Covîd-19'ê
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
07/08/2020
22:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 3
21:22 Di 24 saetên dawî de hezar û 185 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:15 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Aksarayê bi ser ket
20:05 Encamnameya konferansa 'Êzidî pêşeroja xwe gotûbêj dikin'
18:27 Karkerê di bin maşîneya kar de ma mir
18:18 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
15:43 Balafirên TSK'ê dîsa Şarbajêr bombebaran kir
15:36 SES'ê îqtîdar hişyar kir: Şewb belav dibe û nexweş zêde dibin
14:50 Maşîna şaredariya ku Qeyûm tayînî wê kirine zarokek kuşt
14:43 Di bin cila suîkastên li Dêra Zorê de 'petrol' derket
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN