NAVENDA NÛÇEYAN - Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarokên ketin avê xeniqîn û bavê wan jî winda ye.
Li Taxa Omer Hacili ya Navçeya Sarioglan a Qeyseriyê 2 zarok di çemê Kizilirmakê de xeniqîn. Bav Îsmail Çoban ê 38 salî, zarokên wî Eyüp (14) û Azra (10) li herêma Kermelikê ketin Çemê Kizilirmakê. Piştî demekê bav û zarok ber bi pêlên çem çûn. Di çem de 2 zarok qeniqîn û bav winda bû.