NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê dinyayê di nav 4 rojan de hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê milyonek zêde bûn û hejmara giştî ji 20 milyonî derbas bû.
Malpera “worldometers” ku daneyên vîrûsa koronayê yên li seranserê dinyayê rojane dide, ragihand ku hejmara pêketiyên covîd-19’ê gihîştiye 20 milyon û 26 hezar û 186 kesan. Her wiha ragihand ku 734 hezar û 20 kes jî bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Bi vê yekê di nav 4 rojan de hejmara pêketiyan milyonek zêde bû.
10 WELATÊN DESTPÊKÊ
10 welatên ku hejmara pêketiyên vîrûsê li wan zêde ye bi dorê wiha ne: Amerîka 5 milyon û 199 hezar û 444 kes, Brezîlya 3 milyon û 35 hezar û 582 kes, Hindistan 2 milyon û 215 hezar û 74 kes, Rûsya 887 hezar 536 kes, Afrîkaya Başûr 559 hezar û 859 kes, Meksîka 480 hezar û 278 kes, Perû 478 hezar û 24 kes, Kolombiya 387 hezar û 481 kes, Şîlî 373 hezar û 56 kes û Îspanya 361 hezar û 442 kes.