ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî agir bi Girê Milka Tîkerê ket.
Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê Girê Milka Tîkerê ket. Hat diyar kirin ku ji ber gule barandina eskeran şewatê rû daye û li herêmê belav dibe. Hat dest nîşan kirin ku li qada ku şewatê lê rû da baregeha eskerî heye û bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.
Di heman demê de, di rojên derbas bûyî de jî, eskerên derketibûn operasyonê agir berdabûn herêmên bi daristan ên Çiyayê Cûdî û bi hezaran dar xelî bibûn. -
Li aliyê din, şewata berî 4 rojan li Çiyayê Gabarê rû da jî, duh di saetên şevê de ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.